estêreyekî heşt nihom!
min wişey le perwane çûy berdewam xulxiwardûy
be dewrî tałe tîşkî řiskaw le mêrgî lapeředa
minî pelke gyay dem be şiney
xwêndinewey teř û paraw le deştî lapeředa
eme yekem carim nîye gułebeřojey serim
le kêłge zîwînekanî piř le birîqubaqî deng û řeng û
piř le gomî manay «kurdistanî nwê» hełbikêşim û
le dwayîşda diłop diłop xoşewîstî û
tiketke bîrewerîm lê biçořêtewe,
eme yekem carim nîye, maçim bikem be pepûley baxî lapeřekanî û
çawanim bikem be dû çirawgî dyarîy dest û
yekêkyan leser řefey hewałekanî lapeřey yek dabnêm û
ewî tirîşyan be bałay ziraf û qijî řeşî
dwalapeředa hełwasim.
em coge keske hêşta le sikî şaxda bû
min gwêm le pûkepûkî janî bû.
em cwanûy xozgeye hêşta nezabû
ke «řêbazî nwê» le dołî cafetîda û
le gerûy bergełûda eyḧîland û
êmeyş leser řewezekanewe
gułî jałey nûserî kurdistanman tê egirt û
le qereçuẍewe bo berayîy deştî şarezûrCih
zincîre çiray kitêb û awingawî şî’ir û
çirîkey çîrokman be asoda heł’ewasî.
em hewre hêşta eygirman
ke ême le awejê û sîrwanewe
gopałe baran û lêzmeman ebînî û
eçûyne ber tavgey xewnekanî.
lew demeda, ême lenêwanî hemû dû taşeberdêkda
wişeyekman eřwand.
ême le sehołbendanî derbendekey bergełûda
be germay xwênî çapxane, zimanî kurdîman germ ekirdewe.
ême le syasałî nehatî û hejarîyekî wek dask û derzîda
ke parûy naw demman ekřûzayewe û
çun ser û milî kewêkî birsî beḧał nûzey lêwe ehat,
lew demeyşda destî řastiman tifengêk û
destî çepîşman řojnamey girtibû.
ême be gewreyî fêrî xwêndinewey řojnamekanî jyan nebûyn.
ême be gewreyî û her le werzî têruteselîda û
leser qenefewe fêrî diłdarîkirdin nebûyn
legeł merekeb û çapxane û govar û
legeł qełem û kaẍez û wişeda, lebin dewarekanî nebûnîda
ême nanêkman legeł wişeda ekird be dû kertewe
xwênerî ême lepêşda her befrî qendîlCih bû
xwênerî ême lepêşda her xwênî şehîd û
xwênerî ême lepêşda her çawî dûkeławîyî
gułekanî ber qutîlke bû.
ême le enfalda carêk pîremegrûnCih û carê sefînCih
ebûn be řojnameman û
carêkî tir deştî germyan govarman bû.
derałî şax mindałdanî řojnamey ême û
birsêtîy lankey ḧerfî ême û
kołepşitîy řezał řezałî ewsay «p.m»ekanîş
colaney şî’rî ême bûn.
ême lew şewanewe hatûyn û
geyştûynete çilçirakey kurdistanî nwê.
min yekem carim nîye lem gułcařî yadeda
bon û beramey ewîn bê be serma û
awêzanî em estêre heşt nihome bibim.
le yekem liqî em darhenarewe
min qozaxekey kirmî awrîşmî pelkî ew bûm.
le yekem bałefřêtewe, ey bałindekey le şarda sercûqaw
şî’rî min hêlane û le yekem penceretewe to qubbe û
min hîlale neḧîfekey nalî bûm.
le yekem tewqewe pencekanim fiřîn û
leser perçemit nîştinewe.
hêşta yek sałan bûy, taze pêřewke bûbûy
keçî honraweyekî temenî sî û pênc sałem hat bepîrtewe.
to boye xoşewîstî,
çunke yek řoj le jyanta nebûy be awêney
berdemî dîktator û dujminan!
bełam ey řojnamey le azar zawî ḧewt sałeman!
ey ew postî nîgayaney hemû řojê legeł nanî beyanyanda
egeyte laman û legeł hetaw û legeł baran û legeł befir û
legeł «ba»da řojbaşman lê ekey,
řûy kiłpekanî şî’irim le toye!
ta gewre bî lêpirsînewey min zortir û řexnem tunditre.
ew nazey le mindałîta emkêşa û be hemû xewşêktewe
le baweşim egirt, le gewrebûnta naygirim!.
le êsteda, çaw le biçûktirîn dêřî dûkeławîy û
çaw le biçûktirîn hełetî řêgat û
çaw le hîç pencereyekî tarîkit û
çaw le hîç řyayî û merayîyekî wişet napoşim.
gewre bûyt û řûberûbûneweyş legełta gewre bû.
le hîç řisteyekî lûtberzî dûr lem xełket, nabûrim
her gwêy xo keřkirdinêkit le hawarî birînekanim,
şeqawêk lêm dûr ekewîtewe.
to be azayî ḧerfekantewe xoşewîstî.
to be cudayîy sekoy bîrubaweřî azadewe,
be leyek neçûnî sirûdekanewe,
be cyawazîy řengekanewe, gewre û řûnakî û
ta jimarey benderî deryaçekanit hemerengitir bê
lay êmeyş ewînit berfirawan û
cwamêrît berîntir ebê.
to be şepole řengînekanî dyalog û
parkekanî dîmukiratîyewe cwanî.
ta derzî’ajnî xewnekanî xot bikeyt û
ta tořî řexney xot le xot qaymtir le cestetewe bi’ałêt
asogey azadît řûntir û lapeřet ebête beharî naw biřwa û
bijwênî milyonan guł ebêt.
nizîk berewe, nizîktir le dûkełî karwanseray ew hejaraney
ke le zamekanî enfal û koç û şeřî nawxowe
piřze lê biřaw, geřanewe nawman û cêyan nehêştîn
nizîk berewe û nizîktir le řeşe xełk û řeşe xem û
bergî řeşî birînekan.
min xoşewîstît têkeł be tałtirîn dermanî řexne ekem.
řexne û řexne û řexne
ba bîkeyn be baran û ba bîkeyn be mom û
ba bîkeyn be pişko!
řexne û řexne û řexne
ba bîkeyn be peyje û ba bîkeyn be şařê û
ba bîkeyn be pirsyarî nwêy hemû řojêkman û
ba bîkeyn be aso!
nizîktir berewe, nizîktir û nizîktir
le temî xemî ser małanî hejaran û
le nûzey gułegenmî nexoş û le sitranî bêwejin û
le xanuwe quřekan û
le defterî wênekêşanî mindałan û
le jûrî nîwe řûnak û
le sikî nîwe têr û nîwe birsîy hunermende nedarekan.
nizîktir berewe
nizîktir û nizîktir le zirîkey xwênî mafî jinanî serbiřdirawî
çend car le xaç dirawî, çend car xakesar kirawî wiłatekem,
nizîk berewe biçore naw qîjeyanewe.
çeqokanî sergerdinyan bixere qefezî tawanî nêw lapeřekantewe,
şî’rî min bixere perawêzewe û
ew zirîkaney ewan bike be manşêt.
wêney min bixere damênewe û
wêney hełqirçawî ew daykane leser serit řagre û
byanke be serdêřî gewre û dirişt
ke heło xwênawîyekanyan le dawên kewte xwarewe.
nizîktir berewe, nizîktir û nizîktir le goranîye qurbanîyekan,
le kawlaşî gundekan.
min xoşewîstît têkeł be tałtirîn dermanî řexne ekem
řexney nwê be û řexney nwêye û
řexney nwê ey řojnamey serdemî nwê,
ey wişey şaristanî.
ey dirêjtirîn hêłî şemendeferî zimanî kurdî.
ey heşt sał piř le daristanî şehîd û
piř le cirîwey ledaykibûnî nwê û
ey heşt sał piř le gimey aştî û
ey heşt sał piř le şewnxunî û
piř le hewrazî dêř û
piř le nişêwî karesat û
piř le sirûdekanî řapeřîn.
eme yekem carim nîye, pełet tya bidem û tyata biřwêm û
nawçewanit bikem be awêney beyanîyanî jûrekem û
goşekanit be serîn.
eme yekem carim nîye û le giřugałî yekem řojtewe
legełtam û eme heşt care min dêm û
hemû carê le şî’rêkî şûşebendida mangeşewt bo ehênim û
le sayeqey xewî şînda semay befrîn.
eme heşt care min dêm û hemû carê
nîwem ebê be kakołî kake memKes û
nîwey tirim be pirçî zînKes!