cwabî meteł

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1088 Dîtin
cwabî meteł şarêkî xoşnaw
wehat ’erz ekem ey ḧurmet gîraw
le şarî kurdan «cennetî sanî»
eger ḧez ekey eto bîzanî
ewwełî «bê» ye axrîyekey «hê»ye
beh çende xoşe! «baneCih» awa bê
ba, bo «musbete», «ne» bo menfîye
bane dû hîca û çwarî ḧerfîye
ewwełî labey aney qîmetdar
dîwarê biřmê bine quwetdar
«hê» y lê laberî banêkî berze
yaxwa meḧfûz bê le beła û terze
ser hełweşên qîmet ebexşê
dîwar biřmênî quwet ebexşê
ger bê binaẍey hełgêřî û gum bê
nawî biłindî ew wexte hełdê