quřesûrî ziman û gozey şî’ir!
be hengawî çolekeyek, leser befrî nwabarîwî 1997/1/9
çend dêřê cirîwe û cûkey şîn ba û
çend beytê firmêskî qafyedar û çend noteyekî pirûşe û
çend henase
pexşanêkî «serçinar»m nûsî!
be qełembazî mamzê
pêdeştî şî’irim tey kird û
leser kanî û awî zimanêkî le çawî qirjang řûntir,
demim na be pilûskî řewan bêjîyewe û
sînem bû be mêrgî oxjin.
le peřepeřey çawî gułebeřojeyekî «qeredaxCih»
hezar wirde awêney berdemî berd û hezar balîfe gełay,
jêr serî şewnimim dirust kird!
le tałeqjî perîyekanî «ferhengî xem»yiş colanem bo dîlanêy
pepûle hełxist û
řeşmałêk bo kizeba û
popeşmînê bo awî řakşaw
çepke temêkîşim daye dest dirextî çaweřwan!
ew şewe, min lêre xewnî çyayekî wêł bûm
çiřnûkî koç eyřnîmewe û
bařêzeyekî sergerdanîş eydam be dem
kefejîlkey bendere nadyarekanewe.
ew şewe, min destî lerzokî namoyî bûm
perdaxêkî wirduxaşî «se’at» û
qapî şerabî kujraw û
kursîyekî şel û
kemançeyekî lał bûm.
min ew şewe, hengezerdeyekî pûrey xapûr bûm
le şîley zimanekey xomda exnikam!
* * *
be şeqawî mangeşewêk
leser befrî nwabarîwî 1997/1/9
xermaneyek zayełem nûsî û
berlewey kazîwe çawî bigłofê
xermanekem hełgirt û kirdime milî «ferhengî xem»
be hełbeze û dabezey denke terze
şî’rêkî natewawî ew ferhengem tewaw kird
be hełçûn û daçûnî şepolêkî ew dîwane
gemyey ’eşqim xiste sema
min semay «wecd» û
min semay dûkeł û
min semay giryan û
min semay «ḧellac»ekey «şêx» bûm
lew şeweda
* * *
hewarî xołemêş û sutmak le memleketî şî’irda
meste be bonî badey «ferhengî xemî» to,
ey pîrî ewîndaran û
çirawgî des serxoşanî kořî semender û qeqnesî yaran!
be lay êmeda badewe, xałîye
goşey piř le nûrî xełwetgey mewlane û, xałîye
jûrî qułqułey pêkenîneket
çima lew sefere efsunawîye negeřaytewe?!
ey baranî řewend û ey darhermê guł sipîyekey qeredax
çima lew temeneda
wek pirşingêkî gîrxiwardû maytewe?! negeřaytewe?! çima?!
ewe to nebûy agirman sard bikeytewe, ewe to nebûy
çaweřwanîman bikey be pûş û pełaşî wêraneyek û be
çaweřwanîy melêkî cût kujraw! çi zû, le kwêwe bûy
be honhonî esrînekanî çemî dêwane û yan be pencereyekî
«xorinşînî» qopîw çi zû! meylî gił û meylî tirawîlke û meylî
«kejał» hełîgirtî bo saray ebedî û le kwêwe
çûytewe naw diłope baran?!
be yałî kam «badî xoş mirûr»xot hełwasî û
geyşitye tarawgekey «nałî»?! kam «şem’î şewî» meḧwî
le berdemtewe eřoyşit û toyş perwanekey cawîdan?!
* * *
zimanî kurdî: le gerûta, şimşałekey «welî» bû
zimanî kurdî: le berdestita, ew quřesûre mubareke bû,
ke gozey be lencewlarî şî’irit lê dirust ekird
zimanî kurdî «derbend baseře» û toyş bałî berînî
qełemêkî le şîneşaho çûy deverî xewbînîn bûy.
to! be taqe gya kełeyekî naw mêrgî şî’ir aramit
leber ebřa û hezar car em dîw ew dîw be melotkeyekî
taze zawî naw baweşî xeyałit ekird
ewendet bese
gułdanêkî şî’irit leser banîjey hetaw danabê
ewendet bese
diłî zimanî kurdît xoş kirdibê
ewendet bese
«nalî»yek maçî nêwçewanî kirdibî
ewendet bese
şaxî zerdîş lem koçeda
yek diłop firmêskî bo řiştibî!
* * *
le xanexaney yadgar lê nîştûy sałanda,
hemû carê ew elbûmî hewr řêjane der’ehênim
ke diłop diłop şî’ryan lê etkê û
ke xeyałyan tya epşikiwê û
ke řengyan tya eřwê û
ke pepûleyan tya enwê
be şî’ir çawî xeyał eřêjim û
le řengekanî bîrewerîşda
pepûle be «ba» edem û
bîrit ekem!
birakem! lay hendê kew nebê,
ke ezanin çon bo çyay ’eşq exwênin
ke ezanin be qaspe befir binûsnewe
lay hendê kirmî awrîşim nebê
ke ezanin çon qozaxe biçnin û
ke ezanin çon dirext bilawênnewe
lay hendê masî nebê
ke ezanin gera le kam qułayîda exen û
awzengî aw çon dirust eken û
çon le gêjen epeřnewe
welê îtir le paşagerdanî wiłatî şî’irda
êste «zimanî kurdî» le beřûy bê kiław û
le gundî řagwêzraw û
le hetîwî kizî ber beroçke û
le çolekey kesîre û
lew nîşane besezmane eçê
řojî hezar tîrî nezanî tê egîrê!
* * *
silêmanîCih le bîrêtî:
le serdemêkda wişeman ekird be mom û
şewane le defrî kirîstałî befirda daman’egîrsan!
lew demeda: hemû kursîyekanî ’aşiqanî şî’ir
lem şareda, çil kursî bûn û le baxçe lakêşekey
«yekêtîy nûseran»da řîzman ekirdin û hendê car
nîweyan le didanî keł eçûn çoł û be mîwanî
nuktekanî xoman piřman ekirdinewe!
to lew demeda le xuřey awêkî tîj eçûy
qaqakanit ewende germ û lerzêner bûn
le bincewe çîroke barîkekanî
«şakir fetaḧKes»t da’eçłekan!
kalaney firmêsk têzawîşt le qûłî miştita bû
çawit le pelke gyay awingawî eçû
dîmenî kiřûzanewey gułegenmî giryanî berdê
řuxsarî peřîwî derwezekerê, çolekeyekî ’asî û
bałefřêy sikałayek bes bûn bo ewey
kispe le cergî şî’irit hestênin.
obał be gerdinî şî’irim
«řiq» ne barîkî û ne estûrî
lenaw dareřakanî binmîçî jûrekey diłî toda nebû.
obał be gerdinî şî’irim
le serînî jêr serî şewaneta
ne «tołe»y le binda bû ne «êreyî» û ne peřî «buẍiz»
ewey lêt ne’ezanî dû şit bûn:
bazirganî û syaset.
ewey ke lêşt ezanî herdû şit bûn:
şî’ir û ewîn!
to le şestekanî temenda bûyt û
bełam diłî mindałêkî dwanze sałane le singita bû
wek ewey dartûyekî şest dest û pel
gułe mêxekêk diłî bêt!
wek ewey «beranêk» kotrêk diłî bêt û
wek ewey «mameyare» biçûktirîn qurbanîy
em wiłate, diłî bêt!
lebîrme!
yekemîn heresî şaxe befrî leşî to
le girme û nałey koçekey «kejał» û le birûskey
erxewanîy xwênî ewew destî kird be dařman!
berlewey ew «mang»e awa bê,
berlewey ew goranîye xiłtanî bêdengî bêt
berlewey ew milwankey tirîfeye piçřêtewe
berlewey ew şûşey xoretawe wirduxaş bê
to hajey nêw gelîy cesteyek bûyt
gałtet be tořî merg û wişk bûn ekird.
gałtet be qiłpibûnewey keştîy ’umir û
gałtet be kujanewey çirawgî ber řeşeba ekird
to ew deme ḧîley taşeberd bûy
pêkenînit be xilorbûnewey sał ehat
pêkenînit bew dizey mirdine ehat
ke be çwarimişqî yan be řakşanewe
zeferit pê berê!
* * *
ḧezit be ser û fesałî çeqokeş «řexney kurdî» ne’ekird
etut: ewane qaçaxçîy wişen!
darçinarêk bûyt û keçî le jimardinda eyanpeřandî
kiławřojney şî’re cwanekantyan
be parçe miqeba da’epoşî.
pêm ewtî hêşta ew řexneye
le dîrokî tołey dûrudrêjî «qamîşî û diřeyî» eçê
em řexneye pyawêkî keteye û
camanekey hî xomane û
çawîlkekey hî xomane û
zubanekeşî her hî xomane
bełam em pyawe ewey hî xoy nîye
serêtî û
çawêtî û
gerûyetî!
to beçke kerwêşkî naw laney sînet
hendê car be qunequn pêşt ekewn û
eybirdî û eykirdî be dawewe!
ewey řastî bê to her gułekêwîlekey «sêwsînan» bûy
boye le baxçey řyay şarda
gułe demamk û
gułe jehrawîyekanit
be wirdî le yektir cwê ne’ekirdewe
to xot nêçîrî
pakêtîy xot bûyt!
* * *
pirsîbût: çonim?!
min kifnî cestey şewî xomim
dû awanekey «nałî û ḧacî»yiş řijawete naw minewe
letaw dahołe pyaw
haław, le ẍerîbîşim heł’estê, haław
dahołe pyaw
nîştimanyan kird be kaẍezî qumar
nîştimanyan kird be peştemał
nîştimanyan kird be espî řayz
nîştimanyan be xořayî û be cilî xoyewe
carêk pêşkeşî «ḧecac» kird û
be bêwejnîş carêkî dî dayanewe
mistefa kemalKes!
nîştimanyan fotokopî kirdotewe
bo ewey le bazgekanî gumirgida
le batî carêk, çend carêk pareyan bo bikat
haław, le ẍerîbîm heł’estê, haław!
* * *
qeredax jwanî legeł hezaran gułestêreda buwe.
bełam her çend, guł estêreyekî leyad mawe
serçinar maçî nêw hezaran çinarî kirduwe
bełam çend maçêkî leyad mawe
kwanuwekan hezaran hezar ḧîkayetyan gwê lê buwe
bełam her çend ḧîkayetêkyan leyad mawe
řêze be řêze şestebaranekey koç û koçřewî
beharî 1991yiş
gwêy le çendîn hobeho
zayełey şî’ir bû
bełam herçend şî’rêkî leyad mawe û
yekêkyan henase sûtawekey to bû!
* * *
min emşew zengêkî piłpiłedarî şîn
ekeme milî aske befrînekey şî’ir û
be şeqamekanî tenyayîda, eygêřim
min emşew be hengawî momêkî kełeget
leser bejnî zirafî zerya çameyekî serxoş enûsim
be henawî firmêsk leser henyey geła
tirûskeyek enûsim
min emşew be henawî cwanûyek, mêrgêk enûsim
be henawî birînêk, qîjey yaqûtêk û
be qamkî şemał, ferhengî xem enûsim
lêmgeřên! êwe naçin, min xom eçim
le sereřêy hawar û zayełekanda ewestim
bo ewey bizanim çima ew lawkey ême nehatewe?!
lêmgeřên! êwe naçin, min xom eçim
yexey gewałe hewrekan egirim
le estêre karwançîyekan, sorax ekem
axo leberçî ew çira befrey ême nehatewe?!
ew sitrane bo kewte direngan?!
lêyan epirsim: em xeme perewazeye
le «kelîxan» gîrî xwarduwe û befir řêy nada bêtewe
yan her xoy xemêkî xwênsarde û
eyewê be kawxo bepêy pepûlan bêtewe?!
lêyan epirsim: ew sozey «meḧwîKes»
le řewezekanî «bemoda»’asîy buwe?!
birûskey «ḧellac» fiřandiwêtî?!
perîy aw, birdiwêtî
le «îşraqda» twawetewe?!
yan lewber sîrwanewe bo şewêk
lay ḧezretî «mewlewîKes» mawetewe?!
êwe naçin, min xom eçim û
le «zełimCih» epirsim: lewaneye le xuřey lûzew dabê
le «şemKes» epirsim: lewaneye le xorinşînî qijya bê
le «welîKes» epirsim: lewaneye çûbête naw şimşałekeyewe.
le «kuřekajaw» epirsim: kê nałê nebuwe be kiławkuřeyekî ew?!
min emşew be hengawî çolekeyek
leser befrî nwabarîwî 1988
be hengawî newřesêk leser defterî sehoł û
be hengawî qełemêkî sergerdan,
leser cestey tirafye û tarawge enûsim:
maława ḧesîb qeredaxîKes!