sitayşî asayşî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  722 Dîtin
ḧemdulîlla wa le dewrey banî dê senger nema
eşqya şeq bû şeqey pênc tîr û mawwizeř nema
da’îma şukirî ḧukumet ken ehalîy serçinar
teşqełey kurdî geřî cafî zyanî meř nema
çakî kird bo xoy miçîl mird û dukanî şardewe
çunke xobadan û dest dananî ser xencer nema
řû le her cêyek ekey bo xot biço bakit nebê
lûtî lotî şoře ser simit û kefeł werwer nema
«ba» nebê kes lêfe nafřênê binû bê ẍem be şew
gendediz lêfe fiřênî sałî pêşûtir nema
nantan bê ẍem bixon ey ehlî řeḧim û merḧemet
tûxwa û tûbî řesûl pařanewey swałker nema
seyrî kołanan bike êsta ke çend pake û temîz
pîsîy û tozî serengiwêlk le řêy me’ber nema
xwace fendî ger diłî ’aciz nebê ’erzî ekem
řojî dersî kurdîye te’rîxekey «nadir» nema
«saḧba emîdgaha dist busimFarsî» têpeřî
dersî kurdîy xom exwênim bawî eskender nema