eger meylit le dił derkem ẍerîbî koyî diłber bim

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1758 Dîtin
eger meylit le dił derkem, ẍerîbî koyî diłber bim
eger satê le yadim çî, hîlakî jehrî ejder bim
be ẍeyrî boseyî çawit eger qesdî wîsalit kem
be şu’ley qehrî to ya řeb serapa qetłî exger bim
eger yek leḧze sistî kem le jêr barî ẍemî ’îşqit
be mîslî pencere qurban be ten sûraxî xencer bim
le ser te’rîfî egrîcet eger bêm wesfî kakoł kem
be zerbî tîẍî ebroy to emin meqtûlî bê ser bim
eger yek leḧze ẍafił bim le şu’ley mahî řuxsarit
le ḧeşra bê nesîbî cennet û hem ḧewzî kewser bim
gedayî koyî canane be şahîy ’alemî nadem
gedayî xoştire bo min le şahî, ger muxeyyer bim
erê yaran! biła kurdîNasnava edebî le botey fîrqete yekcar
xulase û bê ẍeş û meqbûłî ’alem her wekû zeř bim