«marf aẍayî» şî’rî kişaw û baranêkî cwanemerg!

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  892 Dîtin

ew nasîn û beyek geyştine tirawîlkey xewnê bû

le hawînêkî şûmda yan çarenûsêkî tarumarî

le tewêł nûsrawî şî’rî peřagendem?!

kamyan bû, kostî baranêkî cwanemerg

yan koçî bêwadey goranîyekî guł bedem?!

yekem bînîn û dwa bînîn û îtir saray ser be tem tûmanî

merg û, bêdengîyekî ebedî!

ew řêkewte çemûşane çîn be piřtaw dên û

hîwakanî nêw baweşman efřênin û lenakawêkda

le hezar be hezarêkî tarîkîyewe tiloryan ekenewe?!

ey çi kispeyek lew kispane agirawître

ke le satewextêkî hergîz çaweřwan nekirawda

çizey ta ser êsqan sûtêner le jyanit heł’esênin?!

min mebestim le çizeyeke bîr neçêtewe.

mebestim le zamêke sařêj nebêtewe.

mebestim le giłêke meylbiř nebêt.

mebestim le gîngiłî řoḧe û le çuřçuřey

xwênî çawekanî xoşewîstî!

xozya ew pełe hewrem her nebînaye.

tewqem legeł ew hetaweda nekirdaye û

xozya le nizîkewe ew şemałe dem be zerdexeneyem

nenasyaye û, pyasem legeł ew estêreyeda nekirdaye û

ew qesîdeyem maç nekirdaye!

pêştir dûrawdûr cirîwey wişeym ebînî.

pêştir dûrawdûr gwêm le henasekanî ebû.

pêştir dûrawdûr bonî řengekanîm ekird.

bełam axir ewe le kwê û ewey le kwê estêre xoy

dest bixate ser şanit û awaz xoy şî’irit bo bixiwênêtewe û

gułîş xoy gałte û gepit legełda bikat û hetaw xoy

bitdiwênê û leyek jûrîşda legeł tirîfe xoyda dabnîşî û

leser yek mêzîş řûbeřû legeł gułebeřojeyekda

giftugo bikeyt!

ewe le kwê, dirextê namet bo binûsê û

ewey le kwê, direxteke xoy bêt bepîrtewe û

baweş be milta bikat û maçit bikat û

le bon û beramey ewînî xoyt pê bibexşê?!

ewe le kwê basî tîtrwaskî ’aşiqî gwê zirêbarit bo biken û

ewe le kwê tîtrwaskeke xoy bibînî û

serit bixeyte nêw peřubałyewe û le bałefřêda

be pirjey tinoke zîwînekanî ew teř bibî.

ewe le kwê «sirwe» le wirmêCih bê û

eweyş le kwê sirwet bo bênne «taranCih» û

le qirçey paytexta pepûlebaranit bika û

wişey fênkit beserda bibarênê!

çend řojê bû keçî etut:

çend sałêke çawman yektirî enasê û keçî etut

zor demêke liq û çiłman awêzanî yektirî bûn û

çend řojê bû keçî waman ezanî le deverî xoşewîstîda

le awêtebûnî awî gyanda, bûyn be dû’awanê!

to le «wirmê»we hatbûy

le deryaçewe bonî gułestêrey awî û

le bakûrewe bonî řêḧaneřeşey kakołî jine şukakî û

bonî bestênî sozêkî teřubiřit

legeł xotda hênabû.

minîş le «pîremegrûnCih»ewe legeł xomda

mangeşewî şî’rî «goranKes» û

kuřjinî sirûdekanî «bêkesKes» û

le xorawawe řengî giryan û zayełey

jinanî germyanim bo hênabûy.

min tałe qijêkî řîşî «nalîKes»m daye destit û

toyş axêkî hełqirçawî sîney «wefayîKes» bo şîrîn.

to çirîkey «seyd ’elî esẍerKes»t

kirdibû be şedey serit û

minîş ełławeysîyekey «’elî merdanKes»m

kirdibû be çawgî giře û le dengima bom hênabûy!

xozya le nizîkewe ew kotrem nenasyaye.

xozya le nizîkewe ew darçiwaleyem nebînyaye.

le befir eçû, le wextî pêkenînda.

le pepûle eçû, le wextî peyvînda.

le sirwe eçû, le wextî řêkirdinda.

le «kanî ’aşiqan» eçû, le wextî diłtengîda.

le kiłpeyekî narincîş eçû, le wextî sûtanda.

xozya le nizîkewe ew wişe êskisûkem ne’ebînî.

xozya le nizîkewe ewxewne sipîyem ne’enasî.

lew çend řoje keskeda

byaban û qaqřî dabřanî sedan sałman

kird be bijwên û lêrewar û xoman le gomekanyan hełkêşa

lew çend řoje şîneda

hemû wişe derbederekanman yeke yeke beser kirdewe.

lebnî qułî yadgarewe mirwarîy xewniman derhêna û

kirdiman be řiştey gerdinî honrawe.

biřyar bû, le kenarî werzêkî tirda beyektir bigeynewe.

biřyar bû, le heman awêney xoşewîstîda yektir bibînînewe.

biřyar bû, em care dûrtir bifřîn,

bełam merg ew werzey dařnî

awênekey kird be dû kertewe letêkyanî da be gił û

ewîtrî be jûrî namoyîy minda hełwasî!

bełam merg, asmanî kird be gořistan û

mangeşewîş hełwerî!

xozya ew deryaçe mengem her nebînyaye.

xozya ew peřesêlkey mukiryanem her nenasyaye.

bełam xozyay ême hemû car le berebeyanda emrêt!

bełam xewnî ême hemû car le geşaneweda esûtêt!

ey estêre kişaweke!

to kewtîte diłmewe, êste diłim çiraxanî giryane.

ey barane cwanemergeke!

to baranî pełey janêkî nwêm bûyt û

êste werzim werzî kispe û dabřane.

xozya, xozya, xozya ...

ew şepole çawřeşem her nebînyaye û

ew gułî darhermêyem her nenasyaye û

ew sefere şûmem her nekirdaye!