pêncixiştekî qani’ leser şê’rî ferîq

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  891 Dîtin
bira ezanim destit betałe
diłit piř le xem mał û minałe
bîrit her lelay zeřat û gałe
«qani’Nasnava edebî, beřastî meyke be gałe
le daxî xwa ḧałim bê ḧałe»
her xoy xwaye herçî ke eyka
be herkes beşê zor ya kem eda
hîç ’eyb nagîrê le karî xwa
«’alemî xulqan, řizqyan eda
bo hêndêk menê, řizqî yek sałe»
bo yekê dewłet bê ḧedid û ḧîsab
bo yekê nanî wişkî piř ’ezab
bo hêndê bê sûç piř qîn û ’etab
«bo yekê piław, xorişt û, kebab
bo hêndê genim, bo hêndê gałe»
qerar nagrît, leser hîç karê
hêndê muḧtace bo kołe darê
hêndê têr nabê, be swałî şarê
«bo desteyê tir weha ebarê
wek befir û baran, wek bay şemałê»
yekê bo nanê exeyte ḧey ḧey
edey be yekê, textî cem û key
yekê le birsa zerd ekey wek bey
«çayî şîrîn û piław, peyapey
bo yekê ełêy, kerî cecałe»
ełbet! min û to dujminî xuwayn
yan wa heł egrîn, çon şêx û melayn
betenya û bê kes bê xizim û birayn
«herçende tewaw kurdistan geřayn
xwa, ew xwa û, mał her ew małe»
xwardinî fîlê eda beyek mor
hîç cya nakato, le sipî û le bor
řozîm nedîwe, nekem û ne zor
«ewa min melam ełêm be her cor
xo qani’ edîb fîkir û xeyałe»?!
ẍerqî nî’mete herkes bê dîne
beşî dîndarîş şîn û girîne
bexot swêntedem! eme şîrîne?
«lîbasî hendê fasonî şîne
cû enexşênê wek gułî jałe»
gwêm bo řagre padşay bê bak
gîram xirabtir bimxeyte řûy xak
derdî diłî xom, eřêjim ser pak
«edey be be’zê qonderey zor çak
minîş çim çime, yaxo meşkałe!»
xwa min û to bêyne giftugo
miḧakme keyn, řast û bê diro
min ke dame zik, bo nanênkî co
«axir be kam řû, kiřnûş bem bo to?
sedcar be xot swênd, ḧałim bedḧałe»
cebre’îlim kuşt, yan kabem sûtan?
xizmetim nekird, be şer’ û qur’an?
çendem bo xwêndî sûrey «alirḧiminErebî» ji?
«boçî yezîd bûm ḧisînim fewtan?
řûy to, le ḧenam ewende tałe?»
mizgewtekanit serpak řûxawe
herçî pyaw to bê, çak lêy qewmawe
hemîşe damaw bê nan û awe
«nazanim! xeznet bo kê danawe?
melakanit řût, ling wek çetałe»
herto ’alemit xiste gîrudad
şîrînKes bo xesrewKes, teşwê bo ferhadKes
beş kirdin waye? hey dad û bêdad!
«wadey min û to û řojekey mî’ad
şerit bê leḧeşra, bîkem be gałe»
sedcar qûřanim be henasey sard
bo miştê herzin, bo lewêçê ard
witim bînêre, ke to her netnard
«îtir mîkayl tełaqî bo xward?
ke beşim neda le beřuwe tałe!!»