nefist megese

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  792 Dîtin
nefist megese, her wekû hengiwîne ’ela’îq
bem řenge çilon keşfî ekey sîřřî ’ela’îq
mîwanî seraperdeyî dîwanî xudayî
bo xizmetî ḧeq nîte eto tuḧfey la’îq
meylit le heway nefis û le arayşî xote
meşẍûłî be enhar û erazî û ḧeda’îq
destî hewest kurte le dergahî munacat
tûlanîye bo damenî dinya û xela’îq
to lade le ḧîqid û ḧesed û ’ucb û tekebûr
day nê teme’, ewsa debîye ’aşiqî la’îq
ey merdî řehî salîkî mînhacî şerî’et
xwênîn ke derûnit wekû endamî şeqa’îq
řeng zerd be wekû şestipeř û lał be wekû sosen
ewsa be hemû metłeb etoy wasîl û fayq
«zêwerNasnava edebî» wenîye munte’îzîş bî be nesayḧ
şa’îr her eken dayme efkarî deqayq