basî zistan
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
2 Xulek
938 Dîtin
zistan wicûdî saẍe demarî be quwete
emřo ke bîst û pêncî şubate şebabye
em haje haje barş û ’ud û řubabîye
derḧeq feqîr û kwêr û hetîw bê miruwete
dinya buwe be beḧrî sipî şax û şîw û deşt
nawdê cizîreyekî řeşe çeşnî małteye
em befre befrî řaste newek befrî gałteye
řêga biřawe «řan» ke le dêwe biçête geşt
girdin keçî supahî zumustane şax û dar
ser şoř û bê teřawet û bê menzerey cwan
bê sebzezarî řêgey awî sipî û řewan
bê qaspe qaspî kebik û bebê neẍmey hezar
hestam be lerze lerzewe ta astanî şah
zistan ke şahî leşkire bełkû bika dewa
’alem le zulmî leşkirî ew kewte ḧel wela
pêm wit: dexîlî tom bedił ey şahî meh kulah
tirist bibê le xalîqî dinya û şay behar
sułtanî ’edil perwere şahî kerem numa
dênête pêşewe ke deka def’î sed cefa
şimşêr bedest û nêze bekef sed hezar hezar
emca be pêkenînewe zistan witî: mela
to ẍafłî le ḧałî min û wez’î ka’înat
beḧrî sipî buxarî enêrête ser wiłat
’îlimit nîye beḧałetî erz û hemû sema
hestam ke biçme xizmetî beḧrî sipî witî:
danîşe lêre em seferet her nedamete
em wez’î ḧałe muddey taku qyamete
boçî ekewîye řêge we ku şêtî ser petî
beḧrîş ełê: le řojewe peyda ebê buxar
řojîş cewabî waye mu’essîr ke xalîqe
teqsîmî řizqî ’alem eka çunke řazîqe
xałî nîye le ḧîkmetê zistane ya behar
emřo be befir û terze etoy xiste zemherîr
hawîn ke hate pêşewe befraw exate deşt
em deşte wişke germe ebête seray beheşt
karûn û dîcle dête wicûd bo ẍenî û feqîr
em care şî’rî cwanî «zyaKeszya paşay turk» m hatewe xeyał
eyxiwênmewe hemîşe wekû zîkirî ehlî ḧał
«sibḧan min teḧîّer fî sin’ih ali’qulErebî»
«sibḧan min biqdirtih yi’ciz alfiḧulErebî»