1

Li pirtûka:
Bonname
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 13 Xulek  1298 Dîtin
«ba» be şeleşel heł’ekat!
lem qutbewe «ba» egeřêtewe dwawe
egatewe yekem kołanî zubanim
leber dergayekî nizmî çilekanda da’enewê
bonî mindałîm ekat û gułexewnim heł’emjê
bonî mindałîm çun bonî karjoleyek, pelke gyayek
çun bonî denke çwaleyek
her zû têkeł be bonî giryanî daykim û
bonî lawandinewey teř û
bonî giłgeçî jûrêkî kesîre bû.
bonî şew bonî tirsêkî zistane bû
bonî boyrşî tenyayî û bonî êwarey hejarî û
her zû têkeł be bonî tîjî kesasî û
bosardî lêfey řêzał û
xewnî pertî jyanim bû.
befir ełê,
ḧîkayetî sipîy ełê:
giřugałit giřugałî şemame bû
lanket geła hencîrêk û
yekem wişet bonî řazyaney lêhat.
le sêberî bêstanêkî «mełkendî»da to xeyałî
biçkolaney beřûle bûyt, bexakewe qirsa bûyt û
legeł giłda pê’ekenît. bełam řojê bablîskê
le bincewe hełîkenît. keçî řojê lepřêkda,
le berzayîy cirîwewe, le berzayîy tirîqewe, xil bûytewe û
kewtîte naw xołemêşî dołêkewe û leçaw win bûyt.
bonî řez û bonî daykim her yek bon bûn.
bonî çya û bonî bawkim her yek bon bûn.
hemû şewê řezî çaw řeş
ḧîkayetî hêşûyekî hełwerîwî bo ekirdim
hemû şewê ew bêstane perçem û pirç bon xoşkeye
ta enûstim
ḧîkayetî pelk û gełay sitranêkî
em zimane dařnirawey bo ekirdim.
befir ełê,
ḧîkayetî sipîy ełê:
kontirîn dûkeł, dûkełî mangeşewêkî tewarî bêwejin bû.
yekemîn bon lew tirîfe sûtawewe, le bokřûzî ew deng û
řenge û le bosoy ew kirasewe geyşte kepûy mindałît.
lew wextewe îtir kepût bû be kepûy wiłateket,
lewsakewe dûr û nizîk bonî hemû wezenêk û
bonî hemû řûdawêk û bonî hemû nehênîyekanî naw mêjûy
kon û taze û dinya ekeyt. be bonkirdin xem û xoşî,
şayî û şîn û tarîkayî û řûnakayî le yektir cwê ekeytewe.
be bonkirdin karesat enasîtewe. her be bonîş to çêj ekeyt.
be bonkirdin řengekan û awazekan heł’ebjêrî û gułdanekan
řîz ekeyt û werzekan enûsîtewe.
to bonekan lenaw «ba»da der’ehênî.
to bonekan ekey be denke mûrûy řengawřeng
yek yek cyayan ekeytewe le yektirî.
to bonname egrîtewe bo seferî dengekan û
bo dahatûy temaşat û
her be bonîş řengekan exwênîtewe.
bînînim taqîkirdewe, tirawîlkey sehwîrê bû.
bîstinim taqîkirdewe, gumřay deng û lawjê bû.
- girtinim taqîkirdewe, siřbûnêkî berdewamî naw desim bû.
çêjîşim taqîkirdewe, pełasecûy naw demim bû
her qełemî bon bû mabê û
bo em care şî’rêkî nwêy pê binûsim.
(yekem goranîy bonxoşî em bonnameye bo tewarêkî bêwejin ełêm):
«lew gwê awe min desim da le perçemî
sûreçnarêk bêwejin
le paştirda destekanim
bonî sûrayîy xorawa û
bełałûkî werîwyan girt.
min xom hełsû le peř û bałî zîwînî
kotreşînkeyek bêwejin
le paştirda ser û mil û leşim hemûy
bonî tenyayîy hêlane û
asmanêkî axdaryan girt.
min maçêkî ew goranîye bêwejney
naw wagonî ẍerîbîm kird
le paştirda dem û lêw û tûkî serim
bûn be baxî hewrbirdû
bonî řêga dûrekan û
bonî leyek dabřan û
bonî kemançey çawteřî dinyayan girt»
azar, bonî nîştimane wêranekey minî lêdê.
bonî xwên, bonî mêjûme.
bonî mîdîyekan û bonî gatakanî zerdeşt
bonî şerab û nuşustî her yek bonin.
çwarîney babe tahîrKes û beytekanî feqê teyranKes
bonî keşk û gułegenim û
mêxekbendî milî kabanuyan lêdê.
befir ełê,
ḧîkayetî sipîy ełê:
to cwanû bûyt, yałit taze giřî egirt
taze be taze wek masîy ḧewzî mizgewtî «ḧacî ḧanCih»
le awêkî ber hetawî řûn û qułda melet ekird.
her lakêşêkî çend metrî cîhanit bû, ke «bo» cestey
çwar sêdare, bonî çwar pet, le paytextewe geyşte
ḧewşeketan, małeketan, dartuweke û milwanke û awêney
daykit û kitêbekanî bawkit û cantay peřot, hemû bonî
ewanyan girt. ewane bonî ewîn û řûnakî bûn,
hełtimjîn. ewane bonî qurbanî û azadî bûn,
hełtimjîn. bonî beybûn û qurbanî zor dûr eřon,
bonî řûnakî û qurbanî her yek bonin, îqlîm gîrin,
berd ebiřn û dar ebiřn û dîwar ebiřn.
sirûd bonî beřûy ser agir û
bonî şaxî giłezerde û eşkewtekey hezarmêrd û
bonî gumezekey emîn zekî beg û
şî’rî «bêkesKes» û «qanî’Kes»yiş
bonî hawarî řastewxoy şarekem û
giłesûrî dway baranyan lêwe ehat,
hełtimjîn û gewre bûyt.
tûy melîk eygêřêtewe:
çawî sewzî kiçołeyek, dû pepûley naw efsane,
dû çiray kesk, êwareyek hatne naw gelî gyantewe û
şwênyan kewtî, ebûy be hetaw eřoyştî, ebûy
be sêber eřoyştî. ebûy be dirext eřoyştî,
şwênyan kewtî. beser tîşka bazit eda û le mangeşew
heł’enûtî. xorinşîn řengî ekirdî û goranî teřî
ekirdî û lenaw bonî zerd û sûrda etlaytewe û le
hewra pał ekewtît û sirweyekîş day’epoşît. çawî
sewzî kiçołeyek bûn be xewnî kesk bo to û
heta îsteyş bonyan ekeyt. heta îsteyş şwênyan
kewtûyt.
bonî çawî sewz û bonî ’eşqî sewz û
bonî gełay çinar û mêw her yek bonin.
bonî zerdexene û bonî nêrgiz û cêjwan her yek bonin.
lenaw bonî çawî keska bûy be mêrg û
le xemî cwanda twaytewe.
(bonî xałêkî biçûkî sînet ekem
herdû çawim enûqênim û egeme binar herdêk û
serim ekem benaw koşî pełeyek řêḧaney řeşda.
bonî çend tałê lew qije zerdet ekem.
herdû çawim enûqênim û egeme naw siftîkêk û
le berayîy gułezerda řa’ekşêm.
bonî firmêskêkit ekem, herdûçawim enuqênim û
egeme xwar karêzêk û serim ekem be tenkawî estêrkêkda
bonî axêkit ekem û herdûçawim enûqên û
řa’ewestim hetakû bay befir dêt û
berew zenwêrêkim ebat
bonî ’etrî nawit ekem
herdû çawim enûqênim û egeme naw dîwanêkim û
îtir min çaweřêm heta awî şî’ir zyad ekat û
lenaw xoyda ẍerqim ekat)
to her boxot
şûşe ’etrêkî ziraf û barîkeley
ser nekirawey
oh guławim! serit bêne
ba be dû pencey em ’eşqe şipirzeye
kiławî baxçe badem û bitkemewe
her becarêk leçawmewe bitqiłpênme
naw naxmewe.
oh guławim! dûdił mebe
to lelay min şûşeyekî xałîy nabî.
min guławçîy em zimanem, le îstewe
hemû carê bo piřkirdinewey tazetir
řoḧî şî’ir û xoşewîstît beyekewe egirmewe.
le îsteyşda dway řoyştinit, le cêjwan min bonit gird ekemewe.
tełî bonit yeke yeke exeme naw cantay řeşî bin destimewe.
bonit ebemewe małê, le jûrekemda day’enêm heta şewê.
şew cantay bon ekemewe. hêwaş dest ebem bo bonit
ta nejakê. miştê le bonit eřwênim, lenaw bonta leşularit
ebînmewe. min dest be bonta ehênim. min bonit da’egîrsênim.
min bonit edem be xomda û min wêney bonit ekêşim û
qum qum bonit exomewe. bonit kasêtî şewanme û gwêy lê egirim!
oh! guławim!
ew řojey to sefer ekeyt, bonî şî’rî nalîKes egrî.
ew řojey egeřêytewe, min bonî newrozim lê dê.
ew řojey ke to pest ebî, min bonî germyan egirim.
ew řojey etrîqêytewe, bonî cirîwet lêwe dê.
hendê carîş ke edwêyt û min têtnagem
ke etbînim bê lenceyt û řuḧit sîse û
her tałemûy ałozkawî,
min ew řoje bonî şî’rî bê nawik û
bê aheng û bonî wişey mirdû egirim.
le îsteyşda, pêłûm pepûley manduwe. pêłûm xerîke pîr ebê
bełam çawim, ne’ wa mełê.
dwênê leser ew şeqame wirde xałê
le xałî xałxałoke biçûktir, le denke zengyane wirditir
le berokî cwanêkewe kewte xwarê dozîmewe û hełmigrit û
kirdim be nuxtey dway maçî dêře şî’rê.
qijim hêlaney manduwe, qijim keprêkî řûxawe.
bełam serim, ne’ wa mełê.
em beyanîye awazê lûstir le masîy bwarê,
tîjtir le peytûkey xewê wîstî asoy xulyayekim cê bihêłê
nemhêşt derçê û girtim, kirdim
be xiringey pawaneyek
bo pêy şemê
pêstim dewarî manduwe, pêstim zemanî řêřêye.
bełam şî’irim, ne’ wa mełê.
min her bo xom wişey «cwan»y naw zimanî kurdîy xoym
beser naçim. min her boxom
semay şî’irim, besernaçim.
hênde nabê leser hełgurd bałone hewrî şî’rêkim
piř kird le bonî jyan û dame des «ba»yekî dwařoj
bełam pêm wit: ba carê ew, her bê û biçê. her bê û biçê
ke min nemam ewsake ba bête xwarê û
şest dařjê!
ser ekemewe be koşî bonekanî řaburdûda
egeme naw deẍłî ḧerf û kerwêşkey wişey tya ekem
ebim be gwêçkey giłimtik û
kepûy řiste û
gemyey kitêb e’ajum û
min «mem û zînNava taybet» exwênmewe.
bonî řîşî xanîKes û bonî nêrgizecař her yek bonin.
bonî şipirzeyîy mem û bonî lawlaw her yek bonin.
zîn bonî tancîkî lê dê û
«memKes»yiş bonî kenarî zê.
«mem û zîn» exwênîtewe.
pencerey mord û wenewşe
leser şî’ir ekeytewe.
xeyałêkî bondar etba:
mem û zîn dêne ser taqî pencereket
pencereket bonî cizîrCihe û botanCih û dîcle egrê.
bonî tawan û mergeweř her yek bonin.
bonî bognitik û mergeweř her yek bonin.
legeł estêrey kişawda ekewîte naw «wanCih»ewe
legeł xulyay diłdaranda exulêytewe.
le cejnî xak û direxta
legeł xanî agirî newroz ekeytewe.
’eşqêk etka be biłêse û be biłêse
daristan enûsîtewe.
biłêse bonî ẍîretî memî lê dê û
qijî «zîn»yiş bonî ziman.
(lenêwan min û zimanda
ewey hebû her merḧebay řojane bû.
ta ew katey êwareyek hat bo lam û
legeł xoyda û le hewrêkda
xulyay şî’rî bo hênabûm
lew wextewe îtir tewaw têkeł bûyn û
lew wextewe ew bote jan û birûske û
lenawewe pêç exwat û
leserewe lêm edat û
minîş bapûskey baranim.
lenêwan min û bonîşda ewey hebû
her merḧebay nawbenawî lay baxêk û
lay şaxêk û lay çemêk bû
tenha ew wexte têkeł bûyn
ke şewêkyan legeł xoyda piř be koşî wiłatekem
bonî sûtan û qirçanî xewnî jin û
mindałanî bo hênabûm.)
deştî weys eygêřêtewe:
wadey koçî narewen bû. legeł badî xoş mirûrda
henasekan ser heł’egirin bo byaban. legeł badî xoş mirûrda
peřesêlkey firmêskekan pûş û pełaş egwêznewe.
estêrekan bargewbiney cirîwekan epêçnewe, bo yadgar
esrînî ḧucre û xaneqa ehonnewe û eykene gerdinî
ẍurbet. baran eřwa û wadey koçî nimey şî’re. baxan
eřon wadey koçî sinewbere. le nîştimanî «baban»da
cêy pepûle nabêtewe. le hêlane berdînekey diłî dayka
cêy kizeba û em şemałe nabêtewe. ẍerîbîy şewêkî
řûtî ber lasame û naw tofane. legeł hemû hengawêkî
narewenda, axêk le sîney xakewe ser derdênê û
heł’etoqê. legeł hemû şeqamêkî em azare koçereda
daxêk le sîney berdewe dête derê û leber giřey
sebûnêkda hełepřûzê.
awiř le çî edeytewe?
xwaḧafîzî le kam wefa û le kam řengî kujraw ekeyt?
xwênekan aşt nebûnewe.
«mîran» seryan neda be to û dayan be dem bay şêtewe.
awiř leçî edeytewe?
narewen eřwa û liqî ew be dem wiřêney geławe
semayekî derwêşane le ḧizûrî
baranekey pełey řoḧ û ’eşqa eka!
bonî narewen û bonî çarenûsî nadyar her yek bonin.
bonî xorinşînî weys û bonî em koçe, yek bonin.
bonî ḧucre û bonî bêzarî, yek bonin.
bonî şêdarî tenyayî û bonî seferî firmêsk û
bonî sêwî serhełgirtû
bonî mał’awayî dwayî her yek bonin.
(ew, sereta
ew, betenha pirîşkêkî taqane bû
ke le bałî hîcret bowe.
ew, sereta
ew, betenha diłopêkî taqane bû
ke dîdey ḧesretê řiştî.
pirîşk kewte nawmanewe
diłop kewte nawmanewe
temaşaken! lewsakewe
pirîşk çon bû bem agire û
diłop çon bû bem zeryaye û
temaşaken! aw û agir beyekewe
hetakû kwê tenînewe!)
pencerey jûreket ełê:
kepût buwe be kepûy çuxim û şeqam û îste
bonî şewezeng û îste bonî germesêr û îste
bonî gułelîmoy ewînêkî taze ekeyt!
wa bon buwe be çaw û gwê
be bon ebîsî û ebînî
«ełławeysî» bonî pêdeşt û gijugya û loşî lê dê.
«ełławeysî» bonî mamz ehênête naw jûrtewe
îste bonî dengî «’elî merdanKes» ekeyt
bonî ’eşqê le germada areqî kerkûkCih der’eda û
zenguł zenguł be lamlî zengeneda dête xwarê.
bonî ’eşqê lejêr sêberî keprêkî bałay «şwan»da
ebê be miskî askê û beramekey sîḧrêkî nwêt
pê ebexşê. be řêw banî bonda eřoy. egeyte
menziłî «xawker», lewê bonî simłî mêjûyekî dûr û
bonî xałî kutrawî ser henye û çene û bonî libad û ser
zîn û cacmêkî konesał û bonî nanî coy birjaw û
kałekî nêw bêstan ekeyt.
giře ełê: bonî hełqirçanî kispe û
bonî germyan û bonî birîn her yek bonin.
kepût buwe be kepûy deşt.