biřwam pê biken

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  827 Dîtin
qesem be sêberî şax û şiney nesîmî behar
be qaspe qaspî kew û dengî kotranî nizar
be awî safî çya û heway bê teputoz
ke meqsedim nîye îlla tereqqyatî dyar
tereqqyatî dyarîş yekê le wan ’îlme
duwem zera’ete sêyem sena’etêkî bekar
çeharemîn wesîley ’emaret û te’mîr
ke řûbkate hemû cêge dê bê yaxo şar
emane hemû meb’ûsî taze řêkî exa
ewe wekîlî hemû mîlletî feqîr û hejar
wekîlî pêşû qusûryan nebû ḧeqîqet ełêm
heta lêway nexoşî kewte daredar bedar
ḧekîmî ḧazîqî pê lazme nexoşî ze’îf
hetaku quwet û xwên dête naw wicûd û demar