ew pyawey bû be tavgeyekî tirî «zełim»!

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 11 Xulek  874 Dîtin

le weyşûme çemûş û çiřupřekanî sałanî bêwłet û

afatî bejar û jeng û tarumarî ser dîcle û furatda

le mêjûy be çepokanî xwênda

lejêr asmanêkî be tełzimî asnînda

wextê «ba» ebû be çeqo û

be deme tewr û gewałe hewr, be diřinde û temumj

be tabût û diłope baran, be kełe pişko,

be dirêjayîy lawandinewey serberew xwarî aw û

sing kutanî kenare quřawîyekanî kost

her le mangî kujrawî be demda kewtûy naw befrî kêwanewe

ta řîze gořîçey meşḧufekanî naw ehwarî xiłtanî tirs û bîm,

ta şepole qij řinrawekanî dû awanî ḧepesawî quřne…

be dirêjayîy henîskî çeqenebirdû,

piřmepřimî gaberdî ser hewraz û

zirîkey dirext û

pêdeştî zirawçûy hełtoqîw be hewrî girdołke…

be dirêjayîy kiřûzanewey nan

be dirêjayîy henasebřikêy kiłołî û

be dirêjayîy tawan

le girmołebûnî şewî kesîrey êrewe

ta azare girinicgirincekanî darxurmay besre

ta ew kendawî ẍurbetey ke şî’rî «seyab»

tya ebû be belemî çarokedarî ḧesretêkî sipî û

tya ebû be awazî řoḧî řewan…

le tûnawtûnî ew samî dozex û

le nêrîney ew gerdawe nefretyaneda

degmen bûn ew gerdinaney le bêşey qemeda û

degmen bûn ew dest û pencaney le şarenêzey be’sida û

leberdem dołpay paytexta,

nebne xakeserêkî peşmurde û wekû liqî şikaw keç nebin û

neçne ser xwanî sułtan…

degmen bû qełemî dem be hewretrîşqe û

degmen, kitêbî kełmil û şewî řefiz û

kem bûn û newaze bûn: xemî giřdar!

lenêw ew hobehoy ḧîlaneda, le çingawnî

kîne û ewînda, ḧîleyek hebû,

give û wijey wek neyzekêkî sûr

pardekanî bêdengîy esmî û tirsî kunawder ekird û

ebû be espêkî bałdar.

lenêw ew şewe yaxîyaneda

şewêk hebû, şewî mana û şewî qeła û

şewî zawzêy şax û řûbar

«hadî al’ilwîKes», hajey dengî le dîclewe hêna û

sûrbûnî baweřî le kelle û singî taşeberdekanewe û

xoşewîstîy wişeyşî le nanî çaw be firmêskî hejaranewe

xwast û azayetîşî le pêkenînî sêdarekanewe.

pakêtî le diłî newresewe û

bejnî wireyşî le darxurma çaw qayîmekanewe hêna…

ke eynûsîy defterekanî furatî leberdemda ekirayewe

diłî mindałî bo ebû be qełemdan û azadîş ebû

be gułdanî ser mêzî:

ew be nûkî ḧeqîqet û

be tîrêjî řunakîye xwênawîyekan eynûsî.

qułequł ewînî beẍdaCihy tya heł’equłî û

tiłetił le agire here dûrekanî kultûrî dinyada

pijupoy ehawîşt heta bin şûrekanî çîn twêj be twêjî

ziman û dîrok û pendî heł’ekołî.

ey nasor le wextî fiřînda û

ey awareyî le werzî bexşînda

to berheywanî ’eqłêkî piř le hetaw bûyt, pol pol

hemû bałindekanî kelepûr le dûr dûrewe

le zemanî pêẍemberanewe ehatin û řûyan tê ekirdît û

to estêreyekî geřîdey mirovayetî bûyt û

kołepşitit piřî bû le awênekanî azarî ême û

piřî bû le mirwarîyekanî esrînî ême û

piřî bû le henasey řengałeman.

to berdewam girdî nehênîy nexşeyekî berînit heł’ekenî û

hemû carê gewherêkî şewçiraẍit edozyewe,

hemû carê le tûnêlî jêr çyay bîrêkewe serit der’ehêna û

çirawgêkî tazet egirt be destewe.

to qamgî ew heqqe bûyt eçûyt be çawî bikujanî řûnakîda.

zułim le her memleketêkda bwaye, to lewê ebûyt

ta biçîtewe be gijya û yexey tîjî şimşêrekan bigrît,

birsêtî le kwê bwaye

le her herêmêkî sîsbûn û hełwerînda bwaye

to lewê ebûyt

ta çewsanewe qaw bideyt û gułegenim maç bikeyt û

be bejnî sibeynêda hełzinî

le yek wexta to le janekanî kurdistanda

towî kazîwe bûy, eřiskayt û

her heman katîş le deme birînêkî xwarûy efrîqada

çirot ekird û gułit egirt û bałat ekird.

to le serî quleřeşêkda ebûy be birûske û

heman katîş le byabanî pêst zerdekanda lêzme bûyt û dat’ekird!

to be şew pencekanit heł’efřîn

bo ewey le dewrî serî gîvarayek

zemawend biken û bibin be řîze momî dagîrsaw û

be řojîş be dway tuḧfeyekî zimanda

gimeyan ehat û ta hîndistan bałyan egirt!

bo yekem car û dwacarîş

le bînînî be wirşewpirşey beyek geyştinêkî

piř le sewsen û wenewşey qiseta

piř le çexmaxey sûrbawî qiseta

le seretay sûtanî ẍurbetî minda û ber le 11 sał

le goşeyekî terîkda û leser mêzêkî dûkesî,

taybet be dû meraqî hawřê û dû hełqirçanî hawdem,

le gazînoy havanay şamda, awênebend be şî’ir û

be bałay şipirzey şa’îran: yekman nasî.

ke danîştîn ew dîwman baran û em dîwman samałî tablo bû

min hêşta ser û qijim bonî pûngey gwê

cogelekanî bergełwî lê ehat û

hêşta le çawimda dûre agirî ser

lûtkey pêşmergey tya ebrîskayewe û

hêşta gwêm ziřingey pawanekanî pêy jine řewend û

ziringey zengî milî berxole sipîwsołe ’ecûlekanî naw bijwênî

be gyawgułî tya eziringayewe û

hêşta şî’irim her dûkeławî bû.

hêşta qisem her xwênî mindałanî

dołî cafayetî girtibûy, ke yekman nasî!

to lew werzeda

le tomarêkî esmerî barîkeley ser taqî arşîf û

be çakete xetxetîyekey bertewe,

le piłingêkî lawazî bizoz eçûyt.

le kune biçûkekanî herdû çawtewe

be deyan bałe tîşkî tîj ehatne derê û

le berdemma yadgar û xewnyan eçnî.

le demtewe, hewrî mana da’ebarî û

le cûłanewey herdû destita, na’umêdîy gełakan ewerî.

minîş lew werzî dabřaneda û

lew demeda, le taze newnemamêkî hełkenraw eçûm,

le şî’rêkî hêlane lêşêwaw û le masî nêw tořêk û

le xendeyekî teputozawî û le diłope firmêskêkî wêł û

le peřî gułebeřojeyekî babirdû eçûm,

bełam to demêk bû legeł gêjenekanî awareyîda exulaytewe.

demêk bû, bûbûy be qawey kutrawî binî tenyayî û

demêk bû gijebay menfa peřepeře hełî’edaytewe û

zemanê bû dîcle xewî pêwe ebînît û

zemanê bû kotrekanî fayeq ḧesenKes û

nesbî azadîy cewad selîm bîryan ekirdî!

witit: em êwareye be dûqołî

eçîne lay ew pyawey mamî şî’irte,

eçîne lay cewahîrî.

demew ’esrêkî biřonzî

le lêwarî şeqamêkî bonxoşda yekman girtewe û bûyn be syan;

to û baran û min…

îtir hersêkman wirdurd řêman ekird û

bedem řêwe şam, birîsk û huřî awêne

řengînekanî leşî xoy eda le çawman.

jinî cwanî şam, firîşte sipîyekanîş

bo minî hêşta le cwanûy kêwî çû,

le sîḧre tazekanî xewn bûn û le ziney şî’ir û jyan.

bedem řêwe to peroşî dwahewałî bazekanî naw befir û

peroşî dengubasî dwadłope xwênî ser geła werîwekan û

peroşî dengubasî řûbare kujrawekanî naw derbend û

peroşî hewałî awêne şikawekanî hetaw bûy.

minîş le yek katda gwêm le herdûktan egirt;

le şî’re hêwaşekanî baran û le lirfe û kiłpekłipî

agirî cestey to.

le dergay pîre şîneşahoy şa’îrman da û

çûyne małî dwakuřî mutenebîKes û

çûyne naw dwa’îqa’î dengî mutenebîyewe û

dwařistey sitûnî ewman kird

be qûlley xoman.

îtir legeł serêkda ke kurdistanî leser nusrabû;

ta êwarê bûyn be guł û be řêḧaney dewrî

ew û ḧîkayetî agirdanî taqe jûrê.

ême tenya bûyn

her xoman û kostekanman û xwayekî bêbak.

ême bêkes bûyn

her xoman û qurbanîyekanman û řojhełatêkî bêbak.

ême deştêkî şînhełgeřawî pirsedarî çołuhoł bûyn;

her xoman û hełebceyekî xinkaw û cîhanêkî bêbak.

katê to le dûrřa çun gerdawêkî zeryay sipîy naweřast

hestayte ser pêyan û herdû destî zimanî ’erebîy xot

piř kird le hewretrîşqey bera’etêkî dozexîn û

girtite demuçawî nefretînî mêjûy xot,

girtite tawanî řegezeket û

girtite textubextî desełatî jehrawî û

girtite cengełî tawan!

hełebce û hadî

hełebce û bera’etêkî bûmelerze’asa

ew dû nawen be cût

wek cûte sirûdê,

cûte pilûskê,

cûte karêzê

eřjêne estêrke biçûkekanî

gyanî mindałanî êmewe.

ey «bera’etekey»

piř le řehêłey pakjî û

piř le berqî bwêrî û

serřêj le nûrî azadî û

lêwanlêw le ḧaşakirdinî ḧeqîqet le demamk û

yaxîbû le şûrey bawkisalarî,

yaxîbû le zimanî limînî padşahaney nîmçe dûrgey ’ereb û

yaxîbû le hemû şimşêr û řim bedestanê.

ey ew pyawey gerdelûlêkit le çend dêřêkda hełkird û

bahozêkit le çend wişeyekda berpa kird û

tofanêkit le peře kaẍezêkda hestan û

leser mindałekanî min,

leser pepûlekanî min,

ber le’netî dinyay newt û hemûy kewtî!

hełebce toy xoş ewê

çunke le awîlkey darhenarekanya ber le dinya

to çûyte jûrserî û

sûretî bera’eteket kirde gerdinî gułekanî û

hêşûyek peyvî diłdanewey ’aşiqanet

bo kird be çilçiray kotełî kostekanî

wa êmeyş, min lêrewe letenîşt baxe xołemêşîyekanî

hełebcewe, letenîşt gořistanî ew sitran û estêranewe

ke be cilî xoyanewe, be cilî awazewe, be cilî cirîwewe nêjran,

le sêberî nisirmî çileyekda ke çil řoje hetawî lê nadat û

çil řoje wek kitêbêkî nekirawe û çun pepûley

wişkewebûy elbumî yadgarî, têm eřwanin.

min emřo lem

çileyeda etkem be ḧerfêkî bizwênî tazey zimanekem û

etxeme gyanî ew wişanewe ke mana û formî nwê biteqênnewe.

etxeme naw ew şî’ranewe ke řûbeřûbûneweyan

legeł celladekanî cwanî û řastîda wek řûbeřûbûnewey

çirawig û tarîkî û çirîke û bêdengî wehan.

min emřo lem pexşane şî’reda to ekem be mêrgî hetaw û

xoşewîstîy zarołekanî wiłatekeşim be kanyaw.

lem zemînaneda to ekem be giłop û dengim be name.

lem şeqamî wêraneda to ekem be sûreçnar û

xem be şimşał û ’etif be agir û sûtanim be sema.

ey ew pyawey bûy be tavgeyekî tirî serçawey zełmim!

to lew taqane darxurmayaneyt

ke etwanê bebê pirs bêyte małewe û le dergay

jûrim nedeyt û gyanim bipşikinî û

cilî şî’rekanîşim leber bikeyt û

dem binêy be awî řoḧîşmewe!

le derewey małekey minîş!

wa henûke darbeřuwekan leser kiławekanî xoyan

nawî «hadî al’ilwîKes» enexşênin û

le qirçeqirçî ẍurbetîşda lûtke dest eba û

piř be herdû miştî berdînî wirde befrî řinûkanit tê egrê û

şa’îran be awî tirîfe şî’irit bo enûsin û

kewekanman qaspeqaspî beharî xoyanit pêşkeş eken û

mewlewî le pepûlekanî naw řîşî xoyt bo eka be dyarî û

goranîş be xoy û pelkeřengîneyekî girdî gułanewe

dêt bepîrtewe.

biřwane em wefa keskey wiłatî ’aşiqan

biřwane! leser yałe pişt kûřekanewe

wa sinewberekan bangit eken!

mindałekanman le polî xwêndinda hełwêstekanit řesim eken.

ẍerîbît řeng eken! jinekanman

şamûrûy milwankekanyan naw enên

«hadî al’ilwî»

hejaranî kurdistan be řengî zerdyan

leser řenî gwê řûbarekan enûsin

«hadî al’ilwî»

kanî ’aşiqan be aweřoy ḧesretî xoy enûsê

hadî al’ilwî, her katêkîş bałindekanman bigene şam

dway xulxiwardinyan be dewrî gumezekey řoḧî mewlaneda

çîney ewînyan ebene ser xołî mezareket û

cirîwe û cûkeyan be kêlekanta heł’ewasin, hadî al’ilwî

minîş bo xom ke êste řoyştimewe

hêdî hêdî be giřî şî’rê řûnakbîrî û azayetît

beser yekda etwênmewe û peykerî piçkolaney

lê dirust ekem, biçkolane her ewendey

le gwêçkeleyekî diłma cêy bêtewe

lewêda day enêm, mamostam hadî al’ilwî!