5

Li pirtûka:
Bonname
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 12 Xulek  802 Dîtin
min lew zine biçûkewe fwarey wişem
heł’edeme naw zeryakanî dinyawe.
min ew wêrane û kawlaşe ebeme naw
henaw û cestey dinyawe.
ew tîley çawe ebeme naw çawekanî dinyawe
ew milwankey mêxekbendeyş
ekeme gerdinî cîhan!
min ew şî’rem,
eger kepûy berdî hełgurd
bonim neka û xoşî newêm,
îtir dway ew, bonim naka û xoşî nawêm
kepûy befrî lûtkey eviristCih
min ew şî’rem
şarî wişey mil be çiray em dinyayeş
her ew wexte baweşyan kird be gerdinma û
xoşyan wîstim, bonyan kirdim, ke lêrewe
lay êwewe ser û tozê: le meraq û xoł û geła û
kiło xełûz û henase û, bonî hełebceCih û hełałe û
bonî cestey em zimaney xom bo birdin!
min her lêrem, lenaw befrêkî şîndam û
dûre çiray nîgatanim û kiz esûtêm
min her lêrem, lenaw befrêkî şîndam û
naw be nawê lem qutbeda
pirîşkêkî berde estêm.
dîsanewe řojêkî tir benaw temêkda dêtewe
min her lêrem:
řojêkî tazeye û konîş
dîsanewe řîşêkî dîkey tenyayî etaşmewe.
bełam awêne her heman awêneye û
temî şûşey ser çawanîş her heman tem.
- bonî em qutbem girtuwe -
řojêkî tazeye û konîş
dîsanewe ber û piştî em beyanîyeş be pele
utû ekem.
bełam bêzarîy naw řoḧim
her wekû xoy çirçuloçe.
- bonî peřoy sûtawî jêr utûm lê dê -
řojêkî tazeye û konîş
dîsanewe «mes’edeke» emkate koł
le qatî xwarê dam’egrê
eçme derê,
dîsanewe le berderga pîrêjnekey dirawsêm
ke her le tûtîy mon eçê
tûşim ebê.
- leber qijim xoşî nawêm -
kilk heł’eka û tê’epeřê.
- bonî nefretim lêwe dê -
wextê çetrekem heł’edem:
- beyanît baş!
- beyanît baş!
dyalogî berdewamî beyanîyanî
nêwan xom û çetrekeme,
dîsanewe řojêkî tazeye û konîş
min emřoyş her bonî dwênê û bonî pêrê û
bonî jeng û bonî çetrêkî şikawî êrem lê dê.
«ezmûnekan pelupoy zoryan lê bowe. bonnamekem le şaxewe bo zerya bû be hawřêy çendîn denguřengî le yek neçûy em dinyaye. leber ewe em bonnameye bonnamey ezmûne. bełam hêşta nemtiwanîwe xom le bonî tirs qutar bikem. min be bonkewtûy tirsim. eger nawçeyekî şarawey bon lem bonnameyeda nebêt, ewe her lewêwe lew tirsewe serçawey girtuwe»
(leber ewey min serdemê
legeł şaxda hawřê bûm
boye îstake etwanim towî řwanîn
be dem řêwe lenaw berdîşda biřwênim.
leber ewey min serdemê
legeł zerya hawřê bûm
boye îstake etwanim
be binî qûłî zimanda biçme xwarê û
mercanî mana derbênim.
leber ewey min serdemê
kirêçîy małî estêre dûrekan bûm
boye îstake etwanim cirîwe bikem be bon û
ewdîw werzekan bibînim
leber ewey min serdemê
legeł ziryanda jyawim
boye îstake etwanim bibme pirsyar û guman û
hełbikem û yexey yeqîn řaweşênim.
leber ewey serdemêkîş dûrudrêj
legeł tirs û legeł temumijda jyam
bibûrin lêm boye îstake natwanim
min řastewxo herçîm heye,
wekû hetawêkî gemje
lelay êwe bîdirkênim)
min her lêrem,
lem wiłate xwênsardeda
tenha le řojî kitêbda û
leberdemî kûrey şî’ra germ dadêm
tenha le řojî kitêbda,
pepûley wêłî pêkenîn peya ebin û têm e’ałên.
tenha le řojî kitêbda,
min jimarey lapeřey serû pencam û
le govarî ẍerîbîda zerdexene emgirêt û ekirêmewe.
le řojî wişe û kitêbda, ebim be deştî pexşan û
fwarey şano û, ebim be çîrokî geřok.
emřo wekû serî zîwînî pandanê
le dûrřa ebrîqêmewe.
le «sêntirumî tênista»
«hêř endirşonKes»m pê egat.
hêř endirşon dirêje wek nexşey swîd.
demuçawîşî berdewam le dûrgey pêkenîn eçê.
hêř endirşon endamêkî perleman û ḧizbî sewze
bełam xoy watenî eger
belemekey sivarya kunî tê bê
em ḧizbekey topeł eka û kunî belemî pê egrê!.
hêř endirşon, serî piře le kitêb û
diłî piře le bałinde û çawî piře le daristan.
«ba»y zeryaye û be dem ẍerîbîy çyawe pê’ekenê.
hêř endirşon şî’ir û mosîqa û bêganey be yekewe
leser řefey çaw û biroy řîz kirduwe.
qisekanî bonî «tuł pan»yan lêwe dê.
ke eybînim wa hest ekem min pencerey daxrawim û
hêř endirşon, emkatewe
em careyşyan hêř endirşon
be heman tořî pirsyarî ber le çend sał
emkatewe be wêrgułêkî berdemî û
emkatewe be řojnamey lûlkirawî nêwan destî
- hey, hey, şêrkoKes!
şax û şax her berdewamin
le serbiřînî yektirda?!
ewe çîye?! xo her xotan dînasortan
hênayewe bo naw xotan!
hêř endirşon, le îsteda wekû caran
şaxekanim nabate naw řojnamewe.
be janekanim nanûsê û firmêskîşim le perdaxî
perlemanda naxwatewe.
hêř endirşon, wekû caran
pyase legeł xemma nakat.
be şwên birînma nageřê û zû zûyş derga
le soraxî giř têberbûm nakatewe.
hêř endirşon û jinekey
ber le de sał her lêreda
le serdemî momekanî hełebceCihda û
leber tofanî koçřewda
diłî xoyan derhênabû kirdibûyan be deẍîle û
be bazařda eyangêřa bo kurdistan.
hêř endirşon tozêk legełma ewestê û becêmdêłê û
serberewxiwar legeł dar’ebenûsêkî
«řwandî»da bo xoy eřwa.
pirsyarekey hêř endirşon
emka be peřey diřawî kitêbêk û
be şî’rê qawey be serda řijabêt û
emka be tarî jê piçřaw.
min îstake bonî gurg û
bonî gewcêtî û şêtêtî û
bonî řojnamey şeřxiwaz û,
bonî camaney xa’în û
bonî keřûy mêjûyekî konim lê dê.
«şî’irnameyek ke le şêwey gêjełûkey telgirafêkî dirêjda, hełîkird û pirsyarekey «hêř endirşon» zemîney bû. şî’irnameyekî tûře, bo hemû ew wişaney nawewe û derewe, bo hemû ewaney ke le hawîne řojêkî şûmda û le geřanewey dînasorda xoyan le jûrî bêdengîy xizan û bêdengîyan da be xoyanda û, le dwayîşda şî’ir û çîrok û şano û witarekanyan bonî dînasor û debabeyan girt: têbînî: em birûskeye dwênê nusrawe, bełam bo sibeynê û dûsbey û dahatûyşe û heta dînasor bijî!.)
şî’rekantan yek be yek betał bûnewe, bagjey ab
fûy lê kirdin, pêçanyewe û têkeł be pûşî hawîney
deştî pirsey «quştepe» bûn. lejêr zîlda lûlyan
xward û, komeł komeł lenaw çałî debabeda gîrsanewe.
şî’rekantan yek be yek betał bûnewe: çun betałbûnewey
’aşiq le ewîn û çun betałbûnewey ceste le îrade û
çun betałbûnewey peyvîn le derbiřîn.
koterekan seryan bada û şitêkyan wit. qîr qułpî da û
biłqî kird û şitêkî wit, bełam êwe hîçtan newt.
bełam êwe hîçtan nekird. bêdengîtan: hełbiřînî darî bazge û
seytere bû bo hatnewey dînasor û geřanewey kolêrakey
dwayî hawîn. bêdengîtan kird be perdey dûkełêk û
be dewrî xwênda gêřatan ta şimşêrî dînasor û çingî
asnî xwênawî û beçkekanî ew nebînîn.
bêdengîtan bû
be pasewanî enfal. bêdengîtan bû be şûşey merekebî
xałî û betał. bêdengîtan bû be qełemî keřulał.
bêdengîtan
kird be tepedorî serî xyanet û bêdengîtan kird be ximxork
bo qutdanewey kuřjinî qurbanîy sał. bêdengîy êwe
hesan bû xêł xoy leser tîjkirdewe, bêdengîy êwe
gumezî tarîkîy bû cehil xoy tya kokirdewe.
koterekan cûłanewe û şitêkyan wit. cogelekan
hendê awřyan dayewe û şitêkyan wit. bełam êwe
hîçtan newt, bełam êwe hîçtan nekird. çîrok û
şano û witartan, wişey şûşe û fexfûrî bûn,
leser řefey bêdengîtan řîz kirabûn, legeł lerzey
zirêpoşda lerzînewe û kewtine xwarê û hařeyan kird.
destinwêjekanî edebtan, destinwêjekanî qełemtan
yek be yek betał bûnewe. çun betałbûnewey esp
le ḧîlandin. çun betałbûnewey bahoz le givandin.
çun betałbûnewey agir le biłêse û le tawsendin.
çîrokekantan yek be yek bûn be kerwêşkî darîne û,
witarekantan yek be yek bûn be nêçîrî řawkirdin.
qisekantan: hêlim û quřî sina’î û momî pîw bûn,
be haławî demî hawen her hemûyan beser yekda
twanewe û heykelêkyan lê dirust bû bo berdemî daynasor û
hozî mirdin. lew deşteda, peřey govarêkî diřaw
bay top birdî û şitêkî wit. lew deşteda milî qirtawî
bałdarê le berdemî qemeyekda hełbezêwe û şitêkî wit.
bełam êwe hîçtan newt. bełam êwe hîçtan nekird. bełam
êwe lew beyanîye xołpoşeda, lew beyanîye xwênpoşeda
lew dîroke ’arpoşeda, ewey kirditan: serî min û serî
qeła û serî ḧacî qadrî koyîKestan, têkeł be serî bedlîsî û
serî feyleqî kîmya û serî espî dîktator kird. lew beyanîye
zerdibaweda ewey kirditan her yek şit bû. be yeksanî
řwanîtane şî’rî min û bêrêy serî «’aşûr ḧemdanKes»
be yeksanî řwanîtane mêzerekey melay xetê û mêzerekey
melay gewre û be yeksanî dabeştan kird: pencekanî
qeładzêCih û pencekanî destî sułtan.
ewe min nîm, berokî şî’irtan egrê
ewe min nîm, yexey şanotan egrêt û
ewe min nîm, řêge be çîroktan egrê.
ew destane destî min nîn, pencey min nîn
ewane destî hełebceCihn lenaw heway xinkawewe
lenaw gułî xinkawewe dirêj ebin û qurtûmî wişetan egirin.
ew destane destî min nîn, pencey min nîn
ew destanen lejêr limî ’er’erewe, le gořistanî
çirawe dêne derê û berbînî qełemtan egirin.
şî’rekantan yek be yek betał bûnewe,
çîrokekantan kîseł bûn, seryan birdewe naw qawiẍ.
qisekantan hendê sêberî tirsaw bûn, kişanewe.
şano perdey xoy diřan û ekterekan řût bûnewe.
lûtawêj bû, lûtawêj bû, lûtawêj.
şax lûtî girt
erba’îlokan lûtyan girt, minarey çolî lûtî girt
derga û pencere lûtyan girt, gîw mukiryanî lûtî girt
«îbnulmustewfîKes» lûtî girt.
«’ebdulxalqKes»y hawřêm, «nûrî nanekelî»y hawřêm,
caddey şêst metrîy hawřêm
çayîxaney meçkoy hawřêm lûtyan girt û
lew řojeda êweş bonî dînasor û bogemirxey
mêjûyekî topîwtan girt!)
to bonî şî’rî geřokî
bax legeł xotda egêřî û
diłop diłop leber hetawî cwanîda etwêytewe.
to qaspey kewî zimanî û
perwaney řîşî «nalîKes»yit û be çwardewrî
ewrûpada exulêytewe.
xew eřjête sertewe
ḧez û xozget û temaşat teř teř ebin
şî’irit lê eçořêtewe.
îmistîrdam, belemêkî şûşebendî dem be wirşey
caddey aw û, kûçey aw û, çuxmî awe
toyş giłopêkî serxoşî û be şewda esûřêytewe.
le awda elerêytewe
le awda ebrîqêytewe.
bengikêşekan lem şareda, le estêrey
nêre û mêyey cil diřawî perewaze û
le gułî çiłkinî baxçe û
le şûşey badey bê ser û bê mil eçin.
nîştimanî bengikêşekan xeyałêkî řûtuqûte.
ewan betenha her bonî sate wextêkyan lêwe dê.
satewextê bêhudeyîy em temeney tya bikêşin.
satewextê ke řaburdûy serabêke û
ayndeyşî tya emeyê
îmistîrdam be naw xoyda emgeřênê.
îmistîrdam kitêbêke aw cizubendî kirduwe.
be qeware kitêbêkî biçkoleye û cîhanîş eyxiwênêtewe û tewaw nabê.
lem leşeda serî qeşe û lingî bivkê û
destuplî hunermend û qaçekanî bazirganî
pêkewe ko bûnetewe.
îmistîrdam be naw xoyda emgeřênê.
îmistîrdam leşî řûtî şoxe jinêke hołendî û
lenaw gułda řakşawe.
em kitêbe şepolî aw peřeyetî û tewaw nabê.
em kitêbe kes têy naga, le yek satda
sed ziman eynûsêtewe û
sed ziman eyxiwênêtewe û
wek zincîrî payskîl swarî ser textanîyşda
be guř eřwa û lenaw çawma exulêtewe.
be yekewe: êre bonî xoştirîn gułî naw dinya û
bonî tilyak, bonî sêkis û řûtbûnewe û
bonî lejim û bonî dadgakey lahayî û
bonî mosîqay lêwe dê.
kepûm tenha lem şareda
be şewarey bon ekewê.