6

Li pirtûka:
Xaç û Mar û Rojjmêrî Şaîrê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 25 Xulek  1176 Dîtin
ey beẍdaCihy aw û estêre û wişey bałdar!
ewe çend werzî namoyî û çend syasał tê’epeřê
beser yadî yekem maçî nêwan tenyayîm û dîcley toda?!
ewe çend xulî mangî şî’irme
ke be dewrî şewekanî şehreyar û şehrezadda exulêtewe?!
min mozexaney sałantim
min berdeyadî nûsraw û
tazetrîn gozey xem û meraqtim
mozexanem bo çawanê giryanî berd û destixetî
şaxekanim wekû xoy exwênêtewe
le hêmakanî kołînî ser dîwarî em ẍurbete
konem egen
le sêberî şwêneware pertekanda
tîr û nêçîr, min û tewr
le yektir cwê ekenewe!
sîmay dwênêy firîştekey ber agirî gatakanim
enasnewe, dezgîrane mîdîyekey min, ke lew
sûçeda westawe, nayken be hawserî korş û
be kenîzekî xelîfe û peçeyşî pê nagirnewe.
ey beẍday aw û estêre û wişey bałdar!
min mozexaney geřokî derbederîm
min ne derga û ne kilîl û ne qifił û
ne gardim heye!
min mozexaney geřokî awareyîm
bê dîwarim, wekû leşim
bîst û çwar se’at kirawem, wekû deştim.
bîst û çwar se’at amadem, wekû eşkim.
ey dengî aw û estêre û wişey bałdar!
min lenêwan herdû berî em řûbare weřseda
hemû řojê asoyekim tem le koł û dêm û deçim.
min bo ewey lem řûbare û beẍda bigem
hemû řojê şepolêk û hawarêkyan wekû kiras leber ekem.
min bo ewey bibme hawdemî namoyî û
dostî nizîkî tenyayî,
hemû řojêk serêk le şî’rî seyab û cîkor edem.
min natwanim lêre hełkem
eger bo hawdengîy şewm
dîcle jûrekem piř neka le hajey xoy!
min natwanim lêre hełkem
eger hemû beyanîyek,
nebme bařêze û řêjne û
beser zamêkda danekem.
min natwanim lêre hełkem
eger hemû beyanîyek
be «heşt» lapeřey asoyîy
řojnamey řêgay dûkeł û
sêdarekanim dernekem!
min natwanim lêre hełkem
eger hemû êwareyek
çarogeyekî tazetir bo em keştîy
bedbextîyem peyda nekem.
min natwanim lêre hełkem
eger hemû êwareyek, be dûqołî
lêre le «bab alşirqîErebî»da
legeł bayekî ezmiřCihy awareda sema nekem.
min natwanim lêre bijîm
eger hemû şewê carêk
le goşey bê’aramîda û le meraqda
lenaw meyda aram negirim.
min lêre natwanim bijîm
eger hemû řojê carêk bo ’eşqêkî taze nemirim!
to le řûbarî kitêbday, hemû řojê şepolî
tazey kitêbê, gerdawî şî’ir û çîrokê to ebat û
etda be dem cîhanewe. to îstake bew zimaney
«ḧellacKes» tyayda etwayewe û «mutenebîKes» tyayda
efřîy û «seyab» lenawya egrya: kewtûyte
sewł lêdan û serit buwe be fenerî řêgewbanî,
ḧellac etba bo lay loser. mutenebî etba bo lay
şiksipîrKes û seyab etba bo lay elîwit. a bew core
to etwanî, le zemawendî xwênawîy garsya lorkaKesda
dest bigrî û le sałonî jêr zeryada legeł řambo
bixoytewe û gułêkî řeşîş le «bodlêrKes» werbigrît û
bîdey le qijî yareket.
ew kiçe ebînî,
eybînî û boy ebî be gułdan
eybînî û boy ebî be momdan.
to bonî darçiwaley naw alan ekeyt û
wa îste legełte û hatote keřade.
to bonî pungey naw mêrgêkî lay kajaw ekeyt û
wa îste hatote berdemit û hatote keřade
ewîne û wek hermê guławî teř buwe.
em bejne hîy şî’re le wextî semada?
yan hîy aw ew wextey be pêwe ewestê?!
em qije hîy řeze le wextî řoyştina?
yan hîy kej ew wextey ke enwê?!
em řenge hîy wişey esmere
ew katey ke ebê be xakî germyan?!
yan řengî genmî xwêngerme
ew katey beramber xoretaw heł’eçê?!
em ewîne eçme berî û emka be gomawî xeyał.
em ewîne eçme berî û emka be awêney nizar.
em ewîne eçme nawî û
be qijî xoy dam’epoşê
em ewîne carêk emka be biłêse û
carêkî tir be tavge û
carêkî tir be bałindey
bał zîwînî
wiłatî yar!
ewîn çîye?! řoḧî şewe?! řoḧî řoje?! řoḧî xake?!
hêzêkî tirî siruşte wekû aw û
wekû hewa û wekû mirdin?!
yan her kiłpey arezuwe
ke hełbû, damirkêtewe?!
ewîn çîye?! dijemerge?!
dijeweřisbûnî leşe?!
nwêbûnewey berdewame?! yan werzêkî tirî ceste û
yaxud dest û pencey xwaye?!
yan serçawey xwênî şî’re û wişk nabê û dwayîy naye?!
ewîn çîye?! jyane û têkełî merge
agire û têkełî awe?!
zengî řenge?!
bonî denge?!
wiłatî bîrneçûnewey xewne?!
hizre ke wextê kwêr ebê?!
hoşe ke bêhoş ekewê?!
ewîn çîye?! tezûyeke dêt û eřwa û awa ebê?!
siřbûnêkî temaşaye û be siḧrî hêzêkî nadyar?!
çexmaxeye lenaw diłda?!
tofanêke lenaw serda?!
ewîn çîye?! min nazanim ewîn çîye?!
bełam ke dêt be dûbałî giř û baranewe dêt û
lemlawe emka be sûtû
lewlawe nwêm ekatewe.
to xaçî mar tê’aławî
to soraxî oqrey ser agirî bûnî û
to bałî fiřînî awî.
to xaçî mar tê’aławî
to henasey le nîştimanî tasawda û
diłopêkî lew wişaney
ke le çawî namoyîda
qetîs mawî!
emêsta serdemî samdarî koşkêke, koşkêkî kotayî
řazawe be pişkoy xwawendî temûz û
řazawe be çiray xwênawîy sêkuçkey peyam û
řazawe be qîjey hawîn û zirîkey şewanî.
emêsta řojgarî koşkêke
le çawya nîştiman meyîwe.
le dengya şîr eřwê û
leber pêy nehengya, bestiwêtî řûbarî
qirimzî qurbanî û
estêrkî firmêskî hełbest û goranî.
em koşke sereta û kotayî dyar nîye, koşkêke û
wiłatê le berd û le lim û le goşt û
le êskî qût dawe.
dîwarî le cestey letletî asoye.
pencerey le êskî şikawî hetawe.
em koşke binmîçî le baskî biřřawî baxane û
em koşke herêzî le şetłî demar û penceye û
şûreyek le řim û le tirs û le ’ezya
çwardewrî girtuwe.
em koşke
dayenî zołêkî mêjuwe!
çend hewrî sikpiřyan girt û birdyanne naw em koşkewe û nehatnewe!
çend şinebay gencyan girt û birdyanne naw em koşkewe û nehatnewe!
çend peřesêlkey qełem û çend barannameyan girt û
birdyanne naw em koşkewe û nehatnewe.
çend darbeřûy kaspyan girt. çend darxurmay şa’îryan girt
birdyanne naw em koşkewe û nehatnewe.
çend şořebîy jinyan bird û, çend mamzî kiçyan bird û
çend çexmaxey efser û serbazyan girt û
birdyanne naw em koşkewe û nehatnewe!
çend dartelî kirêkar û çend minarey řîşdirêj û
çend kiławkuřey qazîyan girt û birdyanne naw em koşkewe û nehatnewe!
çend pepûslêmankey axûn û çend estêrey aşurbanîpał û
çend hîlalî turkiman û çend tawsî yezîdîyan û
çend şîneşahoy serxoş û
çend taqtaqekerey zorbiłê û
çend piłingî şořişgêř û
çend miḧemmed û çend mûsa û ’îsa û
çend ’umer û çend ’elîyan girt û
birdyanne naw em koşkewe û nehatnewe.
çend xizmî nizîkî xwayan girt û birdyanne naw em koşkewe û
nehatnewe û nehatnewe û nehatnewe!
min êsta wek caran nawêrim jwanê dabnêm
bo dîcle û pêy biłêm: dûqołî, xorinşîn
her lejêr pirdekey «eḧrar»da yektirî bibînîn.
etirsim nebada, masîyek, şebugê,
casûs bê û řaportim lê bida û binûsê
gwaye min be dîclem wituwe: ewende bo enûyt
de hełse û hełbiço!
min îste wek caran nawêrim ewende nizîkî peykerî
řesafî bibmewe û bîdwênim, etirsim nebada, qopçeyek
le qopçey çaketî řesafî xefye bê û ke řoyştim
řaportim lê bida û binûsêt: gwaye min be çirpe
bew gewre şa’îrem witbê: wa dyare êstake ẍembarî û
weřsî, her boye demêke bê şî’rî û nanûsî!
min îste nawêrim wek caran nawbenaw serdanî
serqebran bikem û biçme ser mezarî çîrokî kujrawim.
etirsim nebada le pena kêlêkda řîşołe casûsê
gwê bigrê û ke řoyştim řaportim lê bida û binûsêt:
be gwêy xom gwêm lê bû, şayetim, em pyawe
ke witî: nemirdûy to mawî! çîrokî xwênawî!
min îste nawêrim ne be xwa nawêrim, ew wextey
be tenha xom û xom pêkewe danîştîn ke (TV)yim
kirdewe, tozêkim xwardewe, dû pyawe zileke derkewtin.
her êcgar espayî, ewende espayî, ke lûtim
neybîsê, pêbkenim û dû bołem lêwe bê, etirsim,
etirsim nebada, danêkî kilorim gwêy lêm bê û
bo sibey řaportim lê bida û binûsêt: gwaye min
witûme: hemdîsan sîsarke keçełe û şellatî ber
meydan hatnewe!
ême newey serdemî koşkî kotayîn
serdemî «ne’» serbiřîn û
serdemî «a» xełatkirdin.
ême newey serdemî koşkî kotayîn
xwên demuçawî şitîn û mêjûy kwêr destî girtîn û
be řêy gwêzanda řoyştîn û tirsiman poşî û
dûkełman da be xomanda.
ême newey serdemî koşkî kotayîn
le qutabxaney çeqoda fêre xwêndewarîy bûyn û
le pêxefî xołemêş û çiqła nûstîn.
ême newey serdemî koşkî kotayîn
ke gewreyş bûyn
diłdarîman legeł çek û fîşek û xema kird.
sêdarekan kirdyanîn be endazyar û
birînekan kirdyanîn be pizîşk û
telî karebay naw kunelût û kunî dîke
kirdyanîn be karebayî û
hełwasîn û pankey binmîç
kirdyanîn be werzişkarî etrupatîk.
ew butłaney têyanbiřîn
kirdyanîn be ’areqxor û serxoş û,
le hoş xo çûn û awî sard û wiřêne
kirdyanîn be şa’îrî suryalî û hawçerx!
le dwayîşda ew pişîle diř û birsîkirawaney
ke geługunî hendêkmanyan xward
ewanîş kirdyanîn be endam
le komełey bezeyîhatnewe be ajełanda.
ême newey serdemî koşkî kotayîn.
«yekêk lew postere şî’raney ke çexmaxey
mêjûy ḧellac be qułayîy jêrzemînekanî koşkî
kotayî û be dirêjayîy dîcle le asmanda hełîkenduwe û
ne esřidirêtewe û ne piřîş ekirêtewe»
lem koşkeda
mêjûy ḧellac
mêjûy etik
dû mêjû bûn
beynyan xiştê
dîwarê bû.
pyaw hebû ebû be mişk.
pyaw hebû ebû be ḧellac
yekemyan wek ’izîz alḧacErebî
duwemîş wekû ’eskerî!
to xaçî mar tê’aławî
to lenêwan martî aştî û martî şeřda
wek gêngiłî «kerkûkCih» wa bûy.
to lenêwan gimey kotir û lûrey gurga
wek «xaneqînCih» askêkî ḧepesaw bûy.
to xaçî mar tê’aławî
to lenêwan martî beẍda û martî şaxda
le çwar xulî em zemîne serşêteda:
newrozî têkeł be şexte û
ardî têkeł be tî ên tî û
tewqey têkeł be xencer û
maçî têkeł be jałk û
hełpeřînî têkeł be koteł û kost û
řeşbełekî guł û jan bûy.
to xaçî mar tê’aławî
to lenêwan martî aştî û martî şeřda
serit taran eyfiřand û eykird be kursîy şabanû
bałit beẍda eyfiřand û eykird be colaney koşk û
le nawenda to gemyeyekî babirdûy naw gerdaw û
le nawenda to cesteyekî piçřaw û
henawêk bûy wekû kalyarêkî genîw
zerdezîřey dizîy şax û şaremêrûle têy dabûy.
dîsanewe baweşî berd wałaye bo ’aşiqanî çawî çya û
diłxiwazanî pirçî řez û gerdinî herd.
carêkî tir baweşî keskî kêwan û
koşkî bilûrînî befir û małî eşkewt
le pêşwazîy ser řêgada
geła û kilû û gułe kêwîleyan hemû
řawestawin bo pêşwazîy
ewaney bo xoşewîstîy giłesûrekey ḧemrîn û
řûbarî řeşî kerkûk û
bejnî zîwînî xaneqîn
hatûn bibin be çaw bo şew
hatûn bibin be bał bo aw
hatûn bibin be dem bo dar
hatûn bibin be dest bo deşt.
lem tofane gewreyeda
ew keştîyaney enûn, emirin.
lem řapeřînî xakeda
ew řêyaney enûn, emirin.
lem baranî quřquşmeda
bêlayen her mirduwekanî gořistanin.
lem şořşî cengeł û derbendaneda
sinewberî şî’ir û çîrok
sekoy taşeberdî şanoname û ekter
çiray wêne, hajey mozîk
legeł swaretûkey wişeda řê eken.
legeł espî bazyanî řeng û dengida kuřjin eken.
legeł tavgey bêxałda haje eken.
qoł le qołî kazîweda û
legeł sîrwan ekewne řê!
em koçe tenha her koçî peřesêlkey xemêk nîye.
em řewendane řewendî naw yek hobe û yek aso nîn.
em diłdarane diłdarî yek kanîy nîn.
em destane tenha destî cogeyek nîn.
eme koçî nîştimane, wextê kêwan ebin be bał bo azadî.
eme seferî kêwane, wextê xwa ebê be keştî û mêjû be aw.
eme seferî mêjuwe
ke mang ebê be fiřoke û lûtkeyş be çaw!
le marta çiro û zam pêkewe epşikiwên.
le marta geła û xem pêkewe ewerên.
le marta dyardey dij pêkewe ejîn û
pêkewe emirin û pêkeweyş eřiskên.
wadey koç zengûłey berdîne
le milî em mange keskeda.
her řoje û ziringey zengî ew
bo koçî gułêkî lê’eda.
zengidare firmêskî em mange
wek zengî gerdinî karjoley řakirdû
zengidare henasey em mange
çun zengî gerdinî řêjney dakirdû.
emřo zeng
bo koçî sûrî me lêdra!
xêłê bûyn le wişey řûnak û
bo koçî berewjûr kewtîne hełfiřîn.
polê bûyn le melî qełemî řengawřeng
bałêkman çîrok bû, bałêkman şî’ir bû.
lepêşda le dartûy meçekî şeqamî kawewe hełfiřîn.
hetakû yekem car bigeyne
telarî çenagey mewlewî û
bo yadî koçnamey nûseran
bo yadî řojêkî lêwanlêw le ewîn
bigeyne hêlaney ew nûre û
be denûk le geła û le pûşûy zîwînî
naw řîşî hełgirîn.
ew řoje «hełebceCih» le pirsey çoł eçû,
yan etut espêkî berełay bê zîn û bê sware û
le řewî kostêkda be tenya cêmawe.
«byareCih» wek momî kafûrîy xełwetî mewlane
esûtê û jêrpyałey binîşî
piř eka le nimey yaqûtî sofîyane!
to îste «tewêłe» menziłî barante û menziłî şî’irte û
tewêłe xaçekey serşante!
tewêłe: le qoçî kełêkî gîrxiwardûy
nêwanî dû gaşî şax eçê
hetakû biřetê şax tunditir eygirê
tewêłe qułîney demtengî berdîne û
asmanî lewêwe ke derkewt
ewendey nanêke!
tewêłe ’eşqêkî hełatûy zerdeşte
’asîye û řêy nîye ne řaka û derbiçê û
ne xoyşî bo dwawe wergêřê.
tewêłe nawqedî piçřawî mezdeye û
kewtote nişêwî qûłewe û
ta emřoyş berdewam
ew xwênî beharî kujrawî
her lê dê!
çil řoje zayełebarane, çil şewe gilênebarane
çil řoje cestey xak wa leber
gopałe řehêłey sizada
çil řoje le tołey estêrey sûtawda
xor çawî û xor destî le dwawe bestirawe.
wek ełên: ẍezebî xwawendî sizaye û ẍezebî
xwawendî zistane û, ẍezebî nefretî tarîkî û
le milî aławe. çil şewe mang wine û
hen ełên: lay xwaye û gîrawe.
hen ełên: wa nîye û be sefer řoyştuwe û
dêtewe û ew îste mîwanî ’eşqêkî deryaçey
xwênawe. hen ełên: řastîyekey, nehênîy
xway befir û baranî be şewî serxoşîy mangeşew
cař dawe û her boyeş bizre û, seringun kirawe.
to xaçî mar tê’aławî
to janêkî qeładzêy geşaweyt û
to îstake gułî dûkełî nîsanî û
leber pêwe ta tewqî ser
be asosda hełzinawî.
eme nîweřoy nîsane?!
yan nîweřoy merge katê dûkeł sêber
ekat bo kost.
eme gułałey nîsane?!
yan dest û pence û dû lêwî mindałanî qeładzêCih.
eme zanistigey nîsane û silêmanîCih?!
yan kolîcekanî xwên û destî peřîwî nîwtinKes û
serî bê leşî galîloKes.
eme mêzerî xanîKesye?! yan kiławêkî qutabî.
eme şî’rêkî nalîKesye peřîwete em guzere?!
yan seruřîşî mewlewîKes.
eme henar û lawlawe?!
yaxud memkî ḧebîbeKesye û pirçekanî ’enberxatûnKes,
yan defterêkî qutabî.
ey emeyan hîway çawşînî gorane
kewtote bin em berdewe?!
yaxud estêrkêkî mirdû.
ey em ’eyneke peřîwey kewtote em herêzewe û
dû diłop xwên leser şûşey çawekanî ecrîwênin,
’eynekekey enîştayne,
yan ’eynekî kêweřeşe,
yan ’eynekekey şêx nûrî.
kê eyzanê?! kes nayzanê
le sêkuçkeyek bewlawe. kes nayzanê
cige le xwa û le beẍdad û le kirmilîn, kê eyzanê?!
kes nayzanê!
le sêkuçkeyek bewlawe kê eyzanê?!
cige le xwa û le sedam û le bircinîf, kê eyzanê
cige le xwa û le sedam û
cige le xwa û
cige le
cige...
kes nayzanê, kê eyzanê?!
siław! bircinîf! siław!
siławî dûkełî nîsan
siławî dûkełî sûrim
wextê le cestem heł’esê û
germawgerm
le asmanda be gewreyî
wêney serî biřřawim û
dest û qaçî peřîwim û
bejnî kertikertim ekêşê!
siławî mindałanî «dê»
ew katey lenaw kêłgeda û le polekanî xwêndinda
dway řoyştinî mîkekanit, germawgerm
xwên qurdêley pirç û qij û
xwên piştênyan bo ebestê!
siław! bircinîf! siław!
siławî gułekwêrekan, kwêrî dyarît, be supasî gełayşewe.
siławî dareşelekan, şelî dyarît, be supasî çiłîşewe.
siławî awe lałekan, lałî dyarît, be supasî hewayşewe.
le dwayîşda bircinîf, le dwayîşda
siławî gořistanekan, ke le bazařî fiřoke û topekanta
gewre bûn û geşeyan kird.
siławî pirse û řengî řeş, ke le bazařî fîşek û çekekanta
zyadyan kird û qazancyan kird.
siławî taybetî mirdin bircinîf, siławî taybetî mirdin!
siławî gerimtir le napałim û
gerimtir le katyoşa û
gerimtir le agirî soxoy
ke em hemû ser û bał û
sing û řan û
mileqortaney minit wa,
wa be herzan û be tałan pê firoşt
wa be herzan û be tałan
wa be herzan
wa be
wa...
to îste xaçî jêr dewarî
wek bijwên, to piřît le şewnim
le xozge û tirîqe û to piřît le wirşey
yaqûtî hełałe û
le pirjey pilûskî řûnakî û,
to îste her ełêy şepolî kerwêşkey
ałtûnîy mêrgêkî êwarey awdarî.
to îste sitûnî qełem û řayełî aram û
jêy wijey şewaney nizarî.
to îste le deştî kaẍezda
dêrawî bo pemûy nûsînî guł sipî û,
to îste gijugyay řojaney
ta ejno serkewtûy honrawe û witarî.
to îste «azadî»y hobete û
kanyawî sereřêy le koçî germên û kwêstanî
diłdarda û, baweşî gułgułî hewarî.
to wekû baranî, berdewam
sewzegya û gułebax enûsîy.
to wekû «zînwê» bî, berdewam
pepûle û wenewşe enûsîy.
to wekû «çoman» bî, berdewam
her xuře û her haje enûsîy
to sekirî sekiranî û be befir leser yał
leser berd, leser herd, qesîdey fênk û
jînnamey ewînî hełekok enûsîy!
henûke to wişet fîşeke û
to řistet tifeng û
le gerûy zozkida sirûdî berdît û
enûsîy. enûsîy bo serî biłindî
pyawanê enûsîy, lew xware
ke hewr zor nizim û newîye
bo berzî çirîkey peyam û bałayan
enûsîy, bo xwênî pyawanê enûsîy lew xware
ke beheşt zor keme bibête kejawey pêşwazî
bo řoḧî samał û bo janî sûryan û
bo xorî ałayan.
to îste ewînit ewende be darî ’aşiq û
askî diłxiwaz û hêlaney goranî û
jimarey ferhad û xozgey sewz piř buwe
kanîyek nemawe çawêktî tya nebê.
řêgayek nemawe, destêktî tya nebê.
eşkewtê nemawe, serêktî tya nebê.
laşanêk nemawe, şanêktî tya nebê.
gułcařêk nemawe, maçêktî tya nebê.
eweta deşt teske be berî em xełke û em werze
lêrewar wekû doł sîxnaxe û henasey tûleřê swar buwe û
kirasî taşeberd xerîke le berî çyada hełteqê.
enûsîy û enûsîy, ke şew dêt to bincî pirsyarî û
çun mêxî dewarit be gyanta řo’eçî
ke şew dêt hemdîsan lawlawî pirsyarî û
be bejnî guman û pencerey xeyałta heł’eçî.
xot le xot epirsîy
eşpirsîy û eştirsîy
destî korş řêgaye bo gułî mîdya yan şîre?!
destî korş řêgaye bo ewey hawarmî pya biřwa?!
destî korş de pencey qulape le awî cestemda
yan çira?!
destî korş, masîye û pelkegya?!
yan qirşî zeryaye û
şwên bonî xwênî min kewtuwe û her dê û dê û
nizîke bigate perîm û pêkewe bimanxiwa.
le koçî sałêkda, çwar werzî mêjût da
be kołî pirsyarda. pirsyarit kilîlî bizirbûy
nêwanî gełałe û xane bû.
le koçî sałêkda, serî to topêkî şûşe bû:
hemû řoj şimşêrê eyxiste ser nûkî û
bo gemey şajnê be dewrî koşkêkda eygêřa.
şimşêrî sîḧirbaz le nakaw topekey heł’eda,
top eçuwe asman û ehate xwarewe û ekewte
ser nûkî şimşêr û ne’eşka. sîḧir bû,
em care top ebû be kerwêşk, kerwêşkîş
řay’ekird bo baweş şajin û şajnîş
qirîwey lê’eda!
bem core serî to topêkî şûşe bû
ta sałêk lenêwan hełdan û girtinewey şimşêrda
hat û çû.
ta řojêk le marta û le berdem paşada
top kewte xwarewe û top şika û top wird bû, bû be xoł.
xołîşyan her be xot, be leşî bê serit, gisk da.
şimşêrîş pêkenî û çuwewe kîfekey!
to îste bê serît, lenêwan gełałe û xaneda. beharî bê serît.
darbeřûy bê serît. bazêkî bê serît. fiřînit kwêr buwe.
espêkî bê serît, kuřjinit wêł buwe û simkołan le
xwênta ekeyt û be çawî birînit ebînî û bew çawe
egrît û bew çaweyş termî xot ebînît.
to îste hełgurdî bê serît.
dîrokî bê serît. to serit dwênêşew be cêbî
aryan hełat û mareyîy xwênekey wergirtî û hełat û
le befrî sinûrda cêyhêştî. to serî řakirdût
pêy witî: min îtir serit nîm. min serî bêdengîm
min serî payanim. min îtir serit nîm. heře to azadît
le fezay xwênînda çon bifřî. heře to, to îste
serbestî û diłnyay çon bimrî!
ew řojane min xaçêkî bê ser bûm û
be çwardewrî xwênî xomda xulim exward.
kełeşêrêkî şî’ir bûm, serupopney şî’rekanim
tûřdira buwe ser merzeke û seggelî sawak
eyxiwardim. lemlayşewe minî bê ser heł’ebezîm,
da’ebezîm. eşmirdim û neyş’emirdim. her
leser merz min xwênî xom be ba eda.
ba eybird û be lay řastida dîwarêkî naw sabłax û
be lay çepda dîwarêkî naw hewlêrî pê swaẍ eda.
min xwênî xom be ba eda. ba eybird û be lay
řastida çadrêk û be lay çepda çadrêkî pê heł’eda.
çadrekan kewłî xom bûn. kewłî xak bûn.
kewłî behar û newroz bûn. kewłî kerkûk û sine bûn.
ew řojane herzanîy bû. min çekekem legeł
desma, hersêkyanim be yekewe eda be
yek nan û kebab, kes ney’ekřîn.
ew řojane herzanîy bû, şax efroşra,
şaxî řesen be bîst timen. zê efroşra,
zêy keḧêle be de dînar. ew řojane
herzanîy bû, deyan kone řeşebay hêz û
betalyon, deyan pyawî dû zerdêney
emla û ewla le neẍede û silêmanî,
leser şoste danrabûn. leser şoste
řîz kirabûn, tołeke bûn be xořayî.
ew řojane min wekû xom herçîm edî
her bê ser bûn. min egeřam bo yekêk û
serî hebê, kesim nedî. hendê wîstyan
quřesûrî ew behare bişêlnewe,
ser dirust ken bo xoyan û nwê bibnewe,
hatin û çûn gewrey bê ser řêy lê girtin.
to xaçêkî bê ser bûyt û şanişkaw û
meçek şikaw geřaytewe berdem mişar.
to bêşeyek bûyt le dest û le tifeng û
ejnoy şikaw. hemû şewê wekû herem
le berdemî dû fîr’ewnî cil sipîda heł’eçniray.
hemû şewê le TVda mergêkî nwêy
xotit edî. beranber selkî biřdirawî
şaxekanit û beranber selkî biřdirawî
xewnekanit da’enîştî. xotit edî:
penceyekit çon destêkit eka be peng.
xotit edî: qaçêkit çon hemû bejinit
eka be peng. xotit edî ebûy
be tarmayîy ’ar û xotit edî ke xot
exoy. xotit edî lemberewe wekû
mişkî řişaneweyt. xotit edî lew
berewe řaportêkî darqenareyît. çyat
edî piştênî xoy lemlidaye û dîl kirawe û
herdû destî hełbiřîwe bo serewe.
çît ne’edî! kêwit edî bew zilîye
milpan milpan hatotewe û lenaw meydanî
şarêkda danîştuwe û pêławî darxurmayekî
xełkî ’oce boyax eka. darbeřûy gewret
ebînî, milpan milpan hatotewe û
le çîmenî yaneyekda be fîkefîkî circêkî
xełkî «tikirît» sema eka û qing ba’eda.
çît ne’edî! to xaçêkî bê ser bûyt û
be dû bałî bê peřewe, le gêjełûkey
heresda exulaytewe. kostêk bûyt û
bînit egirt. ebûy be giryanî aw û
ebûy be janî em xake bêwejne û lewser
le merzî xanewe hetakû «dûz» tepawtilî
mêjûyekî serbiřaw bûyt. hemû şewê
etlaytewe û etlaytewe!
to îste berdewam êwarey serxoşî û
le badey nuşustîy enoşîy.
pêş kursî û pêş perdax to leser mêzekeyt!
çî ekeyt?! ke wextê şax le cêy xoyewe
kem eka û kem eka û ta ebê be biznê û řa’eka.
çî ekeyt?! lûtke xoy be pêy xoy biçête
dołewe û serî xoy be řejû dapoşê.
berew dwa aw biřwa û
bahozîş serî xoy hełbigrê.
etewê to çon bî?!
be panî û dirêjî hezaran firsexî çwargoşey berdudar
hezaran firsexî êsqanî řojgarim
laskê nebînî be berzîy dû milîm
biłê min: ey ’eşqî řawniraw, ewêrim
ḧerfêkit ḧeşar bem ger hatî?!
etewê to çon bî?!
ke firmêsk qedeẍey hatuçoy leser bê û
biřwat û biçête ser řûmet, bikujrê!
ke sitran qedeẍey hatuçoy leser bê û
řêgakey dirêj bê û be bûlêł bigate naw qijî
yareket, bikujrê!
ke şî’rê kotrî naneway geřek bê û kazîwe
hełbisê û le dergay mał derçû, bikujrê!
ke kotrê posteçî hetaw û sêber bê, êware
her tozê direng bû, negeyşte małewe, le řêge bikujrê!
etewê to çon bî?!
to badey nuşustîy enoşîy û
berdewam xemêkî serxoşî!
serxoş be! bo ewey serî xot le şûrey
misîn û jendirmey em ’eqłe û le sinûr qutar key!
serxoş be! bo ewey serî xot bideyte dest
xewn û le xewna etwanî çarogey xeyałî bêsnûr hełbidey!
serxoş be! wekû mang serxoş be ew katey
bo mergî asoyek, êwaran xwênawî awabûn enoşê.
serxoş be! çun zerya serxoş be ew katey
bo mergî «mang»êkî êwaran xwênawî awabûn enoşê!
serxoş be! wek dûkeł serxoş be ew katey
xwaruxêç eřwat û bo mergî baxêkî êwaran
xwênawî awabûn enoşê.
serxoş be! wekû heq serxoş be ew katey
bo mergî wecdêkî êwarey mewlaney, êwaran
xwênawî awabûn enoşê.
serxoş be! wekû erz serxoş be
ew katey bo mergî werzêkî xul exwa
be dewrî agirda û xwênawî awabûn enoşê.
ke eçîte naw qûłayî û bin badewe, seyr ekey
em dinyaye û syaset û masîy bogen wekû yekin.
ke eçîte naw qûłayî û bin badewe.. seyr ekey
qaçaxxane û qumarxane û hołî UN wekû yekin.
ke eçîte naw gerdawekey meyewe û seyrî ekey
kurdistan û kawlistan û dozexistan wekû yekin.
ke xot edey be dem lêşawî badewe û seyrî ekey
xot û gemyeyekî wêł û mêjûyekî ser awkewtû
wekû yekin.