diłdarîy ladê

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 8 Xulek  956 Dîtin
diłdarîy ladê seyrê cwane
bot beyan bikem zor çak bizane
katê kuř û kiç temen şeş sałn
yek bo yektirî dirawsê małn
becût egerên le deşt û seḧra
bê dayk û bawik bê xuşk û bira
ya çêçequlê yaxo çawşarkê
goranî witin yaxo hełperkê
ya małe koçê yaxo gya kendin
bo bawik û bira nan bo deşt birdin
le řêda tirsî meşkedo řiştin
tawê rakirdin tawê danîştin
heta egene sergêre û xerman
eçne nawerast korî deştewan
nanyan da’enên becût dûbedû
egerênewe herwa zû bezû
katê dênewe be gałte kirdin
haşawił bo gwêy yektirî birdin
ke egen be’aw şeře aw pirjên
tawê pêkenîn tawê şere cwên
em çepokê lew, ew çepokê lem
eden le yektir bebê zyad û kem
ke egeno mał her yek mał xoyan
daykyan xêra nan dênê boyan
heta temenyan de, dwanze sałe
pêkewe ebin ew dû mindałe
emca kiç tozê tûk ewerênê
dem wiçaw eşwa û ’îşwe enwênê
le murûy sewz, leşîn û le sûr
lerzane eka birq bida le dûr
pêçkey kełane ya qoşey ’ecem
awêzan eka le zor û le kem
bo kîsey ser sing simił û řêḧane
ta bonî xoş bê ew kiçe cwane
kiłaşî pero beben řeş çinraw
kułence, çîtî sûr, kon û dařzaw
qełaqoçkekey bistê cawî sûr
keçî rûmetî be çeşnî bilûr
sunke sabunê lel letê şane
letê awêne le gîrfanyane
kuřîş bistê xam feqyaney milî
kewakon bawkî bo berg û cilî
nîwgez çîtî sûr heł’edřê sê car
eydate seryek dirêj wekû mar
naw axin eka le peřoy kone
her min ezanim ew peřo çone
çepałê řeştî, mêzerî serî
çepkê guł eda leber kemerî
biste xamekey exate serşan
dêt bo çaw biřkê, gwê bane û gwê ban
ega bekçe le řêy kanî û aw
merḧeba gyane, merḧeba serçaw
ełêt be kiçe xozgem be caran
her pêkewe bûyn şewsû êwaran
be pêkenîno kiç dête witar
çaw biřkê eka le gełya car car
tawê îşare, tawê pêkenîn
kiç le tirsana bo bawik nwařîn
kuř ełê bekiç, waye nyazim
ger bom řêkewê her to exwazim
ḧezit lê ekem, sûçî xom nîye
dił leser toye, desełat çîye?
kiç ełê be kuř laço dirozin
kem gałtem pê bike, pen mede be min
kuř ke ezanê wa kiç ḧez eka
be pêkenîno swêndî bo exwa
wew sey sadqe, wew mîrî sûre
diłim her bo to çeşnî tenûre
we biraym semîn wa le germyan
we kablesûrî mał le merîwanCih
we nebê yons, we homer menan
destit nabiřim sewłî xeraman
beřastî ełêm gałtet pê nakem
daway herçî ken zû bezû eydem
bełam perîxan, hîç kest nemrê
demeket bêne maçêkim berê
perîxan:
bêfeř ew bała ew qul û qaçe
bem řoje řûne key wextî maçe?
’alem dyare, abřûman deben
le awayîda eman ken be pen
şerîf:
emca kuř ełê gyanî şîrînim
bewełła bo to dił agirînim
emşew wademan kelawey lamał
bigeyn be yektir sa be her eḧwał
perîxan:
hetîw etirsim daykim bizanê
têr û piř lêmda heta etwanê
kakim bizanê let letim eka
bawkim xiraptir le nawim eba
şerîf:
kiçê metirse, dinya tarîke
hatme kelawe bot ekem fîke
ke fîkeket bîst hełse bê bo lam
îtir xwa ḧafîz wa min be temam
***
lewya cya ebno, eçno mał xoyan
beruber awsê eřwanin boyan
emca em kuře zor bê qerare
her çaweřêye le bo êware
katê ke şew hat dinya bû tarîk
kuř le kelawe eka fîkefîk
kiç ke gwêy lê bû, xêra heł’estê
heta kelawe hîç řanawestê
kuř ełê hatî? nûrî çawekem
aramî diłî lêqewmawekem
ke egen be yek dest lemil kirdin
dem bo řûmetî yektirî birdin
destê le ser mil destê le sîne
be dem maç, be des memke guşîne
kiç ełê laço, wey wey daye gyan
wazim lêbêne bo xatir qurḧan!
heta yek se’at her dest bazîye
kiç û kuř le yek zor zor řazîye
le paş se’ate eçnewe bo mał
her kes bo cêy xoy sa be her eḧwał
daykî kiç ełê řołe le kwê bûy
boçî dyar nebûy tuxwa bo kwê çûy?
kiç dête weram be hezar qurḧan
nîw se’at çûme lay bacî řêḧan
tuxwa daye gyan, yekcar nexoşe
hênde hîlake dił boy peroşe
dayk ezanê ke bo kwê çuwe
bełam deng naka, pîşey xoy buwe!
dayk perîxan:
kiçî xom dexîl aman sed aman
bawkit nezanê, çûy bo lay řêḧan
bêt û bizanê serit ebřê
be çeqoye kul zigit edřê
kuř
kewte beyanî kuř be qîteqît
exate milî desesřê çît
boste xameke řa’eweşênê
be berdem kiça ’işwe enwênê
ew şew ta beyan hîç nebwe xewî
eçî bo dergay yarekey şewî
egeno be yek em dû diłdare
enwařn boyek heta êware
nîweřo dwa kiçî bełek çaw
goze heł’egrê bo ser kanî û aw
dîsan kuř eçê bo řêgey kanî
le kołana şan eda le şanî
wade wer egrê bo şewî dûhem
eçno kelawe bebê derd û xem
ke le kelawe nizîk yek kewtin
îtir ḧerame xwardin û xewtin
le paş desbazî û hera û zenayan
dêne ser tegbîr bo îsawlayan
biřyarê eden herdû dûbedû
ne ew jin bênê ne em bika şû
beyanî kuře zor be bê bakî
derdî diłî xoy ełê be daykî
daye bizane bêtirs û azad
ke min ḧez ekem le kiç mam murad
biłê be bawkim, nełê minałe
ger bom neyenê jyanim tałe
dayk le ser cê le katî nûstin
witî be mêrde, gwê bigre le min
şerîfî kuřit zor be xatir şad
daway jin ekat, pexey mam murad
bawkî şerîf:
afret şerîfim hêşta minałe
wazî lêbêne de dwazde sałe
daykî şerîf:
ey hu pyaweke min xom ezanim
ḧezî lê ekat derdî le gyanim
bawik:
ca bełkû afret kiç nebê řazî
xwa xoy ezanê, kê bê diłxiwazî?
dayk
ne ne pyaweke, ew xiraptire
pexe bo şerîf tewaw ḧazre
bawik:
kiçî mam murad hawmał min nîye
kiçim nadatê desełat çîye?
xoy bezil egrê, kiç nada be min
memxere taney gişt dost û dujmin
ew çwar pênc bizin û meřêkî heye
yek dû pelas û beřêkî heye
dû dêzey sûr û xwaneyê giłîn
şekirdanê dar, bermałî şałîn
gurîsêkî goş, petêkî çiřaw
hemane konê le gał dagîraw
bêłêkî darîn bêjnigê diřaw
gozeyê taze û guzeyê şikaw
kiçim pê nada, xoyşim xinkênim
beramber be ew min çon enwênim?
dayk şerîf:
sa wek to ełêy, qarûne qarûn
çiş dewłemende, ceḧenim be tûn
bacî amanî jinî ḧîsabe
ezanê kiçî diłî kebabe
ba bot beyan kem zor cwan û zerîf
ḧez eka pexe bîde be şerîf
bawkî şerîf:
afret ew kiçe be nuştey qazî
be małî ême qet nabê řazî
çunke ew kiçe nazk û nazdare
bêçwe dewłemend le dê dyare
ba bîşim denê, min her namewê
bom be xêw nakirê bo tenya şewê
heta em çerxe wa bixulêtewe
zamî hejaran zû bikulêtewe
toyşim pê zyade, bûkim bo çye?
zordar nayełî hîç sûdî nîye!
erna min xom û şerîfî kuřim
be nûkî gasin kêw heł’ediřim
ger zordar neyba, boçî wa latim?
şiř û şîtał û zebûn û matim?
bûk kewşî ewê ke bîkate pêy
cacmî ewê ke şew binwê pêy
dayk şerîf:
ne ne pyaweke, kiçe memnûne
diłî bo şerîf zar û zebûne
bawik şerîf:
kewte beyanî mame řemezan
kewşî kirde pêy kołan be kołan
sofî mewlan û kake ewřeḧman
kwêxa baweys û lale nerîman
bo mał mam mirad serpakî birdin
bo dengubasî xwazbênî kirdin
bawkî pexe:
mam mirad witî: derwêş řemezan
kiçim nazare, aman sed aman
bot bexêw nakirê meçoře jêrî
bełkû kenîşkê tirî bo bêrî
bawik şerîf:
witî: haçît kird sa bê qezabî
to gewrey minî ebê řezabî
derwêş û sofî ke řûyan têkird
giftyan lê send, zû be desubird
desî maç kira mubarek badî
yek bo yektirî be řewyey şadî
le paş çen beynê zemawen kira
perîxan bo lay mał şerîf bira
xetay qanunî çewt û çewêłe
qanûn kam qanûn? her fiřufêle
ger şerîf zordar wazî lêbênê,
her sałê bûkê etwanê bênê
des saq û çaw saq, bo îş zor mezbût
bełam le ber cewr, tewaw řût û qût
desřencî şerîf er zordar neyba
sałê qîmet kiç peyda eka
lokey sałaney selemî ḧacî
tûtin nîwekar, be na’îlacî
beş mame şêxîş ebê cya bê
ya le tekye bê, ya xaneqabê