espekey qani’

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  672 Dîtin
ey birader gwê girin bo tarîfatî natewaw
yabûyêkim hes çi yabû? mox û quwe tyanemaw
paşo dîbek, çawtenûr û gwê wekû gêdrêjî pîr
kelle dêw û bê dyan û sîne wek derbey şikaw
laşe wek gamêş û řoḧî zor biçûktir bû le mêş
peygeşil, bin kilk fil, ḧeytezil û sabrên gaw
qet le ’umrî xoy se’atê qałbê saẍî nebû
nawkerîş û haledar û cewşen û kelle miqaw
zîn pełas û řeşwe ben qen, quşqunî nałî dezu
heł’ekêşê ah û nałe ew bo nextê kay řizaw
kayenî xałî û xewałe axuřî piřbû le hîç
wek jinê bêzû bika bêzûy ekird bo çořê aw
min be seryo yafetaḧim bû ke ew sersim neda
ew le jêro ya řezaqî bû le bo sos û desaw
řojî newroz kirdime lamał ta cemamî derbiçê
ewwełî payîz le serxo geyye kanî bo seraw
qani’Nasnava edebîa em espe çake bêne meydanî girew
gahê řewt û gahê wêrẍe, gahê nerme û gahê taw