felsefe

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  763 Dîtin
bê fa’îde sewdazedeyî pare û pûlî
bê sûde ke besrawî xemî perçemî lûlî
řêy řastî qet nagrî, her çewtîye řêgat
lem ’ersey dinyaye wekû hawdemî kûlî
nustûy le beraber senemî ’îffet û exlaq
bo zewq û sefa û řahî sefahet çi ’ecûlî
meḧrûmî le dergahî hemû ehlî se’adet
xoşît çîye lay ehlî hewes êste qubûłî
emřo be fereḧ řadebwêrî le hemû cê
wełłahî sibey quř beser û mat û melûlî
řoj û şewt eřwa be’ebes dûr le îta’et
şermendey dergahî xudawend û řesûlî
hawmeclîs û hem pyałey sułtan û xelîfey
bo ḧîrs û teme’ pêşřewî hordûyî meẍûlî
herçende ciger goşey gewrey şuhedabê
ger bê ’emelî lekkey berçawî betûlî
behlûlî be dîndarî û zeẍlûlî be guftar
ḧeqqen ne ewî, ne’emî bê dîn û cehûlî
ey ẍafłî bê kirdewe bê awî û bê zad
wiryabe sefer kirdey seḧray betûlî