basî dunya

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  917 Dîtin
geh befir û bad û bařeş û sextîy û merarete
geh gerdelûl û toz û buxar û ḧerarete
seddî terîqî wîsalî muḧîbanî ’aleme
mîḧnet hemîşe qîsmetî ewladî ademe
dinya çi řeng řenge, gehî sûre geh sipî
baweř nîye beřastî kewa řaste ya çepî
***
deşt bû be şax û şax û tepe çûne asman
ḧeywan û teyrî weḧşî penay xiste nawman
lem befreda be seyr û hewes meylî řaw dekeyn
her şewê xeyałî goştî ser piław ekeyn
he y hey çi ẍafłîn û çi bê bak û serserîn
ḧeywanî kêwî bê xebere, «qewmî» xo xorîn
***
şahenşehî cibal meger şaxî berzî pîr
em sîlsiley cibale lejêr çawya esîr
wa seyrî şerq û ẍerb û cinub û şîmal eka
em menzerey letîfeye def’î melal eka
sûrkêwCih, segirmeCih, goyjeCih û qendîlCih supahîye
textî zemîne qûbbey gerdûn kulahîye
***
em befre zîwî xalîse ya beḧrî yasemîn
ya qetreyekî řeḧmete kewtuwete ser zemîn
serçawey ḧeyatî şetî dîcleye û furat
dinyay feyz û nî’mete bo ehlî ka’înat
emřo cefay serdîye «sibḧey sefay» dił
em befre cazîbey tereb û şewqî bulbule
***
ey sebzeyî behar ey xunçey emel
labey le çawî ême hemû ’îlletî sebel
key to le xakî pakî weten cilweger debî
key řoşnî derûn û celabî nezer debî
diłşadim êste axrî em derde merheme
dway «’usrîyusreErebî» nesî xudawendî e’zeme