lał bim eger şebîhî řuxî kem be mahî new

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  502 Dîtin
lał bim eger şebîhî řuxî kem be mahî new
ya dił bidem be mîhrî nîgarê be ẍeyrî ew
tesxîrî řom û ẍaretî êran deka eger
kakołî zengibarî be hêrş bixa ciłew
şadim, ke bełkû bête xewm yar û bextekem
bedbextî nayełê ke dû çawim biçête xew
ḧasił be ẍeyrî derd û cefa û elem nîye
řojê ke bên zera’etî ’umirim biken direw
emin û cefa, fîraq û umêdî wîsałî yar
kaẍez řefîqî řojme, şem’îş enîsî şew
kurdîNasnava edebî dilêrî ’erseyî nezim û fesaḧete
cewlan deka hemîşe wekû berqî tîjřew