meteł
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
1199 Dîtin
kone şarêke le cêyekî deşt
ḧurûfekanî dûy keme le heşt
duwanî tebî’et dawye bexełk
syanî çiştêke bo řûy erz bekełk
werî gêřîyewe pełey nemênê
çiştêkî waye ’alem ejyênê
leyek ta pêncî hênde betame
lêre berew xwar xorakî ’ame
dwan û syan û çwar derdî bê dewa
syanî dwayî xełk şeqîye le dwa
yekî sereta û dwanî dwayîne
be dû řû le řûy dayk şîrîne
çwarî axrî ḧîsab gerêke
le şazde xane xeber derêke