«serdar»y bewr

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  1201 Dîtin

bejnî azadî her le awêney xwênî şehîdanda

der’ekewê û şewq edatewe

mêjûy ême bê ew qurbanîyane

le dirextêkî bê geła û liqupop eçê!.

eger ew hewrane nebûnaye

baranî mizgênîman ne’ebînî û

xoşewîstî û serbestî

baweşyan be mil kêwekanmanda ne’ekird!

şehîdan: çarenûsî xak dyarî eken û

zułałtirîn dengî ḧeqin û

le gwêy řûbar û

le gwêy dar û berd û

le gwêy paşeřojîşda eziringênewe.

her şehîd le «qeła» gewretir û

le minarey çołî beriztir û

le sefîn xoşewîstire

řojanê bû, merg şar û şar merg bû.

řojanê bû em heware hewarî mar û mêrû bû

hewarî tirs û sêdare

hewarî caneweran û

hewarî xołemêş û wiłatî pepû bû.

lew řojaneda lenêw bewre degmenekanîşda

bewrê hebû qijřeş û çawřeş

milkel û gyanî le pişko gerimtir

em bewre nawî «serdar» bû

le agirdanî hewlêrCihda ledayk bûbû.

le tarîkistanda çawî pişkutû bû.

lenaw ziryanda pêy girtibû

le azarda bałay kirdibû.

ew demey şax zengî metirsî lê da,

ew werzey daristan qîjandî û

ew wextey şeqam bû be tabûtî hetaw û

ew řojey gułałe zerd hełgeřa û

tavge tînûy bû

«serdar»y bewr leser hełemûtêkî em wiłate řawestabû

serincî le mergî xoy û

serincî le jyanî sawakanman eda.

lew xeme berzewe

eyřiwanîye pêdeştekanî hîwaman û

le mêjûy birîndarman wirdi’ebowe.

şořşî nwê

şořşî qurbanîye nwêyekan bû

şořşî deẍłî sûtaw û dûkełî cesteman bû

řaçłekînî mêjûyekî tir bû

horey zam û

lawik û ḧeyranî qenarekanman û şayîy mergiman bû.

serdarî bewr her zû

xoy geyande şay wire û

bû be hawdemî tifeng û

hawřêy fîşek û

hawřazî telan û berd be berdî

kêwan û berayîy pêdeşt û

bû be xoşewîstî hejaran û

diłdarî şehîdan.

ewey le hemûman çaktir em bewre enasê

sefîn û pîrmam û serî řeş û

şeqam be şeqam û

kołan be kołanî gyanî hewlêre.

ewaney le hemûman baştir em bewreyan enasî

tirs û lerzî şewanî dujminan û

çekme le pêyekanî be’is û

gurge kiławřeşekanî ewan bûn.

«serdar»befrêkî kiłpe kirdû bû.

«serdar» řûbarêkî jyan û ’aşiqêkî

sewdaserî azadîy bû.

ew le tarîkistanêkda bû be biłêse

ke tarîkî xoy le xoy esłemyewe.

ew le bêhîwayyekda bû be hîwa

ke na’umêdîş xoy le xoy weřs bû.

«serdar» bełênî tîjřewî «ba» û

swêndî bo dwawe negeřawey çem û

hawarî guł girtûy mindałanî şehîdanman bû.

tîşk bû xoy ekird be şarda

le katêkda şar çaw çaw tya nebîn bû.

le katêkda şar tořêkî gewrey mirdin bû.

ziryan bû xoy ekird be şarda

le katêkda «qeła» le naw çingî nehengekanda

wek kewêkî kesîre wabû.

ew diřî be mirdin da û

diřî be na’umêdîy da û

diřî be jêrdestî da û

bû be mijdey baran û

mijdey hetaw û

le kazîwey singyewe

şebeqî da û řûnakî kirdînewe

«serdar»y bewr

eywîst le hemû hełmetêkda

le çing nane çingî yekemda bê,

hîç bewrêkî tir pêş ew nekewê û hîç piłingêkî tir

ber lew ambazî be’sîyan nebê.

kam gerdaw tûş bû ew xoy lê eda.

kam řike dijwar bû ew pya heł’ezna

kam şewgar tarîktir bû ew eykird be qeła

le çeqî řêge û

le naweřastî gořepanekanda û

le sîley geřekekanda

le nakawêkda wek birûske der’epeřî û

cestey dujminanî ekird be zûxał!.

her boyeş emřo

«serdar»y bewr, bote nexşî naw dił û

kizey derûnî hemûman.

bote wêney hemîşe lepêş çawî

ser dîwarî jûrekanman û

bałindeyekî sûrî ser liqupopî

dirextî ḧewşey małekanman û

espêkî erxewanî naw xewnî mindałekanman.

«serdarî se’îd sofî»

qełaye û

«pîrmam»e û

sefîne û

lepêş çaw win nabê!