5

Li pirtûka:
Xaç û Mar û Rojjmêrî Şaîrê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 23 Xulek  950 Dîtin
«çend nîgarêkî nwêy ḧuzeyranî 1963 ke leser cestey qurbanîyekanî ze’îm sidîq hełkendirawin»
=yekem:
deştêk hemûy řûtenî bû
tenha le yek şwênda nebê
ke topeguł topegułî gewre gewre
daypoşîbû.
kes neyzanî nehênîy em parçe ’erde û
topegułî gewre çîye, hetakû çûn
’erdyan hełkend
ewsa îtir aşkira bû
ke çend ’aşiqêkî fitboł
le jêrewe le pał řegî topegułda
řakşabûn!
duwem:
azadîy sikałay xoy heye
qurbanîy sikałay xoy heye
çyayiş her sikałay xoy heye
gořistanî momekanîş sikałay xoyan her heye
hemuwîşyan ger byanewê
sikałayan şoxuşeng bê
sikałayan řazawe bê,
be çiray wişey sewz û sûr
řû ekene taqe kesê
sikałayan bo binûsê:
’erzuḧałçîyekey ber sera
ew pexşaney
ke be pêwe wekû fware
şehîd kira!
sêhem:
ḧewşey małekanî ême
cige le çîmen bo qise û nanxiwardin û
danîştin û pałkewtin û ledaykibûn û
nûstin û şûkirdin û jinhênanîş û ...
ḧewşey małman
ze’îm sidîq, cenerałî hawînî merg
bo yekem car, yekem kes bû
boyşî kirdîn
be qebiristan!
çwarem:
mamostayan û ḧuzeyran
wekû řûbar û serçawen
dengyan yeke û leşyan yeke
mamostayan lem yadeda
polê bałindey wişen û
ḧuzeyranîş textey řeşe!
ḧuzeyran be germay meraq û be qirçey ew hemû
kostane, aramtî wekû pořî naw giře piřûkan.
to îste wek telî diřkawîy çwardewrî zîndanit
dax bûyt û be wêney xermanî sûtawî mêjût û
be wêney bazney agirî ew pûşupełaşey şewane
le kejda eřon û esûtên kewtûyte hełqirçan.
ḧuzeyran cestetî hawîşte naw gerûy kiłpewe
serit bû be serî şapłîte û
destit bû be cogey pengir û
milîşt be giřdan!
ḧuzeyran behartî xiłtanî diřk kird
«ew diřke nîşaney řiskanî gułit bû»
ḧuzeyran toy daye ber tîẍî weyşûme
«ew tîẍe hetwanî zamit bû»
ḧuzeyran çend şetił û çend towî giryanî
le singita şardewe.
«ew şetił û towane kogeray janit bûn»
ḧuzeyran pałêkî pêwenay bo kend û hełdêrê
«ew kend û hełdêre lûtke bûn berew jûr»
cenerał sidîqî hawînî mirdinîş
çend petî bo milî honrawet hełxist û
çend çałî le piştî wişeta hełkend û
çend kunî kirde naw dîwarî sertewe
petekan, pilîkey sirûd bûn berew jûr.
çałekan, dêrawî řiste bûn bo çîrok bo dwařoj.
kunekan, pencerey sehołî kongirey ewînî
xełkîy bûn
ḧuzeyran, be qifłî qedeẍey hatuço
çonyetî xułqanî kilîlî fêrkirdî.
ḧuzeyran, be dozex amajey beheştî bo kirdî.
ḧuzeyran, be sûtan sewzayî le gyanda hełkirdî.
to xaçî mar tê’aławî
to ew katjimêrî xwêney
hemû serî se’atêkî sûtan lê edeyt û
zemînêkît bîst û çwar se’atîş carêk
be dewrî mirdinî xotda xul exoyt û
ke řûnak ebî tendûrî û
ke tarîk ebî xełûzî û
to ew werzî pêncemîney
le řojjimêrî em dinya bêdłeda
nawit nîye û řengit nîye û dengit nîye.
to her bo xot û lelay xot
her birînêkit zarêke û
hemû endamêkî cestet gwêçke û çawe
sał eřwat û kost eřwat û
wek kurdistan qerewêłey kolêra bê
dûr le dinya û le sûçêkda
peř kirawe!
etpirsî û le xotit epirsî:
to îtir etwanî lenêwan bêdengîy befrêkî nûstûda û
lenêwan zayełey ew hemû xwêneda bawêşkî şî’rê bî û
beramber awêney dîwarêk danîşî?!
to îtir etwanî lenêwan sêdare û lenêwan gerdinî
daykitda axêkî girmołey naw goşey giryan bî û
danîşî?! to îtir etwanî
lenêwan dewenî be qaspe û
barûtî saçmey kêwanda û
şemşemey eşkewtî kwêran bî û danîşî?!
etpirsî, le xotit epirsî:
etwanî qaçî xot kiłom keyt?!
etwanî, xot egrît bibîte sinûqî tenekey
jûreke û asmanêk leser xot dabxeyt?!
etwanî, xot egrît xot bikeyt be buxçe û
henase û xozget û řwanînit
pêkewe girê deyt?!
etwanî wekû «lasKes» bał bigrî
bo gułî «’umman» û,
wek ’eşqî syamendKes řabkeyt bo serşax?!
ew şaxey dirawsêy dêrîney meraqte û
beranber małtane û
wa îste hemû řoj lewêwe azadî
awêne egrête řuxsarit û
bew şewqe
çawanit piř eka le baran?!
etpirsî û le xotit epirsî:
etwanî?! etwanî?! etwanî?!
dîsanewe êwareyek,
êwareyek ke her etut tawsêkî zor ẍemgîne û
xerîke mil exate jêr peřubałî gewałe hewrî xorinşîn.
êwareyek ke le pilûskî zerdewe diłop diłop
maçawî xor etkaye naw zarî bûlêłî derbend û
qijî piřî şewêkî tir xerîk ebû ehate ser
demuçawî şarî nalî û goyjey dayk û day’epoşîn.
êwareyek ke tarîkîy be piřtaw hat
pênciřêyanî berdem sera
wekû bûbê be deskewan wekû tirsyan tya kutabê
piř be kepûy şeqamekan
piř be lûtî kołanekan
bonî tirs û bîmî tîj û bonî bokřûzî çołî û
bonî penay mirdarewebûy tarîkîy şarewanî û
bonî qedeẍey hatuçoy wek barûtî
lêwe ehat.
ew êwareye to witit:
le îstewe min natwanim lenêwanî
xwênî jałey ḧuzeyran û tewrî jenerałî merga
řonîşim û le îstewe min natwanim bibim be şî’rî
kesîrey naw bêdengî û
leser darî qenarey xom hełbinîşim!
ew êwareye to witit:
be sirkeyîyekey daykit wit
be dûkełêkî goyjet wit
be milwankekey yarit wit
be dîwanekey bawkit wit
be marî gîngiłî şî’ir û be xaçit wit
ewa řoyştim!
ewe şaxe; lem derałî berdaneda dołpay dastan
pê egrêt û efsane çawî epşikiwê û mêjû dest be
bahozewe egrê û eřwa. lem derałî befraneda
hezaran sał řeqhełatûn. temaşake: bûn be zincîre
peykerî naw pêşangay berdemî xwa. ewe şaxe û
şedey serî hewr nîye û bêşe nîye û ne wirdeberd çinîwyetî û ne pelkegya. ewe şedey xwênî
serî mîdîyekane ke le diłî asyawe wek cogeley
giryanî zîw dageřan û lem herêmeda layanda.
ewe şaxe û telîsmî çawî eşkewt û qaqay
pêkenînî ’ezya. ewe şaxe û lankey kardox
be lûtkewe hełwasrawe û xwawendî «ba» řay’ejenê
şax û qoçî kełekêwîş le biłindayîy řewezda bûn be hêma.
ew şaxe û sîḧrî berde û samî çawqaymî çya.
to hatûyte naw hewênî ewînewe, legeł řegda
řo’eçît û legeł çiłda eşnêytewe
to hatûyte naw gilêney serçawewe,
legeł awda koç ekeyt û lenaw xakda etwêytewe.
to çûytete naw hîwawe
wekû gizing tow ekirêyt û
wekû semelîş eřwêytewe
to îste ewendey ke baran azade, azadî.
to îste ewendey ke kewêł bêtirse, natirsî.
to îste ewendey ke gułî naw eşkewt diłşade, diłşadî.
to lêre etwanî le xewnî pêdeştida ask bî,
ew katey ke beser cogeley guław û befrawda baz eden.
to lêre etwanî le xewnî xerenda şaho bî,
ew katey leser bał goranî û ḧîkayet heł’egirin.
to lêre etwanî le xewnî řêgada teter bî
ew katey ke namey nan û guł eben û ehênin.
to lêre etwanî le xewnî gelîda esp bî
ew katey ke zengî kuřjinî hełgeřan lê’eden
to lêre etwanî le xewnî zimanda şî’ir bî
ew katey ke berew telbend û sêdarey şarekan heł’efiřn.
to lêre etwanî le xewnî wiłatda qamk bî bo senger
ew katey serbestî û nîştiman
be řêzey yaqûtî barîwî
ask û zarok û honrawe
teter û şaho û esp û dar
sûrhełdên.
to xaçêkî řîşhatûyt û
qonaẍ qonaẍ
geyştûyte «mameřûte»
şewekî legeł estêre û piřmey wiłaxî serpile û
xuřey aw û dengî sîsirk û ḧepey segel û
birîskey çawî mêgel û tirûskey agirî cigere û
xişexşî pêy dirext û be řoj legeł
taşeberd û mêrg û pirdî leqî textebend û
dewarî şiřî řewend û hobehoy naw
kêłgekan û legeł şî’ra geyştîte mameřûte.
to xaçêkî řîşhatûyt û
qonaẍ qonaẍ geyştûyte mameřûte.
şeket şeket, keneft keneft
ełêy dewenî ser û qij xoławît û qaçî wiłaxê
şêlawtî. çiłkin û gêj, tewaw wekû, qazî kiz û
quřawîy naw kołananî zistanî dê
geyştûyte mameřûte.
mameřûte û em dinyaye řenge cyawazîy temenyan
çend mangê bê. toyş temenit bîst û çwar
bizmarî sałe û be laşîpanî cesteda dakutrawin.
geyştûyte mameřûte û
îste leser ejnoy berdî ew westawî û
hewrêkî řeng xołemêşî şedey serte û
řez piştênte û
azadîy xoy, be tazeyî, heł’emjîy.
to îstake le eşkewtî «serdêman»da
leser em yałe qijřûtaweye û leser
em girde kewş le pêye
meraqî şîrînîy şax û
meraqî mêxoşîy xewt û
meraqî tirşî hejarî û
cestey şeqbûy serçiłî yadgarêkî
dûr enûsî!
em eşkewte demî dapçiřawî berde le wextî hawarkirdinda.
em eşkewte kunexeyałî siruşte
le wextî şew řamkirdinda.
le wextî befir nûsîn û le wextî xełwet girtinda.
em eşkewte şwênî xoşardinewey tîşke
ew kataney serbazekanî şewezeng řawî’enên.
em eşkewte cêy kobûnewey nehênîy bałdarane
ew kataney eyanewê basî daw û basî tîr û
çonyetî załbûnî bałyan biken beser dêwcamey
mirdinda. em eşkewte textî xwawendî
tenyayî û bêkesîşe, ew katey cige le firmêsk
cige le tacî namoyî kes be dewryewe namênê.
em eşkewte mindałdanî şewgarîşe
ew wextaney bewrî řeş û wirçî sipî û
tûlemarî řêgey ebê!
em eşkewte birînêkî sařêjnebûy zemanîşe
min gwêm lêye ke berdewam azar goranî tya ełê.
em eşkewte heta îsteyş dengidanewey ḧîley
esp û swarekanî «geznefonKes»y tya ebîstirê.
be dîware teřekanya qumqumokey gyanî paşayekî kujraw
yan pelkegyay ’eşqî kiçêkî lêre serbiřdiraw
heł’egeřên. le dîware teřekanya heta îsteyş
firmêskî aware eřwên.
em eşkewte okordyonî ber sîngî mameřûteyşe
hemû şewê dway nûstinî ême û dirext, dway nûstinî
ême û qełem, dway nûstinî ême û řadîwê
be pencekanî herdû destit, dest be dugmey
řeş û sipî serî ême û berdida enê.
her be ber singî xoyewe em eşkewtî okordyone
dênê û deba legełya xoy řa’ejenê. çenagey
pêwe mit ekat. herçî awazî naw gelî û
daristan û çomekane em lêy edat.
herçî firmêskî ḧeyrane em lêy edat.
herçî kazîwey lawke em eyjenê.
mameřûte em eşkewtî okordyone
legeł sing û henaseyda dênê û deba
pence be dugmey diłop û dugmey terze û
dugmey kiluwe befra enê û
baran barane lê eda û
befir barî û
koçî syamend lê eda û
axekanî xecKes û perîKes û
xezałKes pêkewe lê eda û
çilûrey kawan ejenê!
pence be dugme û be gopkey
darî mêw û
darqezwan û
seru û sinewberda enê û
sewzełexanim lê eda û
guł ejenê!
pence be dugmey werîwî
gełařêzanîşda enê û
minî małwêran lê’eda û
payîzî qijzerd lê’eda û
tem ejenê!
pence be dugmey esrîn û
pence be dugmey kotrekey
axirşewî mał’awayî û
axir maçî
řoḧda dênê û
«mera bibûs» lê edat û
zam ejenê!
to lêre meraqit qeqnese alûdey meraqî
xełkîye, heł’efřî. kizît û eçîte
ser destî lawazî birsêtî. kiřît û eçîte
ser şanî řeng zerdî û lamilit heł’esûy
le milî nasor û xefetyan. to denûk le
goney xoławîyî mindałyan egrît û to çîne
le pêstî sûtawî leşyanda ekeyt û gwê
egrî le pîney şerwał û gwê egrî
le nûze û kiřûzey pêxefî şiřołe û pêławî
diřawyan. hemû car mîwane axêkî nakam û
bêhudey. hemû car ḧez ekey, xozgete
to bibî be genim û be nîsk û maşeřeş bo
ewan. xozgete to bibî be kelleşekir û
be çayî û be řon û be nuqił û be derman
bo ewan. ḧez ekeyt, xozgete, to bibî
be topî qumaş û be yarîy mindałan bo ewan.
to nabî. to nabî û ewsake heniskî
qełemî û şî’rêkî naskî û dest ekeyt be giryan.
hemû řoj to eřoy her eřoy ta egey
be perîy bałdarî dastanê. eçîte pêşewe. çirpeyek
be gwêyda ekeyt û maçêkî řûmetî ekeyt û
dû şî’rîş ebestî be peřubałyewe hetakû
byanba yekemyan bo daykit û duwemyan bo kiçê
ke řengî çawanî xwastuwe le asman.
direngan dêytewe jûrekey eşkewtî serdêman,
eçîte jêr petûy şewêkî kiřewe û paş tozê
enûyt û le xewta toyş ebî be kuřî nêw dastan.
«çend tabloyekî hełwasraw be dîwarekanî eşkewtî serdêmanda»
=yekem:
ême lêre le henawî em şaxeda
lem kilore berdîneda
bo ew pyawane enûsîn
ke paşeřoj naçar eken bêt û
ke mirdinîş naçar eken hełbêt.
bo ew pyawane enûsîn řengî şefeqyan girtuwe û
bonî azadîyan lê dê.
bo ew pyawane enûsîn
ke mîwandarîy xor eken
le zozk û le hendirîn.
duwem:
çwargoşeyekî hawřêy naw eşkewt bûyn
hemû carê serman ena
be bazney eşkewtewe
ta şewîş xewî lê ekewt
leber agirî řazî yekda da’enîştîn.
beyanîyek «’usmanKes»yan bird
’usman wekû mûrûyekî çawşîn
wekû şî’rêkî serbał şîn
le řino befrî dîlman û homeran û gełałeda
winyan kird û nehatewe
nehatewe û nehatewe û nehatewe!
sêgoşeyekî hawřêy naw eşkewt bûyn
serman ena be bazney eşkewtewe
tem hat û řoyî
xem hat û řoyî
xwên hat û řoyî
sał hat û řoyî
«diłşadKes» be destî birsêtî û şûşey bade
zamdarkiraw le dûkełî cigereda xinka.
«’ebdulxalqKes» le hewlêrCiha
be şimşêrî «se’d» kujra!
çwargoşe hełweşayewe
sêgoşe hełweşayewe
dewrî bazneş berdira û
wa îstakeyş wek ebînin min her xomim
her layekî çwargoşekem
her yek hêłî em kostanem
her yek destî em zamanem
min nazanim çi řojêkîş
le şemmewe heta şemme
çi se’atêk le bîst û çwar se’ateke
winim eken wekû mûrû
emfiřênin wek çoleke
min nazanim mey emkujê? awareyî?!
yaxud dûkełî cigere?!
min nazanim kam şimşêrîş
şimşêrî ’umerKes, zulifqar?!
şimşêrî se’d, yan qe’qa’?!
kamyan dêt û serim ebřê!
herkamêkyan dên deba bên
xo min em şî’rem tewaw kird
xo min em şî’rem xwêndewe!!
sêhem:
le eşkewtî serdêmanda û
leser daway mameřûte
min em tabloyem dirust kird:
zemînekey: pûşî zerdî kawlaşêkî qiłîş qiłîş.
lewlayşewe dirextêkî pelupo řût
melêk êskî be derewe
keçî berdewam exwênê
ax hejarî!
asmanêkî xołemêşî û dû fiřokey leş tarîk û
le nawenda pełeyekî sûr wek yaqût
ke berdewam ecrîwênê
ax nîştiman!
le řastewe qełbezeyek
beser berdêkda baz eda û
mamzêk lêy exwatewe
mindałêkîş tîşk eçênê
way le ewîn!
le çepewe dû şax şeřeqoç eken û
qoçekanyan lenaw sikî yektirdaye û
xwênîş buwe be tavge û
dîwarî berdîş xerîke heres dênê
ax şeřî xom legeł xomda
ax şeřî şax û şax û şax
şax.
ax!
çwarem:
le eşkewtî serdêmanda
pyawêk bawkî sî û pênc kuř bû
em bawke serî le kotir û
bejnî le darzeytûn eçû
em pyawe kuřî xabûr û
bira biçûkî şemał û
le hozî guł û řêḧan bû.
mameřûte û
her sî û pênc kuřî naw eşkewt
be qed ard û be qed aw û
be qed hetaw xoşyan ewîst
řojê beẍda her le beẍda
mînêkî bałdarî nard û
darzeytûnî teqandewe
darzeytûn bû be çwar parçey naw asman û
be çwar bałî dem řeşeba
kertê fiřîy bo mehabad
ke nîştewe bû be lanke bo mindałê.
kertê fiřîy bo ’amûda
ke nîştewe bû be pirdê bo çîrokê.
kertê fiřîy bo naw dersîm
ke nîştewe bû be kursî bo hełbestê.
kertê fiřîy bo naw kerkûkCih
ke nîştewe bû be sebeteyek bo nan
le dwayîşda
kotrêkî sûr hełfiřî û, wa yûsfî
geřayewe bo eşkewtekey «serdêman»!
to xaçî mar tê’aławî
to seferî wenewşeyîy êwaranî wextê ke şax
wekû daykit becêdêłî.
to seferî erxewanîy beyanîyanî wextê giryanî jûreket
wekû pencerey baran û
xewnî teřit le eşkewtî serdêmanda becêdêłî.
to seferî befranbar û werzî dabřanî ’eşqî
wextê cêjwanî şî’ir û hezar hezar giçke awêney yadgar
leser befrî nwa barîw
wek cêpêy wirdî çoleke û cêpêy wişe
le singî mameřûteda becêdêłî.
geřaytewe, dway hełfiřînî kopterî piř le maç û
piř le tewqe û piř le bełênî sewz û sûr geřaytewe.
eme wiçanî berde yan fêłî agir?!
eme ḧesanewey befrî hełgurde yan
xo kokirdinewey byaban?!
eme gêjbûnî şaxe dway sûřanewey
be dewrî em cîhaneda yan
řaçłekînêkî tirî xwêne dijî mirdin?!
eme geřanewey baye bo naw eşkewt?!
yan xomełasdanî xore carêkî tir?!
eme sawîlkeyîy awe le ladanya bo girtinî?!
yan qełembazî hajeye berew mewday zêyekî tir?!
hemû carê em bazane temaşayan lim eyxiwat û
lenaw limda bałyan eşkê û lenaw limî namoyîda
ebê bimirin! hemû carêk em bazane bo asmanêk,
çend asmanêk leser xoyan da’exen û bo cogeyek
diłî deryaçe eşkênin! hemû carê be tořî
lim şax egîrê û dîsanewe eçînewe naw tořî lim.
geřaytewe, wekû momêkî kujawe, be dway xotda
dezûy dûkełit řakêşa. geřaytewe wekû
xwênêkî kujawe be dway xotda dezûley xwênit řakêşa.
be naw pirdan û gełałe û pirdî zerd û nawgelîda
têpeřît û be dway xotda laşey xotit řa’ekêşa.
be dway xotda mûy řûtawey serî kej û řezekanit
řa’ekêşa. wextê geyştîte małê to giłołeyekî
gewre bûy le dezûy dûkeł û xwên û le tałe
qijî kêwan û xaçêkî jangirtû bûy wekû ’îsa.
to îste lay dîcley!
ger dîcle wefay bo serçawey xoy hebê
ebê toy xoş bwê!
to îste lay dîcley le jûrî bironzîy şepolya westawî û
le dirzî awewe temaşay nehênîy qułayî û
cîhanî şardirawey xwa ekey!
temaşay dałanî gijugya û
heywanî gułan û
temaşay tabûtî dirêjî quř ekey!
to îste newresî
to xulyay sipît û êwaran le zerdey meraqda
heł’efřî û denûkî wişet û bersingî řistet û
gerdinî xeyałit lem mêjuwe şîneda nuqim ekey.
to îste lay dîcley:
ger dîcle wefay bo serçawey xoy hebê
ebê toy xoş bwê.
ew îste qamûsî awêkî berîne û toyş masîy
şî’rêkî naw ewî. ew îste wagonî dirêjî
barane û toyş nimey nefer û axêkî seferî
naw ewî. ew lenaw çawanî hozgelî
befrekey toweye heł’equłê û toyş newey
ew befre û çiłêkî awbirdûy hozgelî.
ey dîcle!
ey baskî şilî xwa û ey qîjey teřî xak!
ey ḧîley teqîwî serçawey şaxekan!
ey hajey ebedî le gwêçkey gerdûnda
meger to bîzanî, meger to bîjmêrî lewêwe
çend werzî xinkawim û çend hîway çawşînî
xinkawim be qonaẍ legełta hatûne em xware.
meger to bîzanî, meger to bîjmêrî, çend ’eşqî
xinkawim û şořşî xinkawim û diłdarî xinkawim
lebnita nustûn û geywine em şare.
to biřo û em hemû laşanem
her be şan hełgire û byanxe naw gyanî zeryawe
ta zeryaş bonêkî zayełey min bigrê.
to biřo û em hemû gułanem le çawda hełgire û
byanxe naw diłî zeryawe
ta zeryayş řengêkî nakamîy min bigrê
to biřo û em hemû kostanem
bo zerya bijmêre
ta zerya tûlanîy namoyîm binasê û
sibeynê sikałay be xwênî estêre nûsrawim
her le to werbigrê!
ey dîcley hełqułî û le textî tewêłma!
to kiçî befirmî û to xuřey naw sermî û
keçî toyş her wekû bałindey zimanim
le zor şwên qedeẍey labdeyt!
siławê bikeyt û qedeẍey bigeyte
dûrayîy tînwêtîm!
qedeẍey destêkî teřî xot dirêj keyt
bo demeqłêşî naw destim û
qedeẍey maçit ken: deştî kwêr
giłî kwêr, kêłgey kwêr
wek maçî qedeẍey
nêwanî azadî û wiłatim!
beẍda! kelley serî: hêşuwe xurma û
bejnî: minareyekî misînî mêjûy kone û
qaçekanî kûrey xişt û lenaw dîcleda daynawe!
lenêwanî sersambûnî çawî min û apartimanî konkirêtî û
kogay sewz û sûrî zor û espî bironzîy peyker û
gořepanî be apûrey xełk û gułda: hezar xulyay
kon û taze beser pirdî herdû berî ser dîcleda
dên û deçin. hewrî řengałey sersambûn
dam’epoşê. min îstake le kewêkî winbû eçim
kewêkî gêj: bizir lenaw pantołî řeşî şeqam û
kemerbendî gořepanda û naçmewe ser nawnîşanim.
be dewrî tepkey pirsyarda her xul exom
min kewêkim xom hatûme ber şewarey
em paytexte. bełam be şwên danewêłe û
awda hatûm. egeřêm û hêşta pełe
xwênî şubat beramberim ecrîwênê!
şwênewarî zirîkekanî (saḧey keşafe) řeş eçnewe.
hêşta lûrey şemendeferî mirdinîş her dête gwê.
çendîn cade be kirasî awdamanî sûryanewe
berew řûm dên. be seryanda epeřmewe,
min xaçekem bonî eşkewtî sûtawî lê dê û
ewan bonî řojnamey sûtaw û bonî nûsîngey
sûtaw û bonî jûrî mergyan lê dê.
egeřêm û cadey «řeşîd» colaneme
hemû řojê hezar carim dênê û deba.
lenêwanî mutenebî û řesafîda
min wişeyekî birsîm û min şî’rêkî bêkarim û
min gîrfanî çołî qułfem. xewnî kilîlêkî winbûm
kitêbî kewtûy ser şostem. wa îstake
min «şêt»ekey «cubran»m û le xomewe
pê’ekenim û be xełkîda heł’eřwanim.
la’edem û eçme zarî şořîcewe:
gerûy bazař wek parûyekî zor biçûk
be asanî qûtim eda:
feylîyekan û şaxî piştyan ebînim û pûzî
berdyan. feylîyekan û zenguł zengułî
areqey şîn û morî ser tewêłî kêłgey řencyan.
em feylîyane: cogey masûlkey bazařn.
şepolî meçek û destin.
kemeryan kemerî xore û
řanyan řanî darbeřuwe û
qaçyan qaçî gelyekanî erdełane û
seryan serî kełekêwî û
azarin û bextyarin!
em feylîyane be bineçe le bazokanî mîdyan
le řegekanî agirin.
em feylîyane kuřî awarey řeşebay řojhełatin û
lûřî birûske û baran û
lûřî hewrin!
em feylîyane na’umêdî be lepî dest eşkênnewe
mandiwêtî eken be gurîs
le dijwarîy şetek eden
zelîlîy pê ebestinewe!
em feylîyane ew pencanen
le konewe cumgekanî cestey beẍdayan bestuwe.
em feylîyane ew şananen le konewe
asin û kost, xanû û pird û, şewî qursî
em şareyan hełgirtuwe.
em feylîyane çemî hêzin û
eřjêne cestemewe!
la’edeyt, em care eçîte şewewe
le demî perdaxî badewe eçîte şewewe.
şew lêre: jinêkî serxoşe û meyxane małêtî û
hetakû beyanî estêrey serxoşe!
dirêje kenarî em awe xumare
wek řoxî xeyałî newas xoy.
řengîne em cadey badeye
wek destî be cam û qesîdey çawmestî
«newas» xoy!
eçîte şewewe, eçîte małî mey, eçîte lay
«’eştar» goşeyek wek goşey çawanî,
wek goşey pirsyarî sersamîy egrît û ewsake
be xot û be şew û be meyda řo eçî. řo eçî û
řo eçî. hetakû egeyte ser bincî tenyayî û
ser řegî namoyî û eçîte ser bałî sîmirxî
serxoşî. sereta hîç nałêy, gwê egrî:
gwê egrî le řûbar ew katey ke awî şimşêr û řim eden.
gwê egrî le gułan ew katey ke ebin be jehir.
gwê egrî le geła ew katey ke ebê be gwêçkey mergeweř.
gwê egrî le mang û estêre ew katey ke ebne delîlî pyakujan.
gwê egrî le mêjû ew katey ke diro ejmêrê.
gwê egrî le şeytan ew katey nwêj eka.
gwê egrî le şî’ir ew katey ke ebê be lêbûk.
gwê egrî le naxt ew katey etirsê û řa eka.
to îste bêşeyek le xaçî pirsyarî.
to îste bałindey wiłatî pirsyarî.
dûrtirîn estêre da’egrî û eyxeyte ser mêzî berdemit.
to bo heyt?!
eçîte zeryawe pirsyarî lê ekey
toyş emrî?!
wek merg tarmayîy pyawê bê û latewe westabê
pêy ełêy: bo bimirim?!
wek zeman tarmayîy jinê bê û be tîjî be lata têpeřê
epirsî: leberçî nawestî?!
gyanî xot exeyte perdaxî badewe û
pirsyarî lê ekey: leberçî cestey xot cêdêłî?!
epirsî û epirsî û epirsî...
ta ebî be şare mêrûley pirsyar û ewrûjêy,
be řêçke edeyte serî xot. edeyte řûbar û
edeyte asman û edeyte ’eştar û edeyte
beẍdad û edeyte gişt dinya û, ew katey heł’esî:
hest ekeyt serit lay asmane û
destit lay řûbare û
qaçit lay direxte û
çawit lay ’eştare û
demit lay namoyî û
em care enûyt û napirsî!