2

Li pirtûka:
Bonname
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 11 Xulek  1045 Dîtin
le şewanda bonî letanî çwardewr û bonî tirîfey
fênk û tirûskayîy guł’estêre û bonî nasor heł’emjî.
be řoj bonî axawtinî zimanêkî qendeharî û bonî sadeyîy
mirove dił gewrekan heł’emjî.
ser ekeyte ser řanî mêrg
xewêk dête baxełtewe
bonî řeşke û xeney lê dê, ew eřwat û xewêkî
dî be kawxo dê û em careyan em xewneyan
bonî punge û meşkey lê dê.
(tewaw her be wêney qetê
ta wişem necûłêtewe
le xakî cwê nakeytewe.
wekû beřûy dwaney beyekewe nûsaw
wehan pencem û pencey berd
tewaw her bewêney xoşaw
heta dengim nexoytewe
tamî nûsînî min nakeyt.
gwêm lê bigre! xirme xirmî denke terzey
ser řeşmał û barînî wişey naw serim
her yek şitin.
to em xeyałanem bon ke
yan bonî nanî ser sac û yaxud bonî
denke qezwanî şînî naw kase doyekyan lêwe dê.
min be serî sedey bîst û yekemewe şî’ir enûsim
bełam hergîz nyazim nîye kułebał û
kepenk û ferincî û şał û feqyane
le şî’rekanim damałim!)
bełam kepûm nebû be kepûy kwêstan û germyan û
kepûy jyan. ta bone naxoşekanim hełnemjî.
heta bone here here çewsawekan, here here bedbextekan
here here xwênawîyekan, here here zordarekan,
here here dîlekanim hełnemjî û her hemû kasyan nekirdim!
bonî kołane gullekan le sałî řişaneweda,
bonî hełqirçanî pêstî derdedaran, bonî tarîkayîy zîndan,
bonî tirs, bonî nebûnî, bonî qamçî, bonî
cestey espêwnî syaset û bonî kakołî řişkinî
bapîran û bonî batłaxî sedey diro û bonî qenarey
çwardewr û bonî îdrîsî bidlîsî û bonî dizan.
bonî xyanet û bonî kelakî topîw yek bonin.
bonî çiłk û bonî sûxorekanî syaset her yek bonin.
bonî bogenke û dîktator
bonî lutawêj û bonî çetekanî mîlîşya û
bonî şeřî birakujî û bonî diz û apxanekan her yek bonin
(bogenkey diz û pyawkujan le lûtawêjî emřoda. kamêray şarawey şî’ir û çendîn kurte dîmen û kurtîle çîrokî naw em bonnameye)
=yekem:
wextê bałat hermêy egirt
ew gundane bo ewînit diłyan hemû berçine bû.
(to bonî baranî pełe û
bonî semelit girtibû)
wextê destit cogey řûn û
serit gułebeřoje bû
ew deştane bo ewînit leşyan hemû
awêne bû
(bonî lîvay taze zaw û
bonî sewzegyat girtibû)
gundekanîş, ax gundekan!
ewey mabûn
wekû kawiř serit biřîn
hetawit wirduxaş kird û
awit kuşt û
awênekanit kwêr kird û
berçinet piř kird le birîn.
to êstake ew bałayey kirim egrî û
ew mêjuwey etkî řojgarit ekeyt û
ew desteyşî
ke şew dahat
memkî daykî xot edzî!
(to êstake bonî awdestî mizgewt û
bonî kawlaşî naw gund û
bonî meytixanet lêwe dê)
duwem:
direnganê le jûrêkî leş quřînda
çirayek ekujêtewe û
jinêk hêwaş dirêj ebê û
le tabûtî kuřekeyda şî’rêkî řeşpoşe û enwê.
le xewya eybînêtewe, dêtewe mał
baweşî piře le momî dagîrsaw û
qijî buwe be guł henar.
- bonî hawînî lêwe dê -
le xewya eybînêtewe, taqanekey kełêke sûr
dêtewe mał
leser textî nêwçewanî be gewreyî
nawêk, nawî celladekey hełkenrawe.
jine be dem şepolêkî zirîkewe da’eçłekê û
hemû leşî enîşête ser bonî tirs.
çend deqîqeyek direngitir le jûrêkî meřmeřînda
çirayek ekujêtewe û
pyawêk hêwaş pał ekewê û
lenaw lokey xewda enwê
- bonî desełatî lê dê -
le xewya jinêk ebînê buwe be hewrêkî şêt û
buwe be şewêkî şêt û
dête małê.
jineke enasêtewe
wextê egate berdemî
jine destî dirêj eka û
çermî sikî ekatewe û
serî kuřekey derdênê û
beramberî ew řay’egrê.
pyaweyş be dem hawarewe da’eçłekê û
leşî bonî tîjî řiq û
çawî bonî tołe egrê
(bo beyanî
her leber małe tabûtda
langirozerê, gay asne û be hecoke û řa’ewestê
le piştewe çwar çek baz edene xwarê û
em careyşyan dergay tabût eşkênnewe û
bonî tawanyan lê dêt û eçne jûrê!).
sêhem:
- nabê, ebê şitêk hebê
ew bêşeyey şêt kirdibê
egîna bo dête ser řêm yexem egrê!?
- ey tewreket lebîr çowe?!
- nabê, ebê şitêk hebê ew çemey tûře kirdibê
egîna bo wa çemûşe û emdate ber çepokanî aw û
wa xerîke her beřastî bimxinkênê.
- xot gêl meke
ey to cogeyekît nekuşt?!
- nabê, ebê şitêk hebê egîna bo baran emsał
her serêkîşî lê nedam?!
- ey şaray par kê sûtanî?!
- nabê, ebê şitêk hebê egîna bo
ew şeqamey bîst sał bû her destî xom bû
keçî êsta ke embînê řuxsarî xoy wer’egêřê û
lew bone xoşey caranîm pê nabexşê?!
- xot gêl meke
ey ew şewet le bîr çowe
çûyte serî çawit dizî û awdîwit kird?!
çwarem:
nehênîm lay şewêk dana
bo beyanî ke çûmewe
nehênîy bûbû be mel û baxî giştî
- bełam mel û baxî giştîyan lê dizîm -
le baxîşda çend xewnêkî xom şardewe
wextê derimhênanewe, xewn bûbûn
be nuqił û be bûkeşûşe bo zarokan.
- bełam nuqił û bûkeşûşeyşyan lê dizîm -
lenaw kuneşaxêkîşda
hendê xozgey xwênawîy xom şardibowe
katê derimhênanewe,
ew xozganeyş bûbûn be tara û be mom û
bûbûn be polê ḧeyranî dway řapeřîn
- ewaneyşyan her lê dizîm -
le îsteyşda wa benyazim herçî sirûdêkim heye
herçî bahozêkim heye le qełay gyanî êweda bîşarmewe
ta ew řojey heł’eken û
mel û guł û baxî giştî û tara û momim
leser bałî ḧeyranekan bo dênnewe!
pêncem:
min embînît
werz werzî befranbar û bapûske bû
keçî lenaw lepî destita
gułe xorî tya eřiska û
şan û milit bo bałinde kêwîlekan hêlane bûn.
le gîrfanta her betenha pûke pûkî nanewrde û
lałanewey wirde çew û, wirdebzey mindałan û
dû sê şî’rî řawnirawî êmey tya bû.
berbaxełit řojjimêrêkî quřawî û
dû tał qijî çîrokêk û
hendê qîjey teřî deşt û
çend axêkî sardusřî şarî tya bû.
le serdemî jan û gułda to ettiwanî:
be wirdenan deẍłî ewînî ew xełke hemûy bikřî.
be wirdeçewî goranî, şedey serî herçî şepolî řûbare byanbestî.
be tałe qij, daristanekan bênîte cêgejwan.
be xwêndinewey dûkełêkî naw řojjimêr
samał bibeyte eşkewt û
be qîjey teř hewrî nezok bibarênî û
be berde’estêy honraweyş bejnî şewgar dagîrsênî.
min etbînim le zemanî
şemşemekwêre û qaçaxçî û
le serdemî syaset û zelkawîşda
serit buwe be camxaney ałtunçîyekan
eynasmewe: ew hîlale hełwasrawe
demuçawêkî dizrawî mangî bêwejnî mine.
min etbînim: gîrfanekanit piřn le qaqay bałexane û
piřn le bawêşkî xanûy zewt kiraw.
her hemûyan enasmewe, ew pêkenînî yaqût û pîrozane
xwênî berd û mewcdanewey azarêkî şînî mine.
le berbaxełta mêjûy diz kiř kewtuwe û
řojgarî pîs heł’ehênê û
min eybînim û eynasmewe: ew milwankey mirwarîyeyş
ke le milî koşkêktaye, eweyş her sî û dû danekey
hełwerîwî şeqamêkî cestey mine.
to bonî şemşemekwêre û
bonî bodřî ḧeram û
bonî lastîkî sûtaw û
bonî řişanewet lê dê!.
bon řêgame û
embate naw kun be kunî řeng û deng û temaşawe
to heta bonî bezeyît lela xoş bû,
řakşabûy, qaçit nebû.
heta bosardî bêweyît bon ekird û
her bonekanî hêwrîyt heł’emjî
to xemsard bûy, destit nebû
ke bonî yaxîbûnit kird, îtir ewsa hestayte pêyan
ke bonî tûřebûnit kird, îtir ewsa to lenaw bonda hełtikird.
bonî sûr leştî daçłekan, bageřî bon gêjî dayt û
baranî bon teřyankirdî û bûy be asman.
bonî yaxîbûn û bonî espe keḧêlekan her yek bonin.
bonî řapeřîn û bonî heło qirmizyekan her yek bonin.
min ebê danî pêda nêm
bonî gelê wişe û řistem
bonî řoḧyan têkeł nebû
boye her zû ba birdinî.
min ebê danî pêda nêm
lecêy ewey şî’ir bikem be mirwarîy binî zerya
keçî boxom, min kirdimin
be texte û pûş û pełaş û
aweřoy lîxin birdinî.
le taqekanî jûr serma
min gułdanî bonim zor bûn
bełam be yek řoj dway mergî (kanî ’aşiqan)
giştyanim derhênayewe û le berdemma řîzim kirdin:
serlenwê bonim kirdinewe
gułdanî firmêskim, şikan.
gułdanî bezeyîm, şikan.
gułdanî hêwrîm, şikan.
gułdanî bêdengîm, şikan.
ewey betenha hêştimewe
her gułdanî bonî gyanî «řapeřîn» bû.
çya ełê:
be dem çirîkey berdewe, toyş bałit girt.
be dem awazî awewe, ebûy be pijey goranî û
le řuxsarî xoşewîstîy heł’epirjay.
befir ełê, ḧîkayetî sipî ełê:
nehênî û kulû û sipîbûn, xwa sipîy bû
le asoyekî sipîda bonî řenge sipîyekanî
ew dîw xeyałî xot ekird
net’ezanî leberçî lenaw sipyatî temaşata
«meḧwîKes» dêtewe pêş çawit?! etbînyewe:
herdû destî liqe zîw bûn, řwanînekanî pemû bûn.
çawekanî gułe hermêy beyanîyan û hewrêkî xaw kakołî bûn.
net’ezanî em xeyałe sipîyey to
boçî berdewam pirsyarî sipîy egrê?
net’ezanî boçî «meḧwî» hatote lat?! lêy řa’emay,
serî nîşaney pirsyar bû, pirîşkî agirêkî sipî lenaw řîşyewe
ebarî. biroy pepûley sipî bûn, lêy řa’emay:
hestit ekird hemû carê momî sipî etwêtewe û dîsan
dirust ebêtewe!. le «meḧwî»da to etbînî:
ziman buwe be nûrî xwa, wişe buwe be gerdîley tîrêjêkî
nehênîy xwa. hestit ekird ewey ke meḧwî eybînê
to naybînî. hestit ekird ewey meḧwî bonî eka,
bonî nakey, to etbînî xewn eçête ser řanî û şî’ir
enûsê. wecdêk ebê be xermane û day’epoşê.
lenaw yek denke genmida ebê be tavgey şîr û leser bałî
yek perwaneyş berew îşraq esûtêt û etwêtewe û heł’ekşê.
bonî meḧwî û bonî nehênîy mirdin û
bonî barûne û gumane cwanekanîş her yek bonin.
bonî řenge sipîyekan û bonî kazîwe û îşraq û
bonî wecdî piř pepûle û yezdan yekin.
«meḧwî» emxate naw gerûy pirsyarewe
emka be soraxêkî wêł,
lenêwanî řeḧim û qebra.
«meḧwî» emxate naw dengî gumanewe.
«meḧwî» emxate naw bonî gumanewe.
«meḧwî» nahêłê daskenêm le mengîda
emdate dest gerdawî şêt
emdate dest pirsyarî şêt
le nêrîney wirujanî qułayîda!.
emdate dest gêjenekan
namdate dest guł û lim û
be çeqeney dane berd û naw tełzimî bûnda emba.
ew piřupûçîy jyan û ew piřupûçîy mirdin û
tirawîlkey em seferey
nêwan bêşke û gořekey xom nîşan eda.
«meḧwî» nahêłê daskenêm wekû «wełam»
«meḧwî» nahêłê min hergîz seqamgîr bim wekû «yeqîn»
boye ew minî kirduwe
be hełçûn û be daçûn û
be zimanêkî diřdong û be şî’rêkî piř le «bełam»!