ta kû yar fîtney cîhan bê sebir û hoş û ’eqił û dîn

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1125 Dîtin
ta kû yar fîtney cîhan bê sebir û hoş û ’eqił û dîn
bo dewa des nakewê nawyan le ser řûyî zemîn
lêy depirsim boç be kil saw edey muje û ebrot?
dełê tîẍ û tîr jehraw dedem ta her be nasor bin birîn
dest le dawênî dedem bê awřê da la, bełam
moř debêt û pêm dełê bew lawe, řołe ême nîn
yar dełên emřo řiqî hełsawe yaran! bênewe
feřze bełkû dû cwêman ber kewê, meḧrûm nebîn
xo ’ezîzê namrê bigrîn be bê xewf û xeter
bew behaneş quř bipêwîn, têr le xoşman dawerîn
çaw le gerd û tozî fîrqet kwêr buwe çar nakirê
ta cela nedrê be xakî jêrî pêy řuḧel emîn
yar le tirsana xewî lê nakewê baweř biken
xêr, ’ebes bo qatłan bo qetłî dił çote kemîn
padşa bim, takû çînî zulfî efşan ka şemał
qafłey tałan dekem her tacrê biřwate çîn
dił dełê yar çote kanî, bang deka, biẍełtê
nawî kurdîNasnava edebî bê be demya, da ke ba êmeş biçîn