3

Li pirtûka:
Bonname
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 13 Xulek  1214 Dîtin
bon řêgame û qîblenma û
îtir emba.
be tewêłî ew kêweda diłopî nûr hate xwarê
řastîy bonî xuday lêhat.
le henawî dozexewe ehremenê hate derê û
dozex bonî diroy lêhat.
«qabîlKes» řiqî tîjkirdewe û
şeř bonî mirdinî lêhat.
beyanîyek xoşewîstî le kazîweda hełqułî û
hetaw bonî ’eşqî lêhat.
ta jin nebû beheşt bonî lêwe nehat.
guł bonî mindałî girt û diłnyayî bonî aştî û
xyanet bonî tarîkî û xak bonî qurbanî girt û
nîştiman bonî daykan û azadî bonî asman û
lawêtîy bonî behêzî û pîrêtîy bonî lawazî û
zerya bonî bonepnidî û gumanîş bonî hemûyan.
le nizîkî minîşewe şî’ir bonî xewnî girt û
birsêtîy bonî wezen û, wezen bonî çewsanewî girt û
kurdistanîş hî hersêkyan!
çya ełê,
ḧîkayetî pişko ełê:
’eşqêkî serkeş birdîtî, kewtîte naw dozexêkî mêjuwewe.
beheşt qirçeqirç esûta. gunahekan le agirda pijupoy
nwêyan der’ekird. gewre ebûn. çîlke û çewêł û sawirme
leşî to bû. kewtîte naw cehennemî em dinyawe.
lenaw şaxda kełekêwî qoçekanyan dagîrsabûn.
lenaw şarda serî dijyay jinekanîş meşxełan bûn,
bêşeyek bûn le pirsyar û le mergî xoyan řamabûn.
to betemay ḧorîyek bûy wekû zine bot hełqułê
to betemay espî sipîy nêw dastanî xunçe û sûtûy
nîştiman bûy. to betemay zîndûbûnewey qurbanî û
geřanewey «perîxanKes» bûy, to betemay destî
aw bûy. qurbanîyekan: řojhełatî sirûdit bûn.
qurbanîyekan: çiray şewî berbaranî řêy sûrit bûn.
kewtîte naw dozexêkî mêjuwewe, qurbanîy tiłetił sûta.
baran sûta, sirûd sûta, ewey betenha nesûta her tawan bû.
serbestîy bû be kêlanî xencerêk û
xwênî hetawî listewe.
azadîy bû be lezagî baranekan.
azadîy bû be goranîy çeqokan û
be pilîkaney dizekan.
çîrokî ew teware bêwejney dway hełokey mêrdî bû be hawserî birsêtî û bosoy tenyayî û na’umêdî le singîdaçeqawêwe geyşte kepûy em bonnameyeyş
le ḧewşey payîzda
dwa araw eřêjê
tenyayî û bê pyawî û cilî řeş
pêkewe eguşê û eçête serban û
be petî tenafda cilekan, xemî teř,
kiłołîy xusaw û birsêtîy şîtał û
şewanî nisirmî bêwejin, heł’exa
- ew bonî qujbin û sîsirkî girtuwe -
eřwanê bo dûr dûr
le pełe hewrêkî sipîda
řuxsarî esmerîy mêrdekey ebînê.
eřwanê bo nizîk, bo xwarê û
le jałey ḧewşeda
birînî geşawey sersingî ebînê.
- ew bonî xwênêkî meyîwî lêwe dê -
bo lay řast eřwanê û ewestê
lewdîwî dîwarî ḧewşewe be řêgey xołînda
karwanê maşênî çekdarî řengawřeng ebînê
birîqey doşkayek
awêney mêjûy diz
řêk eyda le çawî
le piştî yekemîn camewe, řuxsarî beharî
hawřêy caranî mêrdekey ebînê
dû destî ałtûnî û se’atî ałtûnî û
dû lêwî be xendey jinêkî ałtûnîy tenîştî ebînê.
karwanêk tîj eřwa
teputoz řuxsarî esmerîy pyawekey
naw hewr da’egrê û le çawî win ebê.
xoł beser jałeda ebarê û
tenafî cilî teř, xemî teř, pîs ebê û
emîş wek gułhêroy lewtanî
ẍemgîn û xoławîy
le giłî serbanda û
le şwênî giryanî tenafda eçeqê!
azadîy bû be goranîy çeqokan û
azadîy bû be gîrfanî cerdekan û
be bermałî tewrekan û
azadîy bû be zeřenger le guzerî syasetda û
bû be bazirganî cumley diroy řengîn
lenêwanî şarekanda û
azadîy bû be pîkabî tayey qaçaẍ
kê nawnîşanî tewawî azadîm nîşan edat?!
em wişeye bepeng buwe
em çiraye tefrederî řêgakane û hemû destê hełî’egrê.
destî mezde û destî baran
destî xelîfe û şimşêrîş.
destî darzeytûn û şî’ir û
destî ’îsa û destî tewrîş.
hemû yexeyê, berokê, ser û qijê, em gułe cwane
dirozne, řimûzne, êskisûke, em gułe bêwey û diřindeye
bê cyawazîy řeng û řegez be yeksanî eden lexo:
yexey ḧecac, yexey ḧellac
sing û berokî jan dark û, egrîcey tanso çîllerîş
qijî bêstanî hawîne û, qijî awêkî bogenîş
diłî ẍandîKes û martin luserkîngKes û
mergeweř û etaturkîş.
hemû quřgê em bange sipî û řeşey
em gimey kotir û em qîřey qel û dałey
leser xoy tapo kirduwe
em wişeye bepeng buwe.
em wişeye peştemałêkî guł gułe axir kê naygirêtewe?!
peştemałî şořişgêřan, peştemałî dewłetan û
peştemałî partîyekan û peştemałî gumirgekan!
kê etwanê nawnîşanî tewawî azadîm batê?!
hemû bonekan têkeł bûn, lenaw yekda ałozkawin.
kepûm lêyan heł’enûtê. bonkirdinim çewaşeye.
kê etwanê bimbate ser cê nizirgey bonî řastî?!
eweta řîşî kastiro bonî tikirîtî lêwe dê
çep bonî řastî lêwe dê û řast bonî çepî lêwe dê.
le vîstîvałî poşînî demamkida min şewêkyan le cellad
nizîk kewtimewe. cellad legeł qurbanîda heł’epeřî û
azadîş yasawłyan bû. lew şeweda serî «bêkesKes» û
«mang»m dî leser xwanî bazneyîy dałaşêkî pîrełoke beyekewe
danrabûn, azadîş fezay jûryan bû.
lew şeweda
serî gîvaram ebînî be leşî naplyonewe. leşî bokasam
ebînî be serî jan jak řosoKeswe. dengî ẍandîKesm gwê
lê ebû bełam demîş dem û lêwî «moboto» bû. min
serî lorkaKesm nasîyewe keçî destî destekanî firanko
bû. lew şeweda bonî cellad û qurbanî û bonî firîşte û
diřinde çun bonî guł û şyake têkeł bûbûn.
kê etwanê nawnîşanî tewawî azadîm batê?!
ew kursîye kursîy çira û perwane bû
temaşaken le îsteda kê leserî danîştuwe?!
ew kiławe kiławî kiławkûřekey baxî mîrî hełebceCih
temaşaken le îsteda wa le serî çi teyrêka!
ew gwareye gwarey gwêçkey darsêwêkî şeqławeCih
temaşaken le îsteda wa le gwêçkey çi darêkda.
ew qełemeş qełemî pencey gizing û kazîwe bû
temaşaken le îsteda çi penceyek pêy enûsê
ew boneyş bonî gîrawey gułcařekey leşî min bû
temaşaken le îsteda çi zelkawê eyda le xoy!
ême mîwey naw baxekanî diruşmî dîmukiratîy ser dîwarîn
xêł emanxiwa û xêł emanciwê û tiłpeman tif ekatewe.
ême şehîdî nemrîn, hemû carê deqîqeyek leber
awêney xwênmanda řa’ewestin, be bêdengîy qijî xemyan
da’ehênin - supas, supas -. jinekanîşman çend
sałê le berdergay połayînî bîrubaweřda eçeqin, birsêtîyan
eyka be heraw qiřeqiř. her bo ewey řêyan biden biçne jûrê û
xwawendêkî nan bibînin. ême telî zerdî karebay dizrawîn,
bełam dwayî le paytexte hêjakanî dirawsêda, dway twanewe û
têkełkirdin ekirêyn be zêř (têbînî: gwaye îtir çîtan ewê!)
ême be qîst řîş ehênîn lewlaw ême be kaş xyanetî
çawřeş ekřîn lem law, ême be gořînewey gwêçke û dolarîş
sopermarkêt, vîvo, îva ekeynewe le ewrupa!
hemû řojê lew merzane
syaset şîşî gumirge û
eçê be qebirẍey nîştimanî hêja û xoşewîstida
ême îste wetenêkman heye kun kun
buwe be bêjnigî merg û, şarî pê ebêjînewe.
serî pê ebêjînewe, xwênî pê ebêjînewe, kostî pê ebêjînewe,
kêlî pê ebêjînewe,
nîştimane nazdarekem
çend sał bû mozî nedîbû
řojêkyan dîy heta şehîdî em řaykird
qaçaxçîyekan twêkłekeyan bo hêştewe
nîştimane nazdarekem, çuwe serî û
hełxilîska û be demda kewt!.
serman kulaney segelî
peyve diřekanî xan û sułtan buwe.
mang le asmanewe witî:
bo ewan peyvî małîy bûn
bo xoyştan dîrokî hewşar!
şa’îrêkîş leser banîjey ’eşqewe herdû destî
hełdaye naw dozexewe û şî’rî sipard be agir û ewsa witî:
nîwey hoşî jengigirtûm û nîwey cestey temgirtûm û nîwey dengî tilîsawe û nîwey serincî qirçokim
bonî boxnikî ’ecem û bogemirxey řomî lê dê.
nîwey mêjûm meymûnêkî dem bexendey leş sûk
buwe. nîwey cestem lêbûk buwe. nîwey peyvim
qełafetî diroy kete û zirgî derwêşî qacar û nałî
swarey ḧemîdye û qilyanekey mensûr bîlla û
nîwey mêjûm le şewanî çûne perdey babî ’alî û sełteneta
berbûk buwe!
eme sere
yan pajnekêşî pêławî mîrałakan?!
her dwênê bû le tenekey zibłî berdem małekey enwer
paşada le estemuł gindorey serî genîwî xom bînyewe
tûř dirabû. tûř dirabûm. min twêkłêkî lûlxiwardû bûm
lew zibłeda û her xoyşim xom elistewe û her xoyşim mêş û
megez bûm, wirukabûm.
eme sere
yaxud menhołî zêrabe?!
pirîşkêkî nîgam hebû
birdyan bo ewey momêkî le ḧeremî xelîfeda
pê hełbiken. momyan hełkird û çawî min nehatewe.
yaqûtêkî xewnim hebû. tûtîyekî xom fiřandî
yaqût win bû, ta şewêkyan
le cejnî serî sałda bû
le pencey jine turkêkî modêrinda min dîmewe û
nasîmewe û, xwênî xom bû eycirîwan!
eme mêjuwe min heme
yan ḧemałî hezar sałey xan û sułtan?!
eme wiłate min heme
yan ’erebaney desgêřî birîn û jan?!
erê «mîro» ewe kam «ba» qefî simêłî toy fiřan?!
le kam şewda û kame diz bû le penawe serî dizît?! ewe kam
circî şewgar bû kiřkiřagey řojgarî toy kiřanewe?!
kame pişîley kêwîy bû her be kałî hemû ẍîretêkî xwardî?!
erê «mîro» bo napirsî kê ḧîley şaxî xesanî?!
bo napirsî ew babołeyey naw destit boçî egrî?!
bo soraxî pêkenîne kujrawekey lêwit nakey?!
bo napirsî dengityan le kam gořistanda şardotewe?!
axir «mîro» bo be şwên çaw û birot û nawkî kewtûta nageřêy?!
bo napirsî nanî dem be zerdexenet boçî nîye?!
bo gwêt le qułpî awêkî bextyar û řûxoş nebû?!
to napirsî, qet napirsî, boçî řojê diłit nebû be bałinde û
le xoşyanda her hîç nebê tozê bifřê?!
to napirsî, qet napirsî, boçî řojê le řuxsarî jineketa
taqe gułêk çîye neřwa û wişeyekî pê nekenî?!
to napirsî, boçî lankey mindałeket her lerzuta řay’ejenê?!
to napirsî, qet napirsî, girde giřuyekey dirawsêy caranî to
ew daristanî ałtûney le kwê hanî û be çî kiřîy?!
erê mîro, axir mîro
to betemay key bijît û
to betemay çi wext nemrî?!
to betemay çi wext bonî
ziryanêkî tûře bigrî?!
wa henûkeyş dûrgekanî menfa ełên:
zerya bonî sersambûn û tirsî lê dê
bonî hajey heta heta, bonî şiłpuhuřî zeman
bonî bêbakî û tefredan.
bonî ẍezeb, bonî gunah.
çûyte naw menfay awewe.
telbendî aw dewrî girtûyt
bûy be tořî ẍurbetewe û
wekû kîsełêkî awî tenha serumilit dyarin
wiştiraw etpêçêtewe. bo çeşêkî diře masî
to hawarêkî gîrxiwardûy binî zeryayt
to şaxêkî biçkolaney lenaw awda ’asî bûyt û
dengit le quřda çeqîwe.
dengit bonî win kirduwe.
to birînêkî bê bonî em zemaney
to be pêy xot hatûyte naw
tûnawtûnî bizirbûn û dawekanî tofanewe.
menfa bonî xewnî xinkaw, bonî cestey keştîy xinkaw
bonî mał’awayîy yekcarekî û bonî mergî teřî lê dê.
keştîy xinkaw mamostaye
ziman fêrî zerya ekat
wa îste ke şepolê dê be yonanîy qise eka û
şepolêk dê û turkîy edwê.
maweyeke zeryay îce
zimanî sêhem fêr buwe
şepolê dê, be yonanîy qise eka û
şepolê dê, turkîy edwê û
le dwayîda şepolê dê şeřwałêkî
ew şaxaney leberdaye û desmałêkî ew kejaney
le kołdaye û, kurdîy edwê.
menfa ełê:
to ewînêkî řakirdûy
xot lêreyt û bełam gyanit bo weyşûme cêhêştuwe.
pasawî to û kefejîlke leyek eçin
ne zerya biřway pê eka û ne wişkanî.
řatkirduwe, to gułêkî tirsinokî û
hełatûyt û lankey bax û binarî xot cêhêştuwe.
řatkirduwe, şimşałêkî xoperistî
her betenha awazî xot xoş wîstuwe.
hełatûyt û axekanî ełławeysît cêhêştuwe.
řatkirduwe, to her serî defterî xot derkirduwe û
to her serî qełemî xot derkirduwe û
bełam cestey zimaneket
bełam serî wiłateket
topî peřo û dahoł bûn û
bo dozext cêhêştûn û, řatkirduwe!
řeşeba bê, kêwit nawê!
gerdelûl bê, baxt nawê!
ḧîkayetit be birsêtî û
serincekanit bê tem û
şî’rekanit be nexoşî û
daykî xoyşit lenaw tarîkîya nawê!
pasawî to û kefejîlke leyek eçin
ne zerya biřway pê eka û ne wişkanî.
menfa ełê,
ḧîkayetî winbûn ełê:
kewtîne naw tunêlêkî dirêjewe,
xoyşit meraqî dirêjî.
çûytete naw tarîkayîy kunawder û bin bîfewe
le bin bîfa to xulyayekî şêdarî
legeł şêda jengêkî nwêt hełhênawe
- bonî hêłî girîsawîy
şemendeferit girtuwe -
le wagonda
ebî be řojnamey xewtûy ser kursîy çoł
ebî be take deskêşî cêmaw
be řîklamêkî tûřdiraw
bonî bîrçûnewet lê dê.
hemû řojê be bin bîfda û le wagonî naw mîtroda
dûkełêkî ser řeşît û hatuçote
to le cantay danexraw û hełweşawî
bê xawen û tenya eçî
legeł hemû lereler û teqeteqêkî tirînda
yadêkit xil ebêtewe û
nyazêkit epçiřêtewe û
bonî winbûnit lêwe dê.