qani’ û gořî muftî tutniçî

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  772 Dîtin
ey biray şîrîn hawferdî ferdim
kiłêşey wêney řengekey zerdim
hawřêy minałî qutabxanekem
hawřêy çoł gerdî byabanekem
hawřêy saray meyl merîwanekem
hawřêy hatuçoy germyanekem
hawderdî derûn, haw xeyałekem
hawřazî penhan, haw’eḧwałekem
hawbîr, hawgiryan, hawşîn, hawzarî
haw êş, hawbirîn, haw bêqerarî
min û to herdû qurbanî xak bûyn
bo cêmawî hoz dîde nimnak bûyn
min û to herdû bulbulî guł bûyn
yek le yek bedtir gîrodey çił bûyn
min û to herdû awarey derd bûyn
min û to herdû henase serd bûyn
çen tîrî taney weten firoşan
çen twancî sard bêgane û xwêşan
çen kizey ciger, çen qirçey derûn
çen ahî şewan bezar û zebûn?
çen şewî payîz, ta řoj dû be dû
çen hewłî bê sûd, çende hat û çû
bo becêt hêştim řûnakî diłim?
dîlî gîrawî zîndanî giłim
wełamî miftî bo qani’
be dengî nerim ke hate ziman
witî ey hawferd, wêłî byaban
axir çon nemirim bem ax û derde?
bem lêwe wişke, bem řenge zerde?
bem naḧeqaney be çaw ebînim
gurg ser ekate laşey bê tînim!
ebînim hozim tewaw cêmawe
leber nezanîn tewaw fewtawe
ebînim sûdî nîştimanekem
desmayey lawî newciwanekem
behîç kilocê soraxî nîye
nazanim qani’, em sîḧre çîye!
ebînim hetîw nawşan daçekaw
pê be pêxawis, birsîw lêqewmaw
bêwejin bêhoş, le kołan kewtû
pîre pyaw bê cil, leserma xewtû
ebînim ladê nexwêndewarin
be zikî birsî kołkêşî darin
cenabî yaşêx çaw da’epoşê
xwênî hezaran nefam enoşê
yek be pizîşkî, yek be aẍayî
yek be řaw û řût, yek be kwêxayî
yekê sufye û yekê derwêşe
yekê nuştenûs, yekê hû kêşe
yekê melaye û dînarî ewê
eger neydeytê tełaq ekewê
xo bawe seyd mêzerî sewze
maşallay lê bê wek beçke ẍewze
ebê boy ko key dînar û derhem
le şekir û çayî le zor ta be kem
hey xozget be xom, be sedhezar cor
ke necatim bû le le êş û nasor
hey xozget bexom, ke nema jînim
îtir necmekey nawçaw nabînim
hey xozget bexom, feřaşî midîr
îşim pêy nîye û lêm nabê zwîr
hey xozget be xom, şadu mesrûrim
le îstihlak û le gumirk dûrim
hey xozget be xom, çende serberzim
îtir le dergay tecnîd nalerzim
hey xozget be xom ciger wek kebab
îtir îtrîbat pêm nałê segbab
hey xozget bexom ke nawim naben
le mizgewtana, ẍeybetim naken
çak necatim bû, heta nefxî sûr
ka û co nayenim bo espî me’mûr
eger etewê toş xot řizgar key
ledes emane tewaw fîrar key
hełse bêre naw gořî tar û teng
be cût danîşîn bê seda û bê deng
îtir biragyan em kurdistane
zîndanî destey êmewmanane
bexwat espêrim derûn piř le zam
wa çaweřêtim, zûke bê bolam