xot binase

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  622 Dîtin
le emřo lazme herkes, bizanê xoy ke kuř kêye
yeqîn herkes nijadî xoy nenasê bê ser û pêye
kuřî bê esił wa çake, be çeşnî gurgî naw gelle
derî key ba weten çoł ka, nîşaney zołyetî pêye
birayî îşî zor çake, dexîlit bim be cêy bêne
elf çon řaste, azade, ewey barî heye têye
be wełła kake bo tome, eger na min ḧeqim çî bû
biłêm lade le ew şaxe, were lêro biřo, řêye
benaḧeq baxewan key xizmetî darî nenasî kird?
heta me’lûm nebû, aya ziqûme ya xo hermêye!!
nełêy bexwa begwêy nakem, witarî giştî bê sûde
heta me’lûm nebê aya, ke em şêx «qani’Nasnava edebî» e kêye?