ḧesen kwêstanî: darbeřuwe sûrekey bałek
eme koçî sûrî darbeřûyekî berkawî «hełgurd» bû yan
dwa seferî birûskeyekî be jeng û jarî
dem be zerdexeney birînekanman?!
eme awabûnî «mang»êkî erxewanî,
xermane sewzî, asmanî xołemêşîy «bałek» bû
yan awabûnî sirûdêkî řeng zîwînî dem be cirîwe?
eme gerdelûlî kostêkî nawextî
deşt û derî tiłetił sûtawî xwênî germyan bû
yan zayełey kilûy befir û kiřûzey pelke gya û
yan sozî şînêkî germî le kotełda şikofe kirdûy
gułe kwêstan?!
ewe estêre bû kujra
yan bahozî espêkî yał narincîy şořşî nwêman?!
ewe «mem» bû le piştewe pêkira
yan ferhad û yan syamendî ’aşiqî benden û
dar û dewen û mahî kêwan?!
ewe xwênî darjałe bû řija
yan xwênî kełêkî sîs û kewey şaxan?!
yaxud diłdarî hejaran!
ewe dwa henasey kanîyekî kwêstan bû,
dwa henasey darhenarêkî «gełałe»
yan awîlkey gułeşestipeřêkî ḧacî homeran?!
şaxêk şehîd kira
yan ałayek?!
çi kispeyek le henawî berdewe hesta!
çi çiředûkełê le derûnî zozan û pijupoy baxanewe berizbowe û
çi tem tûmanê memleketî xemî, befir be serî, êmey dagirt!
lenêwan mergî mêjûyek û ledaykibûnewey mêjûyekî tirda
«ḧesen kwêstanî», baran bû
lenêwan şewêkî emusteçaw û kazîwey berbeyanêkî nwêda
«ḧesen kwêstanî», hetaw bû
bedrêjayîy azarî řewendî nozde sałey dway tarîkistanî heres,
ḧesen kwêstanî, çiray tawił û guł xenderanî
şořş û çirîkey hobehoy řapeřîn û
meşxełêkî lirfe kirdûy naw lêrewarî têkoşan bû
be qułayîy na’umêdîy serdemêkî ejnoşkawîş,
ḧesen kwêstanî:
sitûnî pirşing û řewezî wire û ḧîley hestanewe û
bangî ser hełemûtî xoristan bû
be dirêjayîy nozde sałî senger û nozde sałî qełem û
nozde sałî řêpêwanî naw wiłatî kurdayetî,
naw wiłatî heqperistî û naw nîştimanî azadî,
ḧesen kwêstanî le kwê nebû?!
le kizebay kwêstanda -bon û beramey gułcařî hełałe û
le gořey germîyan û berayîy pêdeştida - çawî tîjî heło û
mamzî sûrî dastan bû!
«ḧesen kwêstanî» mizgênî hemû şwênê bû
le binebanî kurdistanda.
le kwêredêyekî terîk û le kuxtêkî pena zaxoda - ew:
kełepşikoy agirdan û «lasKes»y diłdarî
naw melḧemey şořş û lawkî demademî berbeyan bû,
le pêdeştekanî germesêrîşda û
ta lay «ḧemrînCih», ew şeqjinî bazî awat û semelî gułegenim û
le byaban û qaqřîşda ew mêrgî be birîqubaqî hîwaman bû!
ḧesen kwêstanî wek xoretaw, le kwê nebû?!
ḧesen kwêstanî wek hewa, le kwê nebû?!
le kam wiłatî pengir û xołemêşda, le kam çyay hełmet û
le kam nêrîney tirs û bîmda û le kam hezarbehezarî metirsîda,
ew, lewê nebû?!
ḧesen kwêstanî le kam nîgay gizing û
çawî paşeřojda nebû?!
le kam haje û le kam wije û
le kam sirûdî jyanda nebû?!
le bîlbîley hejaranda, tirûske bû
le małyanda, gułî nawtaq û
le kêłgeyanda, zerdexeney deẍił û
le mezrayanda, şorab û darçinar û
le defterî mindałanda, gułebeřojey ḧerf û
le destî zibrî řenicderan û cûtyaranda, dasî dirwêne û
be qijî jinanîşewe gułe beybûn bû
le her şwênê, le her mełbendê, le her dozexêkda,
kurdistanî dayk, mûy tenganey bo hełkiřuzandibê,
ḧesen kwêstanî:
kuřî agirî kuřî şaxî kuřî azadîyş lewê buwe!
le martî şûmî 1975da
ew demey behar girya û gułyan kwêr kird
ew demey çekyan serberew xwar hełwasî û
meçekyan le sêdarey beẍdaCih, da
ew demey fûyan le hemû momekan kird û
le gořistanî şewezengida naştyanin!
ew demey daristan destigîr kira û dewr û teslîmî
şax be şax kira!
alew mergesataneda,
lew mêjuwe çaw çaw tyanebîneda,
ḧesen kwêstanî: wek ziryanê swarî taşeberdî
kêwan buwewe û azarî zîn kirdewe û awzengî teqîn
be mile û hełet û çeqene berdî em wiłateda kewtewe
ẍar û pencekanî xoy lenaw tarîkistanda hełkirdewe û
şwên azadîy kewtewe. bû be mang û
diřî be řeştirîn gewałe hewrî nuşustî da û
lew berzewe bo kurd direwşayewe.
lew asteyşda, ke ber le çil řoj pyawkujanî mangî
sewz, pyawkujanî ḧesen kwêstanî, diřke zîyekanî bêgane,
tewrî tawankaran û bay zerdî weyşûmey lew dîw ḧacî
homeranewe hełîkird û hatin û çawî em
giznigeyan hełkołî û bejnî em darsêweyan biřyewe û
gułebaxî em estêre sûreyan hełweran,
her lew asteda û lew mileyeda û lew pêçeda ber le nozde sał,
ḧesen kwêstanî, bewrî dway heres,
towî şořşî nwêy weşandewe û
çiray řapeřînî dagîrsandewe û
mizgênî: dîsanewe berengar bûnewe û dîsanewe hestanewe û
dîsanewe ta mirdin be pêwe westanî dayewe be hełgurd û
leser sekirî sekiran û mameřûtewe bangî heq û
xoşewîstî xak û em gele xwên leber çořawey be gwêy
dîrokî şehîdanda dayewe.
xwên hat û xwên řoyşit û
meterêz le dway meterêz
bahoz le dway bahoz hełyankird û
dûkeł be dway dûkełda
swar gila û swar hestayewe û
swar řaykird û, wire toqî û
gewre şax kewte ser çok û
gewre tifeng xanekanî xoy betał kirdewe û
şehîdanyan pelkêşî henderan kird û
azayetîy nawnîşanî xoy siřyewe û
çuwe kuncî tirsewe û bedem henasey sardewe
xermanî yadgarî be ba ekird!
a lew qatuqřîy jyaneda bû,
lew werze ziředa bû
ke leş û gyanî ḧesen kwêstanî bûbûn be bijwênî
be gya û gołî sewz û sûrî bîrî le şewnim parawtirî
’eşqî pîrozî kurdistanî
bûbûn be guławî mijde
bûbûn be goranî û be kanî
her lew wiłatî mirdin û mergeda bû, ke baskî ḧesen
kwêstanî bûbû be meşxeł û serî be tancîke guł û
qaçekanî be dû coge û çawanî be qîblenma û
qełemîşî be gułegenmî germyanî,
îtir bejnî ew û bejnî darbeřû bejnê bûn
îtir řengî ew û řengî dargêlas řengê bûn
îtir dengî ew û dengî řastîy dengê bûn
îtir ḧesen kwêstanî û kurdistanîş
wek bay weşt û xakî tînû têkeł bûn
jyanî em darbeřuwe sûre
jyanî em mange sewze
jyanî em ’aşiqî aw û giłe
jyanî pûre heng bû
jyanî dirextî tînû
jyanî hetawî zamdar
temenî xaç û ’umrî bařêzey hebû.
serbûrdey lerzey bûmelerze bû.
ḧîkayetî ew, ḧîkayetî kuřî befir û kuřî řeşeba û
řêy nehat bû.
ḧesen kwêstanî - xoy bo xoy dastan bû
beheq: xoşewîstî sertaserî em nexşeye û
xoşewîstî hejaran û hîway geşî naw diłan bû
sereta: mindałêkî řengipeřîwî binsan û barîkele
wek kotreşînkey kêwan
le colaney na’aramîda hejarîy řayjenî
be ser seryewe hełgurd û be çwar dewrîşda pelkeřengîne û
şî’rî řengawřeng cirîweyan bû
le kerwêşk bizêwtir
laney ew wişe bû.
her zor zû ewînî dar û ewînî berd û ewînî hejaran
gyanyan kird be nwałey xoşewîstî
bo şořş, serîşyan kird be asman.
sereta: estêrkêkî mekis bû le xemî kurda û
le jûrî xwêndin û polî dersewe ’aşiqî azadî bû
înca bû be kew û beramber gułî xwên xwêndî
bû be simore û be darî azadî xoyda hełzina
bû be heng û çuwe naw şaney karewe
wirde wirde xem bałay kird.
wirde wirde nasor geşayewe û
hetakû bû be sirûdî dem kwêstan
yekemîn małî sipîy ew, małekey komełe bû.
yekemîn cêjwan û qozaxey awrîşmîy baweřî
naw pelupoy dirextekey komełe bû.
ledwayîda- hełoy sûr peřubałî derkird û cênzirge şeqjinî ew
em careyan asmanekey «y.n.k» bû
ḧesen kwêstanî leyek katda
diłî kotir û çawî heło û şineba û ziryanî
têda ko bûbuwewe, leyek katda
befir û agir û
guł û gulle bû.
tîşkî qełem û deştî gułałe û
zerdey lûtke bû.
em diłdare qijřeşeman
«p.m»êkî serkirde bû.
sakar sakar wekû befrawî kwêstan û
sade sade wekû xołî ser gořistanî şehîdan!
wekû awî ber hetawîş dem be xende
ey hawřê! ey kwêstanî!
to wek sirûdî meşxełan,
wekû kerkûkCih,
wek sêberî bałay berzî şehîdan û
şaxî goyjey silêmanî -legełmanî-
le kořmanda çira û tabloy
le řêbazî «y.n.k»da û le çawmanda
guł û asoy
ey hawřê!
le pełe xwênî řijawta estêrey sûr
ser derdênê,
mêjû hełdê û
pirşing eřwê!
ey hawřê!