wa be asan ’alemê tesxîrî to bûn mahřû

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1127 Dîtin
wa be asan ’alemê tesxîrî to bûn mahřû
saḧîrî ya ewlyayî? řast bêje mahřû
des be xencer dêy û baz xot degrî sa key
lêm dedey? întîzarî kujtinim zû lêm de yałła mahřû
dił debey be dizî le naw xełqî delêy xoy dagye pêm
min diłim da pêt be řast? dadey bizanim mahřû
bêçuwe cellad! xot le naw merdum be sofî bo dekey?
hîç kesî netnasê, xom çakit denasim mahřû
piř diłim xwên kird û dam pêt wa bezûyî cê be cê
ba’îsî bedmestîye deşkênim pyałe mahřû
řengî zerdit dîm dełêy kurdîNasnava edebî biřo bêne behê
bes byanû bigre wextî bey kwanê? mahřû