le vyennawe bo kurdistan û direwşanewey estêreyekî sûr!
ew deme alûz û janî dûre wiłatî û tasaney ẍerîbî, xewî
le çawanî le bûlêł çûy min biřîbû! tenha hawdem û hawřaz û
hawgîngiłim, şî’ir bû bo diłnewayî û
hêwirkirdinewey şepole bepêlekanî
em zeryay xeme, şî’ir ebuwe: hetawî aram û
hetwanî zamî estêrey wişem û legeł xomda,
legeł herdû gilênemda
şar be şar û wiłat be wiłatî henderan emgêřa, yan bo
nełêm: ew minî egêřa û ew minî kirdibuwe xermaney
dewrî xoy
de siław ey mangî şî’ir û
ey xermaney be bereketî zimanî kurdî!
êweyş řojtan baş û şewtan baş
ey kurde awarekanî em ser zemîne!.
le pencerey wagonî şemendeferekewe
nîgam tînûy aw le serincî
ew kej û doł û çya û lêrewar û řewez û hełemûtane bû
ke be sewzîy xoyan, be sewzîy awî çawberî wiłatî nemsa,
wiłatî guł û huner, barane şî’ryan be serda ebarandim.
le gomî zîwînî xeyałyan heł’ekêşam û hêdî hêdî eyanbirdimewe
bo nêw lankekey kurdistan. lepiř «vyennaCih»cirîwandî,
şan û milî meřmeřînî em paytexte nask û qiştîlaneye derkewt.
şemendeferekeyş, hêwaş hêwaş demare girjekanî pêşûy xaw bowe û
le wêstigey gewrey vyennada le çawtirûkanêkda
wek dayçeqênin, řêk westa! wa min û şî’ir pêkewe da’ebezîn,
ew katey serim hełbiřî, xom le berdem
pûrehengêkî xoşewîstanda,
le berdem çend çepkê le yaran û hawřêyanda bînyewe!
yekêk lew gułehêroyaney her zû beramberim pêkenî û
baweşî piř le guławî xoy pêda kirdim;
kake fazîlî mela meḧmûd bû
lenêw hemuwîşyanda betenha her ew bergî kurdî poşîbû.
berlewey bidwêyn, be çaw pêy witim
«dway em dabřane nefretîye dûrudrêje, em pêk geyştineweye,
em be dîdar şadbûneweye, guł û zemawend û xogořînî ewê».
ew sate qułequłî pêkenînî bû.
ke lêy wirdibûmewe, hestim kird teşwêy zeman ewende karî
lem řeweze cwane nekirduwe
qij her wekû xoy řeş řeş, pêstî bê girê û řêřê nebû,
heman goşenîga û serincî ber le ḧevde sał
zyatir, leş mamzî, sûk û gurc û bê fîz û
sakarîş wek gułekêwî. witim: kake fazil! her wekû xotî
pêkenî û legeł řaweşandinî herdû destya witî: zimanîşî tozê girtî,
- toyş herweha! hêşta her şa’îrî lawî
bedem qaqawe, bedem hełqułînî xoşîyekî řewanewe,
destiman kirde milî yek û wityewe!
- lebîrit neçê min hemû kat
’aşiqî şî’rekantim!
ba berew dwa bigeřêmewe, ser be hewarekanî ewîn û
małî aşnawřoşna û azîzanda bikemewe.
le řegewe berewjûr bibmewe bo lay em gułehêroye.
řenge her le tuwekey elyase qoçewe
le sêderîyekey małî ḧacî emînî kake ḧemewe,
ême û hetaw û řez û kanîyekanî «dêlêje»
wek dû baxî perjînî bezîw liqupop û geła û guł û
herêzman têkełî yek bûbê, ta ew şwêne pîrozey
ke daykim le heman katî şîrî daykêkî beheştîy em
binemałeyey xwardewe û
îtir serçawekan leyek řûbarî xoşewîstîda yekyan girtewe.
lewêwe em tîrêje kişawe.
lewêwe em mêrge
be ewîn têrawe!
dway ferajû bûn û çawkirdineweyş
her le yek hêlkey kołanî geřekêkî em şareyşda bû
legeł hawtemenekanî em binemałeyeda
serman be yekewe cuqa û pêkîşewe
peřubałman derkird û
leser dirextî qutabxaneyekîş pêkewe nîştînewe!.
le heřetî coş û xiroşî syasîda
le zemanî şeřî sardî em neweyey êmeda
min û kak fazil hêlaneman cya bû
asoman cya bû
ew le kelî enternasîwnalewe eyxiwênd û
minîş le kelî nasîwnalîstî beramberewe
bom esendewe.
dû kewî neguncaw bûyn
bełam neguncaw bo ewena be denûk yektir kwêr bikeyn.
neguncan bo ewena le xwênî yektirda şełał bîn.
ne’, ne’, ême guncawî neguncaw bûyn
le berdem nehengekey dujminîşda
nehênîman yek nehênî û
xoşewîstîman yek xoşewîstî û
małîşman yek mał bû.
bîrme her le seretay ḧeftakanda bû, le serudemêkda ke şehîd
le şane agirînekanî «qyadey merkezîda»
karî ekird û be şaraweyî û nehênî le hatuçoda bû.
małî ême, derwazey diłnyayî û mitmaney leser pişt bû bo ew.
ehat û pêkewe le jûre biçkolekemda becûte da’enîştîn.
wayş řêk kewtibûyn bo ewey nebada xwanexwaste
agirî neguncanî bîrubaweřî syasîy herdûkman le řêkkewtêkda
le xermanî hawřêyetîman berbibê, wa řêk kewtibûyn, her be kenarî
cwanî şî’ir û edebda biřoyn û bew zimane xoman mest bikeyn û
kořîşman bew çilçirayane biřazênînewe!
şehîd fazil agirdanêkî bekłipe bû.
kanîyekî zîrekî û çawgêkî bizoz û
řunakbîrêkî sade û
şî’irdostêkî wirdibîn bû.
naw benaw le hendê řwanîn û lakirdineweda
çawekanî tîl ebûn û
le axawtinîşda zimanî eygirt û
bemeyş řoḧşîrîntir û
êskisûktir eyniwand!
ew her le serdemêkî zûtrewe çûbuwe
naw bizûtnewey qutabîyan û
yekêk bû le qełeme hoşyar û wişe řapeřîwekanî nêw meydanî
xebat û têkoşan.
ew lew temeneda hełkewtûyekî
em şarî hełmet û qurbanîye bû.
* * *
sał hat û řoyşit û kurdistan ta ehat tarîktir û
karesat le dway karesat û xwên le dway xwên û
sêdare le dway sêdare û zîndan le dway zîndan û
winbûn le dway winbûn û mergî azîz le dway mergî azîz û
senger le dway senger, yaran û ’aşiqanî azadî
wek towî gułî dem bayan lêhat û
gořan û werçerxanî fîkirîy syasî
lem benderewe bo ew bender û
şehîdîş kewte naw em gerdawanewe û
ta le řojgarêkî tirda le dûrgey
bizûtneweyekî îslamîyewe
çaroge û bayewanekey beder kewtewe
min bo xom em werçerxanem
le diła bûbû be meraqêkî gewrey syasî û
komełayetî û be’awatewe bûm řojê
le řojan kake fazil bibînmewe û pêkewe wek carî caran dabnîşîn û
pirsyarî lê bikem û bem soraxkirdineyş
le werçerxanî tazey bigem.
êre vyennaye!
wa pêkewe şanbeşanî yek eřoyn û
le wêstigey şemendefereke
çûyne derewe û le utumbîlî hawřêyekda
betenîşt yekewe danîştîn û be şeqame řengałe û
bêgerd û be birîqubaqekanî em şare cwankîleyeda
yek le dway yek tê’epeřîn û eweta êsteyş le małî
hawřêy xanexwê pêkewe dabezîn û çûyne hołe řengînekewe.
le derfetêkda her dûbedû maynewe û pirsyarekem lêkird.
şehîd fazil leserxo witî:
ba le hemû řwałetekan geřêyn.
gelê řêgaman taqî kirdewe, emeyş řêgayeke,
bełam min her řêgeyek bigirim bo kurd eygirim.
kurdayetîy amance û çarenûsîş
her le serbexoyîy kurdistanda ebînim.
min amadem lepênawî berjewendîy kurdida, hemû karêk bikem,
herçîyek be mercê tirûskayîy hîway bo em gele hejare têda bê.
bîrme her lenêwan qisekirdinda witî:
«ewrûpa bêzarî kirdûm. emewê řizgarim bê,
tînûm bo ewey bigeřêmewe kurdistan.
lewê le gundekanî kurdistanda û lenaw ew xełke hejareda
bijîm û bimirim û eme hîwame û dwa xewbînînme»
êre vyennaye û
xew nehate dî û
se’atî xwên çirke be çirkey henasey kurd ejmêrê û
qasmilûKes mangî sûre û be dewrîşya
çend estêreyek xermaney gułałen û
edrewşênewe.
yekêk lew estêraneyş fazle û
fazîlîş kuřî şarî «mameyare» û
«berdeqareman»e û qurbanîyekî gewrey
aştî û azadî û sumbulêkî dîkey lexobûrdin û
şehîdêkî tirî řûnakîye!
dujminanî řûnakî,
neyaranî guł û kanî û nanî hejaran
çeqokanî tarîkî û tundiřewe tîrorîstekan
çend demançeyekî mêjûy şełałî xwên û
mergî demamkidar
lenaw sîney vyennada
destyan geyşte gerdine berzekanî
qasmilû û fazil û hawřêyekanyan û
le jûrêkda ew çirayaneyan kujandewe.
ew hetawaneyan hełweran.
bełam ey çî le çiraxanî dîrokêk eken?!
çî le gerdinî şahoCih û pîremegrûnCih û milyonan eken?!
em çarenûsî azadî û řamałînî ejdehakane
le tewêłî şax û baskî kej û
sersingî em nexşe gułgułîye nûsrawe û
têkeł be zêy sirûd û řapeřînman buwe.
toyş ey hawřêm!
ey hawřêy dwa wite û dwa koř û
dwa henasey «mang»êkî kujrawî kurdan,
ey estêre sûreke û
ey darbełałûke ałekey naw diłî «dêlêje» û
ey gułehêrokey şî’ir û yadgarim!
çî lewe gewretre awêtey xoşewîstîy
em kurdistane bî û
çî leweyş pîroztire be mirdinê bimrî û
serit le lûtkeyekda bipjê
ke lûtkey meşxełan û
lûtkey baran û dundî hełokan û
cîhanî nemrîy bê
hawřêkem!