ew zamey bû be mang!

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 13 Xulek  1525 Dîtin

bewrêkî tirî nêw dastanî giře û daristanî pişkoman koçî kird û

mêjûman bo satewextê piř be gerûy

derbend û eşkewt û kewêł û

bergêlnekanman zirîkandî... zirîkey mêjû

serçawe le xwêncimanî

azadîyewe egrê, ew demey xak janî be bûmelerzey

řapeřîn û zawzêy şehîd û teqînewey şî’ir û lirfekirdinî belûzewî

xemî daykanewe egirt!

mangêkî dîkey germesêr koçî kird û estêran dabarîn û

pêdeştyan ałuwała kird û hezaran parçe awêney şikawî hetaw

be dirêjayîy kenarekanî sîrwan xewnyan pija û goranîyan řija û kirdyan

be şayîy xwên û jan.

mindałanî pêpetî û demuçaw xoławîy êmeş bo yekem car

le berdem derwazey mizgênîda gułezerdî

zerdexeneyan çinyewe û baweşyan

be lamlî beharêkî řapeřîwda kird. ew deme le henawî qirçeqirç

pêkewtûy ber ka û girdołkekanewe gułegenmî řîşał řîşałî

sûrî beyanîyekî taze, kazîweyekî dem û

lêw zîwîn, gerdin kafurîy

bejin ziravî çaw piř le tirîfey destupil zêřîn ledayk bû.

lew řojeda le pełe xwênêkî sersinge hełqirçawekey dûzewe,

le zarî lêw bexendey birînêkî řeştałewe semelî azadîman serî

derhêna û bû be şayîy qurbanîyekanman, bû be řeşbełekî sêdare û

serçopî herhemû birînekanman.

dûz, dûz meçekî tûknî ḧemrînCih

bazuwebendekey ’aşiqanî befir û giře

naw demî kuřêkî dîkey gerdelûlî

xoy maç kird û serî xiste ser řanî

soz û xoşewîstîy germên û

dwatir pencey nermî şemałêk le derbend baseřewe hat û

geyşte naw dîdeman û ewsa pêłûy mandûman ał hełgeřa û

bû be gułcař û řûy em zameyşiman bû be

mang û gyanîşman be xermaney

ew deme, dûr lew mange, min le jûrî tenyayî û

namoyîyekî şêdarî dił guşrawda xerîkî ewe bûm

lew gułcařî germêne kirasê bo şî’rêkî nwêm bidrûm.

lepiř bazêkî peřubał sipî hat û leser serim lengerî girt û

bedem çirîkey sozêkî mewlane’asawe

şî’rekey pê biřîm, witî: lenêwan pełexwênekey dûz û

seretay hełkirdinî ew ziryaneda

mêjûyekî dûkeławîy

azayetîyekî çawsewz,

seferêkî telîsmawî

xewnêkî agirawî... le hatuçodan!

bazeke sûřêkî be çwardewrî tenyayîmda xward û dîsanewe witî:

ḧemeřeş, wate kêwêkî řeş

espî şewêkî qetranî,

zewîyekî be xełûzkiraw,

nanêkî řeş dageřawî bin řeşmałî sutemeřoy azar û

yan qedî dargiwêzêkî řeşeba bezên.

yan gewałe hewrêkî řeşî awis be kuř û kiçî baran

yaxud le şewezengida birîske birîskî

dû çawî bewrêkî biřonzî!.

sereta hatne naw em dozexî dastan û ewîney pêşmergayetî,

sereta yekemîn seferî em birîne cê be xonegre

berew gerdugułî beyanî kurdayetî û xobexaçda dakutan

le sałanî zûtrewe

bazreqey bestibû, emeyş serburd û beytêkî biraymokKesasay

’eşq û sûtanî xoy heye

eweta lawêkî wek tajan barîkele û

wek henarî gułkirdû û xwêngerm û

wek kełî ser řewez, zît û çawbigêř,

wek hajehajî sîrwan bê aram,

’eşqî xak, dar, berd, tifeng û çarenûsî xwênî xoy

dawete dest kurdistan û besteyek twêşûy nanî řeşî

bestote pişt û hewraz û nişêw eka û

derwêşasa dergay yek beyekî

barega û meqeř û mełbendekanî eqłîşênêtewe û

dawa ekat û hawar ekat û eyewê bê be «p. m» û

eyewê şaław bo merg berê û çing binête

çingî dełedêwî be’sîyan û

kilk û gwêy biřawî ewan bo kelar û

baweşaswar û dûz û xaneqîn berêtewe,

bełam hemû car,

destî ne’ be řûy em soraxe şeydayyewe enra û

egeřayewe dwawe

sereta bû, em fîşeke bê tifeng bû

em pişkoye bê kwanû bû

em pirsyare bê wełam bû

em cwanuwe bê řewge bû

bełam axir çon

syamendKes le ’eşqî xecKes bêzar ebê

qułing le kunkirdinî bêstûn û

ferx le bałay perîxanKes û

yan germîyan le sûrehetaw weřs ebê?

soraxî em berdewam bû herwekû lasKes sûřî exward

wek çikeçkî diłope awî eşkewt û derałekan

pirsî em wişkî ne’ekird,

berd kunker bû.

hetakû senger werîgirt

hetakû çek şanî maç kird û

ta řewe’esp têkeł be ḧîley xoyan kird.

wa êste «ḧemeřeş» û řewe’esp bû be řîze meşxełanê û

eçne çawî dêwwidirnicî be’sîyanewe.

wa êste ḧemeřeş buwe

be tendûrey gerdelûlêkî germîyan

le her kwêyek serbazî mirdinî lê bê

em lewêye.

le her kwêyek guł bikujrê, aw bikujrê, hetaw û şemał ser bibřên

em destî tołey lewêye.

kwêstan, beqed kilûy befir em ḧemeřeşey xoş ewê.

germesêrîş beqed şiney şewanî hawînan û

sozekanî ełławeysî xoşî ewê.

ezmûnî tał fêrgey ewn.

bist be bistî azarekan enasêt û aşnayane

wekû xuşk û bira û amoza û bin amozay xoy

her le dûrřa yeke yekey dirextekan

nawnûs eka û

dergay mał û pencerey xulyay mezrakan enasêtewe.

nexşey germîyan berî destêtî.

wek tałe muwekanî řîşî qamîşełan

mêrgekan û lařê û bin dewen û baxekan enasêt û

legełyanda edwê û ebne penagey

şewanî eşkence qałî kirduwe

em derçûy qutabxanekanî sitemdîdeyîy xełke

hendê car em ser le řêge û mangeşew têk edat

hendê car em tûnî baba lenêw henawî xoyda win ekat.

bo yekem car leser destî em bewre řeşemanda bû

telîsim û tirsî řebayey be’is şika û

xoy kird be naw tełebendekanî mergida û

geyşte ser serî neheng.

karesat gewre û gewretir bû, hełebceCih

be hemû kurdistan û

henaseyşî be henasey hemûman

jyan tarîk û tarîktir bû

dołpay enfal hat

ax germesêrekem!

ey ew askesûrey le hemû carêkî kostikewtinda

ber le hemûman leşt nêzeřêj ekirê û

berdewam hemû carêkîş le her pişûdanêkda

dway hemûman xwênit egîrsêtewe.

ax germesêrekem, ax

to yekemîn çawî be firmêskimanî û

dwa zerdexeney dem û lêwman.

dołpay emewîyekan hat

dołpay enfal hat.

îtir le gełayekewe bo sawayek

le biniçkêkewe bo çolekeyek

le xeřkeberdêkewe bo cogeleyek

le karjołeyekewe bo kanîyek

kewtine ber ta’ûnî be’sîyan

dołpay enfal hat

bû be tarumar

dijwar bû, dijwar bû, dijwar...

kîney şimşêrî teterekan,

xoşewîstîyan encin’encin ekird û

wa hatbûn nîştiman lebnida bibřinewe,

wa hatbûn mêjûman

řîşekêş biken û

sîmaman bisřinewe.

wa hatbûn dwa estêreman kwêr biken û

dwa espîşman bixesênin.

tarumar bû, tarumar

dûkeł bû, dûkeł bû, dûkeł...

çawî xwawendîş piř bû le aw

asin qirîşkanî û nerim bowe

azayetîy çuřçuřeyekî kemî lê mayewe.

wek řêçkekanî berdem şaremêrûleyek

wek ew řêçkane zîl zîl řîzbûn û berew qaqřî mirdin

berew gerdelûlî mirdin birdyanîn.

çał, çał, çał

leyek gořda û hezar dayk û bawkim, hezar ’eşqim

leyek gořda û

hezaran kuř û kiçim,

hezaran çiram leyek gořda û

gundêkim be asanî cêgeyan ebowe

tarumar bû, tarumar

lew sateda bo sed û heşta hezar awat û

xewnî zerd û sûrî zîndebeçał kiraw,

bo sed û heşta hezar bałay hełwerîw

bo sed û heşta hezar baxî xinkaw

yehuda girya

mergeweřCih girya

hîtlerKesyiş girya û

lew sateda her sedam bû pê’ekenî!

a lew deme dozexîneda, ḧemeřeş,

ḧemeřeşî kuřî zîzaney kuřî ser qełay

kuřî dûzî kuřî ḧemrîn

laney azarekanî çoł nekird.

neřoyşit û xeyałî germîyanî nebirde êranCih û tûran.

destî le kemerî kifrî berneda.

wek sîrwan mayewe, wek kerkûkCih esûta

wek qełay şîrwane lewê bû

lew demeda, ew bo şî’rî destupil gonekirdiwî ême

giřey nîweřwanî «hekiz» bû

bo wireyş

ḧemeřeş

em destî zimnako û

ew destî bemo bû

* * *

heta êsteyş le dû awenda ke dû masîy řeş

egene yek û řojgarî enfal bas eken

dû axî piř be sîney şepol

bo ḧemeřeş heł’ekêşin.

dû girdî diłdarîş ke ser enên be serî yekewe

basî hengawekanî ḧemeřeş bo yek eken.

dû dirextîş ke pêkewe heł’epeřn

yadêkî destekanî ew her ekenewe.

êwe gwêtan lê nebuwe

min şî’irim gwêçkey zor sûke

hemû carê ke zimnako

swênd bo germesêrim exwa

ełê: be serî ḧemeřeş!

* * *

ey bewrî řeş! ey hełmetî berdewamî germyanim,

le tirsinaktirîn satewextî wicudmanda

to qaçit řegî xak û

serit pijupoy bêşekanman û

herdû çawîşt dû gomekey

derbendî dukanmanin.

* * *

lêre bedwawe ḧemeřeş witî şî’irim ewê:

min daway dû gułim

le darî jałe kird

bo singî ḧemeřeş

keçî dar le řeg û řîşewe

xoy le ’erd hełkêşa û

be pêy xoy legełma hat bo lay çawanî ḧemeřeş.

be «ba»m wit mehêłe

ew mange biçête hewrewe

min emşew le dûzda

bo bałay ḧemeřeş

tirîfem lêt ewê û xermane

bîkeme ber zamî ḧemeřeş

«ba» witî:

toyş neyłêy

mang xoy dê û

ew zame řeştałe egrête baweşî.

kotrêkim narde lay kułeco

xwazbênî wenewşey kîjêkim bo bika û

bîhênîn bo kuřî zîzaney, ḧemeřeş

ke lewser hatewe pêy witim:

temaşa ta çawî biřînî ew bewre biř eka

be gułcař wenewşey her hemû pêłûman

be gułcař hełałe

be gułcař nazenîn

be řêwen bo ewey maçî ken

bo ewey be ewîn daypoşin

germênî ew leşey ḧemeřeş.

* * *

her gaberdî nêw derbendê

witî: lêrem,

xo berdeqareman nîye.

herçî gułê ke sûr çowe,

xo gułekey perîxanKes û ’umman nîye.

her kesê qułing bedes bû, ferhadKes nîye.

xo herkesê barîkele û çek le şan û yan řîşdar bû,

mame řîşeKesy dastan nîye.

her kesêkîş nawî ḧeme û ḧemeřeş û germyanî bû,

ḧemeřeşî pêş enfal û naw enfal û dway enfal û

espeřeşî ser ḧemrîn û

gêjełûkey xwên hełkirdûy cergey dûz û

ḧîkayetî kêwî řeş û

bawboranî zeman nîye

* * *

ew çirîkane zor kemin

dar be darî daristanê daçłekênin û

sersamî ken, wek ḧemeřeş.

ew ’aşiqaney zor kemin

çok be bêstûn dabden û

her be ewîn dîwarî mirdin kun biken

wek ḧemeřeş.

germesêr, germesêr

defterî xołînî şî’irme û

ey bałay zîwînî řapeřîn, toyş qełem.

diłnyam em care min şî’rê enûsim

be qeder ḧemeřeş aza bê û

be qeder sîrwanîş kełeget

* * *

hemû sałê

bo yanzey sê

yanze keřet henasey xom

be řêgewbanî sikłida exeme řê

em henaseye piřêtî le tinoke şî’rî kesk û

lêwanlêwe le «ba»y mor û le «ba»y şîn û

lêwanlêwe le ’eşqî ał û

le çawî geşî mindał.

em henaseye, sitrane. sitranî deşt,

sitranî şax. em henaseye heł’efřê û

le hîç şwênê lanadat û

ta leser dûz řa’ewestê û

yanze carê egirmênê û, înca îtir

be ser gułcaře řeşekey cestey mandûy

ḧemeřeşda da’eřjê.

* * *

hemû sałê bo yanzey sê

gomî derbend yanze keřet xoy heł’ebřê

bo laşanê maçî bikat

çunke bonî gułî pencey

ḧemey lê dê.

hemû sałê bo yanzey sê

şaxî bemo yanze keřet da’enewê

bo binarê, bo berkawê, maçî bikat

çunke bonî kaskêtekey dway enfalî

ḧemey lê dê.

hemû sałê bo yanzey sê

yanze kejman, le serewe bo xwarewe

sefer eken

yanze baxman,

le hełgurdCih û sefînewe dêne xwarê

her bo ewey serêk biden

le dwa birînî ḧemeřeş.

hemû sałê bo yanzey sê, dway êware

yanze mindał le şořîce û řeḧîmaway kerkûkewe

yanze çiray biçkolane eken be milî xoyanda

řa’eken û da’egîrsên.

em pepûley çirayane yanze keřet

be çwardewrî serî dûzda sûř exon û

ewsa her yanze çirake

le pełexwênêkî

hêşta wirşedar û hêşta teřda

da’enên û înca eřon.

hemû sałê bo yanzey sê, yanze kotrî bêwejin,

yanze çolekey bê bawik, yanze henîsk, yanze firmêsk,

yanze gułecoy mendelî, yanze xałî kutrawî ser gonay germên

her hemûyan řîz ebestin bo zyaret

zyaretî qisnî bejnî ’aşiqêkî

wekû zimnako kełeket.

hemû sałê le yanzey sêda min ebim

be şimşałê, cebel ḧemrîn emnê be lêwî xoyewe û

lêm edat û le kunebay cestemewe

yanze meqam, yanze bulbulî birîn û

yanze qaspe dêne derê.

hemû sałê le yanzey sêda min ebim

be defterî řesmî kiçe kelarîyek

yanze peřem.

kiçeke dê û be xełûzî şewî enfal

yanze keřet

wêney serî yanze pyaw û

wêney hewrî yanze zamim tya ekêşê.

hewrekan hemû yek hewrin

pyawekan hemû yek pyawin û

her hemûyan ḧemeřeşin!.

hemû sałê le yanzey sêda şa’îr nîm bełkû şî’irim, şî’ir xoym

germyan dê û ew şa’îre û

be pencey dûz

be birûskey ḧemeřeş û

be řêjney yadekanî

be xoşewîstîy ḧemeřeş

yanze keřet

le giředa, min enûsê û

yanze keřet leser befir to enûsê û

yanze keřet le řûbarda ew enûsê û

ledwayîda minî şî’ir, awî ’eşqim

zyad ekat û ser ekat û

em wiłate be hajehajî nemrî û

xoşewîstîy ḧemeřeşim, da’epoşê!.