4

Li pirtûka:
Bonname
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 13 Xulek  945 Dîtin
to zimanî xoretawî derbederî
hemû řojê be jêr ’erda eçî bo lay ḧerf û wişey
zimanêkî dîkey xwên sard, fêrî bibî.
le wîstigekey «řodmas gatan»
wişeyekî bêtaqetî û řisteyekî leş dahêzraw da’ebezî.
le piřêkda pencey sardî kizebayek
lenaw kunî tunêlewe berew řût dê û
milpêçit heł’edatewe û
destî tezîw eda le peřey gwêçket û da’eçłekî.
beramberit: le řîklamî gewre gewrey řengawřengida,
serinc edey, serincekanit eşłejên
temaşakanit perit ebin
be řîz wêney dwa bangeşe:
bo cwantirîn kîsey memk û bo mayokanî pekînî û
bo xorakî qutûy seg û bo tazetrîn qenefe û
bo tazetrîn sûrawî liç û lêw û, bangeşe bo
mîwecat û kompyûter û boyey qij û, bangeşe bo
bade û bîre û, bo seferî dûrgekanî xwarûy
řojhełatî asya û, bangeşe bo pałêwrawanî
perleman ebînît û le berdemî yek řîklamyanda
ewestît, tazetrîn modey qij taşînî êre,
- qoçketaşî - to lêreda pê’ekenî û serî
xiřî qoçketaşî mindałanî germyant dêtewe yad
lew asteda îtir bonî xoşî jin û
bonî kirasî beryan û bonî mîwe û
bonî bîre û, bonî dûrge û
bonî şaristanîy egrî.
be qałdirmey řakirdûda berew hewraz ser’ekewî
be lay řastida la’edeyt û leber dîwarî meřmeřda řa’ewestî
- řoj baş «sitirin bêrî», řoj baş!
hemû beyanîyek se’at heşt û çarek to eybînî,
sitirin bêrî leheman şwênda westawe: şepqeyekî řeşî
quç û lejêr qeraẍî şepqeda dû sikłî temaşay
tîj û geş û le xwartirîş be dûlada simêłêkî badrawî
nûk barîk û be çwardewrya jinekanî û namekanî
ewîndarî û çend lapeřeyekî destinûsî şanokanî
hemû řojê to sitirin bêrî ebînî lew asteda,
bonî sedey nozdehem û bonî şanoy «jûrî sûr» û
bonî qijî wişekanî û bonî şûşey merekeb û peřemûç û
bonî huner, bonî qeyfey perdey estûr, bonî
xoşewîstî ekeyt. heway şano heł’emjî. to
edwêyt û sitirin bêrî lêt tênaga. lew kateda herdû çawit
enûqênî û eçîtewe bo lay «nalîKes»:
ne kiław û ne demuçaw ne simêł û ne qełem û
ne wêneyekî ḧebîbeKes û ne dû dêřî becêmaw û
ne mêjûy řojî zayîn û ne řojî koç û mirdin û
ne kêl û gořî gořistan. bizir bizir çun axekanî
şarezûrCih, bizir bizir wek nîştiman!.
to ew sate bonî tîjî na’umêdî û
bonî pirse û bonî kesasît lêwe dê.
menfa ełê:
lenaw polda
be dewrî gewre mêzêkî hêlkeyîda bûn be ełqe
de zimanî sergerdanî kakoł řeşin.
jine mamostay ser zerdîş her wekû gułebeřoje
dêt û eçê. eyewê em zimane serkeşey êre
tozê řamken, swartan eka, destêkî wa pêtanewe.
seretaye, bełam her ke destî berda
le xilîskayîy zimanda yeke yeke ekewne xwar
be yektirî pê’ekenin.
îste bonî řêzmanêkî řeqełe û
bonî kirdar, awełkirdar
bonî tebaşîrit lê dê.
menfa ełê:
be dîwarî naw polewe
nexşeyekî em cîhane, be zemîn û be beḧrewe
hełwasrawe.
nexşeyekî em cîhane û sedan ała
le řeşbełekî semadan.
be dewrî gewre mêzêkî hêlkeyîda danîştûn û
bûn be ełqey ḧerf û wişe
emřo řojî qisekirdinî ałaye
řojî peyvînî sunbule le hewada.
emřo lenêwan de xakda
le mabeynî de asmanda
řojî giftugoy nêwanî şax û zerya û
byaban û dûrge û nîmçedûrgey naw dinyaye.
le xanekanî cantawe
no dest no sunbul dênne derewe
sunbulekan ebin be bałindey naw jûr
le dwayîşda beser serî gułebeřoje û polewe
yeke yeke enîşnewe.
no dest hejde çawî xoyan leser mêzeke da’enên.
çawekan ebin be çiray biçkolane û heł’esin û leser texte
dîrokî guł û baran û xoł û xwên û lankey xoyan enûsnewe.
tenha destê destî toye
ne sunbul û ne bałdar û ne goranî û ne baranî ałay tyaye.
dû destî çoł, çun pêdeştî dewrî kerkûkCih.
de pencey çaw giryanawî le gîrfanda.
ełêy mindałî enfaln, le gîrfanda.
de pencey naw gerdelûlê, letaw azar
kiławî nînok tûř eden, le gîrfanda.
de pencey lałî zimanim
wek de wişem leberdemî enqereCihda
de pencey matî jêr çarşêw, le gîrfanda
wek de kîjim le sineCihda.
lem poleyşda taqe canta cantay toye
ke nîştimanêkî sîs û ke asmanêkî letlet û
ke awêney samałêkî wirduxaşî le bindaye.
lem sateda
bonî nuşustît girtuwe
bonî şeřî berd û berdî şaxt
bonî momêkî kujawe
lem sateda,
bonî çałdêran û lozan le leşt dê.
le şeřî berd û berdewe
bonêkî nwê biław bowe
bonî aw wextê ekujrê.
bonî kost wextê ekutrê.
le maçî deng û řengewe
bonêkî nwê biław bowe
bonî baran ew wextey ał heł’egeřê û
bonî şehîdîş ew wextey
ke bał egrê.
le têkełbûnî mindałî û wişeyşewe
bonêkî nwê biław bowe, bonî bêgerdî ew wextey
le baweşî xwada enwê û
bonî manayş wextê ebê be yaqût û
le qułayîy semayekda ecrîwênê.
le řamûsanî nêwanî
cestey min û ẍerîbîşda
bonêkî nwê biław bowe
bonî şî’ir ew wextey hełm eygirê û
bonî bêzarîş ew wextey
ebê be nûke tûtiřk û
ebê be deme gwêzan û
lenaw gyanî minda eřwê.
«le şeřî berd û berdewe, kamêray şarawe nema. em dîmeney xwarewe, satewextêkî «mîran» exate řû, ke şeřî cestey xoy gewrey kird û poştey kirdewe û be pilîkaney şeřda berew jûr hełkişa û îste «mîran» mêjûmane»
emřo «mîran» le şeřî berd û berdewe hatotewe.
bizeyekî xołemêşî û teputozî qaremanî û
wirde gerdîley şanazî lê nîştuwe.
emřo «mîran» le şeřgey şax û şaxewe hatotewe.
berew asmanî barega pêkenîn û camanekey
be yekewe heł’edat û çend sałêkîş
tifengekey genc botewe.
emřo «mîran» le beyanîy xwênawîda
cengêkî nwêy le cestey xoy birdotewe
kepkî kelley xoy girtuwe
berzayîy ser şan û milî kostekanî xoy girtuwe.
emřo «mîran» le şeřgeda serkewtuwe
be «geçawî» bayîbûnê birînekan swaẍ edat û
be qirîwe şeqamekan da’epoşê û serkewtuwe.
wiłat dehołe û lêy edat.
wiłat zuřnaye û eyjenê. serkewtuwe
pencekanî destî řastî
beser pencekanî destî çepya serkewtuwe.
qaçî řastî qaçî çepî xoy řawnawe.
emřo «mîran» le neberdî xoy û xoyda, dîlî heye
çawî xoy û biroy xoy û kepûy xoy û
gwêçkekanî xoy girtuwe.
îste «mîran» qisekanî boçřukî leşî herdû
mezra û řêwbanyan lêwe dê.
emřo mîran hemûmane û
bonî sedan sał pêş emřo û
bonî peyv û bonî sitûnî řojname û
jûrî kontirołî tî vî û
bonî maykirofonî řadyo û
bonî giştimanî lêwe dê.
menfa ełê:
pena ebeyte ber bař û
kefî bîre ekey be kiławî xeyał
meraqêk da’egîrsênî û eykey be momî ser mêz û
lenêwanî şewqî teř û perit perit bûnî dûkełewe
eřwanîte kotayîy sał,
be lêjayîy hewrekanî xorawada
goranît eçořêtewe û
ebî be dûre haławî zerya û kenar.
pena ebeyte ber bonî kiçî ser bař
qijî ekey be keprekey «hełedin» û
çawî ekey be kanîyekanî «mêrgepan»
tałemuwekan ekey be řêy geřanewe û
eçîtewe kone hewar.
pena ebeyte ber gerdin, pena ebeyte ber meman
le gerdinda eçîtewe ber qełbezey befrawan û
le memanda eçîtewe lay řinokanî hewramanCih.
pena ebeyte ber dengî giř û qirtawî serxoşê lew latewe
pena ebeyte ber řistey hełweşaw û ḧerfî nîwe bexeber û
çawî tepî nîwe nûqaw, be laplaw çał û çołîy
kołanî dengî serxoşda, be řêwbanî bonî meyda,
eçîtewe serçinar û, qaçî şî’irit têkełupêkeł
ebêt û bemla û bewlada ekewî û heta bahozêkî kete
qołit egrê û etbatewe lay serxoşanî şareket.
eçîtewe lay bersîley qisekanyan
eçîtewe naw gîrfanî sitarxanî û
ebî be denke qezwanî swêr û
ebî be şûşey çarekî nîwe xałî
ber baxełî miraxanî û
be yek cigerey penagwê û
ebî be denke kûleke û, ebî be qaşe xeyar û
qaşe lîmo û qaşe tirozîy nawsûrî ser desřêkî řaxraw!.
min îstake bonî badey serçinar û
bonî şeqamî serxoşî şestekan û
bonî êwarey serxoşî ḧeftakan û
bonî nuktey ’ereq pya řijawî ewsay
«’îzzet yekparçe»m lêwe dê!
bîreyek û dwan û syan û çwar û...
dîsanewe kefekanyan ekey be kiławî xeyał.
îste serit wek hołî şewî zistaney piř dûkeł û
jawejawî yaney konî mamostayan qurs buwe.
çawit gełay şořebîye û datxistuwe. eřwanîte wênekanî
nexşawî ser qumaşî mêz. wêney sermêz, tabloyekî
heřemekîy perşubław. serit be wirde quřquşmî
şeřî nawxo qurs buwe. çawit gełay şořebîye û
datxistuwe. peřoy ser mêz gewre ebê û wênekan
ecułênewe û bař win ebê û kiç win ebê û wênekan
dêne çawtewe, toyş eçîte naw wênewe:
le serewe asmanêkî bêderbest û gewałe hewrêkî
tûře û fiřokeyek dû perwane. lewlayşewe peřeşûtêkî
narincî. le xwarewe řûbarêkî bêtaqet û belemêkî
zincîrkiraw. lewber řûbarîş baxçeyek. wekû baxçey
paşay «goran», bełam emyan ne hîç xêłê le dujminan
dewryan dawe û ne řêgekanî gîrawe.
serit qurse û kefî bîre ekey be kiławî xeyał
eçîte naw wênekanî qumaşewe:
êsta mutałay kitêbî aw ekeyt û baxçeke enûsîtewe.
êsta le kenar awekey, kes natbînê. cilekanit da’ekenî û
eçîte naw řûbarewe. řûbar kemê da’eçłekê. ta nawkî
şî’irit teř ebê. çend hengawêk û egeyte belemeke.
belemeke azad ekeyt. belemeke pê’ekenê. berew lay
xot řay’ekêşî. espî texte be naw awda e’ajwêt û
egeyte lay gułzareke. eçîte naw baxçey paşay bê gardewe.
leber guł şî’ir nabînî. leber ’etir serit naperjê binûsît.
bûy be nuqłêkî kełeget. gułekanîş bûn be mindałî
zerd û sûr. le sed lawe baweş be ejnota eken. guł
abłûqey bonî naxoşî xistote ser em geştet. çi abłûqeyekî
cwane. da’enewî sê çepik bonî řengawřeng eçnît û
dêytewe naw belemeke. desteyek masîy hatûn û
beřêt eken. egeytewe kenar aw û, masîyekan egeřênewe û
ber lewey ke toyş dabezî dû sê darî kurte bałay demî
bestên, çepkekanit lê wer’egirin. çepkekan wer’egrîtewe.
be çepkewe legeł bonda bał lêk edey berew asman.
destit egate kemerî pełe hewr û tund eygirî. xotî pêwe
heł’ewasî. tîj tîj efřî. fiřokeke egrîtewe.
em careyan barîk barîk ebîtewe, ebî be tîşkê û le şûşey
pencerewe, eçîte naw fiřokewe. lecêy cigerekêşanda da’enîşî.
şî’ir û qawe beyekewe exoytewe, fiřokeyş zeman kun eka û
perdey hewrekan da’edřê û tîj tîj efřê. çepkekanit wekû
xozge le baweşdan. temaşayekî se’atî destit ekeyt.
le dway ewey bonêk ekeyt, lûtit bizeyek eygirê. bon dê,
bon dê, bon dê, bonî goyje û wêłeder dêt. bonî jan û
bonî girdî şehîdan û bonî qijî şî’rekanî şareket dê. çepkekanit
le baweşdan. to ebê lêre dabezî. dîsanewe barîk barîk
ebîtewe. wekû tîşkê be naw şûşey pencereda boy der’eçî.
çepkekan her lebaweştan. be hewra xil ebîtewe. egeyte
peřeşûteke. be destêkit petî peřeşût egrît û
be destekey tir bonekan. gułekan goranîy ełên. diłyan
xoşew leser sîngit sema eken. be hewra xil ebîtewe
egeyte kîşwerî baran, ledaykibûnî baran ebînît.
egeyte herêmî terze û memleketî tof û ziryan.
le nizîkewe mirdinî buxar û hełm ebînî. şajnî pirşing
ebînî. yeke yeke be nawyanda tê’epeřî. be nawyanda
exulêytewe. wirde wirde da’ekşêy bo berewxiwar.
zewî berew pîrit dêt û egeyte asoy serçinar.
hezar metir û pêncised metir û penca metir û lepřîş lenaw baweşî
çinarda enîşîtewe. nîweşewêkî direnge û kes dyar nîye.
gułekan lenaw baweşta wenewz eden - mandûy řêgan -
to ebê îste bigeřêy lem şareda sê nawnîşan, sê
ewîn bidozîtewe: nawnîşanî tazetrîn bonî tûřey şî’ir û
tazetrîn bonî yaxîbûnî şano û tazetrîn bonî řeşebay
naw gerûy kurteçîrok. ebê byandozîtewe. byangeytê.
ta hersê çepkî baweşî em seferey xotyan beytê
lepřêkda teqeyek dê û perdaxêkî ser mêz eşkê
ser heł’ebiřim. xew win ebê. bař dêtewe cêgey
xoy û kiçî ser bař wek bizanê min le kam
gomda nuqim bûm, lew dûrewe seyrim eka û pê’ekenê
heł’esim û bař cêdêłim û
dirextêkî serxoşim û eçme derê.
le derewe kiławî kef ba eybat û
min hest ekem leser cadey şewêkî teř
qesîdeyekim aware û, bonî gořẍerîbîm lê dê û
wişe wişe wa ewerêm.
ewsa îtir goranîyek, be dem bay weştî êrewe bo xom ełêm:
(em koşkane hîçyan nehatne xewmewe
em werzane hîçyan nehatne sałmewe.
em jinane hîçyan nehatne çawmewe.
em bonaneyş hîçyan bonî wişeyekyan xoş nekirdim!.
ewey ke dête xewmewe
her kołane quřawîyekey kanêskane û
ewey ke dête sałmewe
guł û sûtûy nîştimane û
ewey ke dête çawmewe
çawî kiçêkî koyîye û
ew řûbarey eřjête naw řoḧmewe
her sîrwanî lêłupêłe û
tenha bonîş ke bonî wişem xoş bikat
ser û qijî sawakanî şarekeme!
hemû zeryakanî êre eyanewê zineyekî biçûkî şaxudax
lenaw řoḧma qut biden û boyan nakirê. hemû şare
cwanekanî êre eyanewê kawlaşkey qeładzêCih lenaw
minda bisřinewe û boyan nakirê. hemû leşulare řûtekanî
êre eyanewê tîley çawî kiçe hewlêrCihyiyek leyad bikem
boyan nakirê. hemû dûkan û bazaře be birîqubaqekanî êre
eyanewê berdemî ḧewze wişkeke û jêr pirdeke leyad bikem
boyan nakirê, hemû şûşe ’etrekanî naw ewrûpayş
eyanewê bonî mêxekbendekey milî tom bîr bernewe,
boyan nakirê.