çawekem xo min birîndarî xedengî çawî tom

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  900 Dîtin
çawekem! xo min birîndarî xedengî çawî tom
zar û bîmar û giriftarî kemend û dawî tom
wêł û sergerdan û xar û ’aciz û aşufte ḧał
dił be tałan çûy supay kakołî têk aławî tom
ger depirsî dad û giryan û fuẍanim boçîye
řaste bawik mirde nîm emma ciger sûtawî tom
sed ke to fîkirî esîrî xot nîye emma emin
xo dezanî çunke řoj bê xurd û şew bê xawî tom
min le ber pîrî qedim xem nebuwe er baweř dekey
qed xemîdey qamet û bałay wekû lawlawî tom
qatłî min kes nîye buxtanî naḧeq boç bikem
min şehîdî xencerî mujganî taze sawî tom
her kese ’ebid û murîdî muřşîdêke sa emin
her wekû hîcrîNasnava edebî murîd û gyan fîday hemnawî tom