pêncixiştekî qani’ leser şî’rî xencerî kuřî lebarey bombay zeřîyewe

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  436 Dîtin
dił hênde peroşe her ełêm min ebê çî bikem
aya be çi corê xefet û derd be ba dem
wa çake hemîşe ke biłêm ta wekû min hem
«ey bomî zeřî dujminî gyanî hemû ’alem
ey ałetî esbabî xem û girye wu matem»
ey kirdeweyî pyawî bed û xwênimj û nakes
besye zererî kořî beşer, besye îtir bes
her şarê ke toy tê çê esûtê wekû qeqnes
«ey qatłî eřwaḧî gelanî kiz û bê des
ey çołkerî şaran û dêhatan û kej û çem»
ey bomî zeřî pîs û çepeł, pyawkuj û xunxiwar
qet řût neyê lem dewre ke ser bênye bazar
pîsît! wekû pîsî, le nezer pyawî xeberdar
«ew ’îlme ke toy dozyo, xwa bîbřê sed car
key ’îlme ewe cehle ke toy hanye berhem»
bast bikirê ferqî nîye, şare, çi dêye
kes nałê eme îşî cwanî desî kêye
her tif ekenu lem hunere bê ser û pêye
«lat wa nebê ew ’îlme, ke ’îlmêkî becêye
destî ecel û mêḧnet û wêraneye sercem»
dek bomî zeřî towit le řûy gêtî nemênê
xwa tołeyî ew laşe kujawane bisênê
be zyad nebê ew bîre ke ew towe eçênê
«çawî nebû ew bîre kewa řêyê bibînê
azadî bika komełî bê berg û bebê jem?»
ew qeyse çi qeysêke kewa ceng biř be leylî
meydanî şeř û şořşe bo kêwî duceylî
dek berqî ẍezeb letletî ka zû diłî keylî
«xwên řiştine, çoł kirdine, pyaw kuştine meylî
dek meylî be awatî nega kiz bibê kem kem»
çen xoşe bira ew deme,‌ ew řoje ke zû bû
mîllet wekû bawik, kiç û kuř, wek buk û şû bû
cil çermî nedurwaw û xurş pûs û beřû bû
«sed xozge be ew řoje ’îlim pest û nebû bû
’alem hemû diłşad û bebê tirs û bebê xem»
bo hemû xwêndewarekanman tika ekem nefermûn qani’ çunku xoy bê ’îlme, ’îlim be çak nazanêt. bira şîrînekanim! be çawêkî têbînî timaşa biken. her wekû min çakî ’îlmim witwe we xirapîşim her witwe. êwe îşî çakî ebînin we xirapîş her ebînin, bełê ’îlim eger asnî nedozyayetewe, gasin û esbabî zewî kêłan nebû, ebwa gij û gyaman bixiwardaye wekû dewrî berd. bełam xencer nebû, top nebû bimankujêt, be utumbîl nebwayê be pê eřoyştîn we manû ebwîn bełam mudere’ nebû, debabe nebû teyare nebû bimankujin we biman sûtênin. kewabû çake û xirapey ’îlim wekû min witume beraberin.