bo duktur fu’ad

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  525 Dîtin
duktur fu’ad, qařemanî kurdistan, yekem qurbanîye ke gyanî pakî berzî xoy pêşkeş kird leřêy gelda, le katêkda ke xinkanyan, pêyan wit to kurd nît û kurdî nazanît, eger biłêyt min kurd nîm, etbexşîn û natkujîn, ewîş destî girt be petî sêdareke witî min kurdim û em gyanî xoşewîstî xome ekem be zexîreyek le peřey mêjûda, bo nîştimane xoşewîstekem, em şî’rey be turkî xwêndewe û xoy petekey kird be milya, şî’rekeş emeye.
«kîmdir binî min’ ayleck baẍî cinaneTirkî
mîratî pidir dir tu terz xane bizim dirTirkî»
be kurdî yanî kê etwanê men’î min bikat lem baẍî beheşte wekû kurdistan bêt mîratî bawkî xome, werî egirmewe çunkû małî xomane.
duktur fu’ad, kuřî ḧuseyn begî fêsçî zadeKes ye, xełqî şarî dyarbekirCih e le kurdekanî şimałe, be řegez eçêtewe ser, sułtan selaḧedîn eywibî nemir, destî şikawim tercimey eḧwałî duktur fu’adman be řûnî des nekewt, hêndeman bo řûn botewe le sałî 1926da xinkawe. qani’ em şî’raney derbarey duktur fu’ad wituwe.
ey duktur fu’ad! ey şêrî nemir!
heta qyamet bo kurd kełg gir
nemirdûy, namrî, nexşî diłmanî
ême bulbulîn to hem gułmanî
ser teqekêşî, nîştiman perwerî
lawî dilêrî, kanî cewherî
herçend ke êste laşet penhane
zexîre û mêjûy bo em zemane
qaremanî gel! şêrî řoy meydan!
axir leserçî wa toyan xinkan?
boyê wa toyan hełkêşa be dar
ke hewłit eda bo çînî hejar
koşişt ekird le dewrey dewran
etut azad bin gelî bê destan
sûçit ewe bû ke etut kurdim
kurdî be namûs be dest û birdim
sûçit ewe bû fermût nîştimanîm
bîşmixinkên, her kurdistanîm
sûçit ewe bû dujmin hoz nebûy
sûçit ewe bû casûs koz nebûy
axir bo kujray? hesêrey kurdan
çiray řûnakî henase serdan
to hergîz namrî her le pêş çawî
le mêjûmana xawenî nawî
to hergîz namrî qurbanî kurdan!
řûnakî diłî wêłî bin berdan
to hergîz namrî lawî nîştimanî
le dił dernaçî to be asanî
řoḧit bîdar bê ke gel huşyarin
êste çaw bazin, çak xwêndewarin
taze be pare naxłetên bo kes
řêgay řizgarî ber naden le des
weha nezanî ke êsteş kasin
dujminî xoyan zor baş enasin
çi ladê, çi şar, xerîk hat û çûn
xerîk wergirtin ḧeya û abřûn
kiçan des egirin be des birayan
esûřênewe le dûy hîwayan
kes kes nakujê, le řoy meydana
kes naka be pen, le řûy cîhana