4

Li pirtûka:
Xaç û Mar û Rojjmêrî Şaîrê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 21 Xulek  1368 Dîtin
sûçêkî çayîxane wek sûçî meraqî sêgoşey
xot wa bû. ḧewzêk û fwareyek. fwareke
topêkî biçkoley baẍeyî heł’eda û ne’ekewt.
to fwarey yan topî ser ewî? etpirsî,
le xotit epirsî: kamyanî? to bo xot
her awî?! yan awî bo xełkî?! to giryan,
giryanî şî’irte be tenya yan giryey telanî
çyayşe ew wextey ke ebê be sêław?
to meraq meraqî şî’irte be tenya?
yan kispey gełayşe, ew wextey
pêş werîn [ba] eyba?! etpirsî:
em çawe her çawî şa’îre,
yan çawî nanîşe?! em deste her
destî şa’îre, yan destî şeqamîş?!
em zerde her zerdîy xoraway naw şî’re?!
her zerdîy gułane yan zerdîy hejarîş?!
sûçêkî çayîxane, wekû sûçî xeyałî şewaney
xot wa bû. yekem car lewêda to çirpey
syasîy dûqołît pijaye gwêçkewe. to lewê
yekem car: řojnamey nehênî û beyanî nehênî û
yekem car her lewê to wêney tavgey zîndanî û
zincîrî dest û pêy asogey dîlit dî.
her lewêyş yekem car: simêłî sitalîn yek dû car
be çepda baydayt û çirûtî çerçiłîş dûkełî
řijande çawtewe û her lewêyş: ’eynekî
řozfiłit û her lewêyş, malînkof, molotof
kaskêtî lînîn û yekem car her lewê to
şî’rî qulleřeş, azarî zincît dî!
xaçêk bûy ziryanî bizmar û diřkezî birdîtî.
xaçêk bûy berew xor hendê car leser sik exşay.
xaçêk bûy berew merg hendê car efřît û
hendê car be kawxo eřoyştî.
řojêkyan mêjûyek hate naw şarewe
to pêştir lem çyay mêjuwe û
lem zeryay mêjuwe û
lem agirî mêjuwet nedîbû.
êware bû pîremegrûnCih milî zyatir hełbiřîbû
bo řêy kerkûkCih
êware bû her qebrekan mabûnewe û
nehatbûn bo řêy kerkûk.
êware bû
legeł hewayekî şînda termî gomê geyştewe
berdemî şar, mêjû hesta.
legeł giryanêkî morda termî hewrê geyştewe
berdemî şar, birîn barî.
legeł sûtanêkî sewza, termî řezê geyştewe
berdemî şar, tirs sûta
legeł hawarêkî zerdida, termî xorê geyştewe
berdemî şar, tîşk bestî
legeł hewałêkî řeşda, termî espê geyştewe
berdemî şar, şax ḧîlandî.
legeł awêkî sipîda, termî şî’rê geyştewe
berdemî şar, řûbar fiřî
legeł giřeyekî sûrda, termî dastan geyştewe
berdemî şar, xełk û xwên û şew řapeřî!
to ew şewe xaçit sewłî řûnakî bû
keştît mêjûyekî yaxî û
şepolîşt cadekanî em şare bû.
to ew şewe her çaw be çaw janî xak û
zewît bînî: ke çon bûmelerzey ebû.
to ew şewe se’at «de» bû
her řûbeřû ke şefeqî berbeyanî xwênînit bînî.
to ew şewe yekem car bû gwêt le zengî dahatû bê.
to ew şewe yekem car bû le berdemta merg bibînî
ke çon emrê!
le yek şewda, řîşî meraqit sipî bû
ne kajaw bûyt û ne sûrkêw!
le yek şewda, hendê girdî pêkenînit
leř bûn, bûn be dask û derzî
ne girdî coge bûyt û ne seywan.
le yek şewda namoyîy to û nexşey ’êraq
be pêwaney firsexî xwên
hezaran şew le yektirî dûr kewtinewe.
gişt wanekanî mamostay «wacbat» û «cuẍrafya»
bûn be kałekî genîw û twêkłeşûtî.
le yek şewda zanît hemû řojekanî em wiłate
le tořî şewî beẍdada begîr hatûn.
her ew şewe ałay ’êraqit le serî xot damałî û
řêk kirdit be dû kertewe
parçeyekît fiřê daye naw zêrabî małî qudsî û
ewî tirit wekû sidarekey paşa
kird be sidare bo serî
gwêdrêjêkî mełkendî!
ew şewe şew nebû, serim bû hełgîrsa û pirîşkî
hawêşt û bêşeyek le tirs û toqînî
pêşîney sûtandim.
ew şewe şew nebû, gerdin û şanim bû
çexmaxey dayewe û řêjney hełałe û
řehêłey estêrey be serda barandim.
ew şewe şew nebû, hawarî kêwim bû
til bowe û cîhanî bêdengîy şêlam û
sinûrî xeyał û řwanînî bezandim!
«yaddaştekanî ew şewe le çend diłope xwênêkda»
yekem:
tabûtêke û le dû metir kemtir
keçî mêjûyek lenawya řakşawe
le řêy nêwan darîkelî û sileymanî û
le awî sîrwan dirêjtir.
duwem:
leber derwazey serada
beheşt û dozex têkełn
carêk xołemêşî xwayîn û
carêkî dî zerdexeney pêẍemberîn.
sêhem:
wek ew şewe
hemû carê ’erebançî û bê berg û nan
em mêjuwe e’ajûn û ebin be bay
dewrî agir
keçî lewser ke galîskey
berg û nan û ke galîskey
xoşîyanî serberewxiwar
peyda ebê,
ne ew nanêkî egatê û
ne bo emyan şerwałêk û
ne bo ’erebançîş cêyek
heta swar bê!
çwarem:
le şewî şî’rêkyan pirsîm:
nawnîşanit?
ewîş witî:
nawnîşanî kwêt bidemê!
min małekem wa be kołî řêwbanewe
ger wîstit bimdozîtewe
ebê pirsyar le ba bikey min le kwêm û
ebê be namoyî biłêy
min çûmete naw kilorî kam janewe!
pêncem:
ew şewe mangeşew
pêşangey ewînî şarêkî le xoyda kirduwe
sed tabloy şeqamî řengînî
be xoyda hełwasî
ew şewe be xwênî jinêkî ber sera û
be pencey tirîfe
mareyîy azadî le berdem
goyjeda mor kira!
to goyjeyt û leser tiropkî beserhat
řawestawî û eřwanîte em zemane.
demê hełmî û demê tinok û demêkîş
giře û pişko.
to xaçît û leser goyje řawestawî û
eřwanîte em zamane.
demê gułî û demê sûtû, demêkî dî
xwênî aso.
to xaçî mar tê’aławî
to şî’rêkî pepkexwardûy
naw tenyayî û
to qutabîy meraqît û
to kiłoyek tebaşîrî sikałayt û
to texte axî xulxiwardûy berdewamî
naw gêjawî!
şeqam bêşkey dirêjkoley şewanî hawînanit bû,
gewreyş bûyt û řay’ejenît.
heta direng leser kursîy çayîxaneyek meraqit wek
qeleřeşkey peřewaze heł’ekurma.
to dwa xeyałî dirextî şewane bûy
se’at berdî tê egirtî û hełne’esay.
to ew deme kewtibûyte awî şînî dû çawewe.
to gełay mêw bûyt û awî şînîş her eybirdî.
em serçawey awî şîne
her le lay keştîy nûḧewe heł’equła û
gişt řojêkîş to legełya be kenarda her dûrawdûr
dway ekewtî.
to etzanî em awe qet bwar nada û
em awe qet bo to nabê û
em awe qet leser şî’irit řanawestê û
to etzanî lenaw em sîḧre şîneda
bext gerdawe.
to etzanî nek xaçî to, bełkû deyan
masîgrey ’aşiqî aw lew dû çaweda xinkawe.
to em gêjawe řaykêşay ta be dewrî
nehênîda bixulêytewe,
to em ewîne meḧałe behrey
qułayî pê bexşît,
ta gijugya û řeng û deng û
geray ’eşqî hełnehatûy
le binda bixiwênîtewe.
to em şepole şînane ke birdyanî bo ewe bû
lenaw ewîne tenkawda nexnikêyt û
bibî be şehîdî zerya!
şeqam bêşkey dirêjkoley şewanî hawînanit bû,
to dwa xeyałî dirextî şewane bûy.
se’at berdî tê egirtî û hełne’esay.
ke heł’esay wişeyekî serişkaw bûy.
ke heł’esay meraqêkî ałozkaw bûy.
le giłołe dezûy teř û şêwaw eçûy,
xot serî xot lê win ebû
le şwênêkda, le dû şwênda, le de şwênda xot epçiřan.
ebûy be çend kertêkewe, her kertêkit bayek eybird
her kertêkit şepolêk û her beşêkit temêk eybird.
ewyan destekanî daykit
ewyan ’eşqêkî meḧał û
ewî tiryan gîrfanêkî piř le firmêsk!
ke heł’esay cade enûst. beser cadey nûstuwewe
takutera, wek çend zarêkî hełdiraw, yek û yek,
dû û yek, hîç û yek, her to û bayekî ’ecûl û
yek dû şêtî êskisûk û dwa serxoşî pał
dîwarî qaç mangirtûy şar ebînra:
çawim lêye:
řeşebayekî serxoş hat
mela simayl, pîrî mey, dengî bade, dengî řostem,
dengî zorab, her wekû qapê şerabî
sûrî sermor le dway yek dû carê leqîn
leber derwazey serada řêk ewestê
destî çep leber piştênda û, destî řastîş bo heřeşe
le asman û ḧikûmet û bazirganî şar heł’ebřê!
řûbarêke le şî’ir û pend, sêławêke le hecûy tîj
her ser’ekat û heł’eçê!
le piřêkda ebê be zûxawêkî meng
şepolekanî da’eçê!.
em hewre legeł şerabda şêlrawe û le agirî
nêw dastanda sûr botewe û buwe be nanêkî sûtaw.
eme cîhanêkî têkełe le fîrdewsîKes û le ḧafizKes û
fayeq bêkesKes, le xeyamKes û melay gewre.
em têkełe
le nêłenêłî agir û le xuřey aw
edwê û edwê û miştekołe eda le hewr
cibey eşraf û mêzerî mela û şêx û
wişkesofî beranber xwa heł’ebřêt û
şîř, şîř şîř şîř, dayan’edřê!
şeq le tacî îngiltere heł’edat û her givey dê.
cinêw eda be ’embarî şarawey ard û birinc û
edwê û eřwa û eřwa û edwê û her givey dê.
takû le pêçî çuxmêkda bizir ebê
ew berdewam şî’rî xeyam eřêjête ser şeqam û
naw kołan û şar bonî řezî çwarîney
bawegewrey bade egrê:
«ełên ke dozex mexsûs bo meste
bem wate wate qet dił mebeste
ger ’aşiq û mest biçne cehennem
beheşt çoł û hoł wek berî deste».
ew berew jûr, meraqî ser hewrazê bû
tarmayîy serxoşî jêr çuxmê,
ke win ebû, eřoyştewe.
minîş xaçêkî babirdûy berewxiwar bûm
legeł mangeşewêkî nexoş û gijebayekî dengigiř û
xeyałêkî tozawîda,
berew nisêy małî mekteb ebûmewe.
«biruskeyek ke le tîskey tifeng û hewretrîşqe û le mirdin be peletre»
ne şî’re û ne pexşaneşî’re û le qisey mindałîş sakartire:
bo beřêzan:
’umer xeyamKes, ebû newasKes, fayeq bêkesKes, goranKes, seyabKes, ḧemdîKes, hejarKes, hêminKes, selamKes, ḧisên merdanKes, şêx nûrî şêx sałḧKes, diłdarKes, celadet bedirxanKes, řefîq ḧîlmîKes, sadiq hîdayetKes, firûẍ feruẍzadKes, miḧeřřem miḧemmed emînKes, malk ḧedadKes, selaḧ ’ebdulsebûrKes, ’elî merdanKes, tayer tofîqKes, ḧesen zîrekKes, nazdarKes û esmer ferhadKes, herweha mela simaylKes û hawřêkanî:
ême ke le xwarewe nawman nûsrawe û îmzaman kirduwe û xoman be dostî nizîk û diłsozî êwe ezanîn, tikatan lê ekeyn, tika, carê her le şwênî xotan bin û neken bigeřênewe. çunke eger bêt û bigeřênewe, ewa çend sałêke lem wiłataneda şimşêrêkî řîşdar peydabuwe û le hetaw nayxate sêber. milî yeke be yeketan epeřênê. ewîş leber ew şî’ir û çîrok û basaney nûsîwtane, leser ew qisaney kirdûtane. leser ew xeyałaney le sertanda buwe. leser ew xwardinewaney xwardûtanetewe. leser ew goranîyaney witûtane. leser ew semayaney kirdûtane. bo jinekanîş leser ew cilaney leberyan kirduwe. leser ew arayştaney ke kirdûyane. tikatan lê ekeyn her le şwênî xotan bin û negeřênewe. herweha tikaye êweyş lelay xotanewe hemû ew jin û pyawe zana û edîb û mêjûnûs û syasî û hunermend û serxoş û semaker û xawen meyxane û xeyatîy jinan û fałgirewe û destigrewaney ke le kîşwerekey êwedan, agadar bikenewe bo ewey negeřênewe. ta agadartan ekeynewe.
beşêk le nawî îmzakeran.
di. ḧiseyn mirweKes, di. mêhdî ’amilKes, di. ’ebdulřeḧman qasmilûKes, di. şerefkendîKes, se’îd sułtanpûrKes, se’îdî sîrcanîKes, ḧesen qizłicîKes, ’ebdulxalq me’rûfKes, zihdîKes, ’umer tofîqKes, mela mecîdKes, mela ’ebdulřeḧmanKes, meḧmûd xakîKes legeł sedan jin û pyawî řojnamenûs û edîb û hunermend û zanay êranî û ceza’îrî û mîsrî û pakistanî ke leber dirêjbûnewey birûskeke nawekanyanman nenûsî.
wêneyekî bo:
- ’erşî perwerdigar.
-hemû mizgewtekan û kiłêsekanî dinya.
- muftî û papa.
to xaçî mar tê’aławî
to nefretêkî pîrozî û
to gunahêkî pakjî û
to beheştêkî giřdar û
to wişkanîy naw saławî!
beyanîyan to xozgey teřît û eçîte derewe.
to mêrgî geřîde û gułzarî destigêřî, baweşt
piř ekey le gizing. xeyałit piř ekey le awing
çawanit piř ekey le namey řengawřeng,
hetawî dway baran exeyte ser şanit û be destîş
piryaskey hewrêkî piř baran heł’egrî. emane
her hemûy eyanbey bo kiçê û kiç bêbak
be lata eřwat û ne xemit bon eka û ne xozgey
teřî to ebînê û ne gwêyşî le řazî werîwte.
hest ekeyt serabî. hest ekeyt goranîy
temawît, hest ekeyt bê řeng û bê bon û
bê dengî. xozgey teř ebête zerdepûş
ewsake baweşt piř ebê le wirde awazî şikawî
şimşał û le xołî şî’rêkî řûxaw û le gerdî
xemawîy xołemêş.
la edeyt. to pena ebeyte ber kitêb. ber sayey
dîwan û eçîte jêr bałî govar û řojname û ebîte
řêbwarî wiłatî naw çîrok. «gelawêj» ta îsteyş
telanî her sewze û sergoney lapeřey piř le xwên.
«řojî nwê» qijî xoy ekate keprêk û honrawey
ebête baweşên. to eřoyt. to serit
edeyte dest xêłî řûnakî û to serit
exeyte ser piştî hezaran espeşêy naw dîrok.
heł’esî hest ekeyt wek liqî darsêwî hawînan
be berî çiřupiř, qurs bûyt. hest ekeyt cogey nwê û
şaxî nwê û melî nwêt bînîwe û le dwênê
beriztir heł’efřît. dêytewe sûçekey
çayîxanet. ebînî koř germe be qise û
be bonî têkełî dûkełî cigere û dûkełî syaset.
le řojjimêrî eylûlda, êwareyek ke hêşta xor
weku sînîyekî xiřî pirteqałî be kenarî xorinşînda
hełwasrabû. le řojjimêrî eylûlda êwareyek
ke hêşta xor mabûy bazdate xwarewe
bo naw şew û leser dwakel be tirsewe
řawestabû. jîlemoyekî dengubas,
hêşta germ řokiraye ser cadekan. bay
sirkesirkî naw xełkîş xerîkbû eygeşandewe.
ełên: dergay herdû derbend
bûn be derwazey agir û
leser beẍda daxrawin.
ełîn: berdekanî derbend
yeke yeke bûn be çaw û dagîrsawin.
ełên: le gerûy derbenda
emřo mêjûyek nêjrawe û
mêjûyekî taze zawe.
ełên: lew derbendanewe
řojgarî nwê heł’equłên
mirovî nwê
cogeley pişko le pişt û
kiłpe beser dêne derê
ełên: lem la girmejnî
espeřeş û çepokanî û
ełên lewlayş çirîkey bazekey kifrî
-îbrahîm beg- be yekewe hatûnewe.
ełên: îste le herdû berî derbenda
dastan sengerî lêdawe û
xwên amadey bazreqeye û
azadî wa le kêwane!
lew êwarey eylûlewe dołî kip mird.
lew êwarey eylûlewe şî’rî kip mird.
lew êwarey eylûlewe ademîzadî kipîş mird.
lew êwarey eylûlewe perde û kulley mangeşew û
serînî nermî tirîfe û dengî awrîşmînî şine û
kize û pyasey be kawxoy xeyał û serkirdineser
řanî şînî gom û lencewlarî gozey kanî û
wirdeşepolî şimşał û řezî nûstûy bê derbest û
kiławkiławêney şax û berdî hełmeqoy şewan û
zerdexeney gułekanî baxî giştî û bonî diłdarî
naw çîẍ û fenerî kolarekan û sêwelasûrey
nêw destî mêbazan û dîlanêy estêrekan û
xałxałoke û małî xał û hîlalî xeney naw
dest û têşûy řaw û nazunûzî dengî
xoş û yarekey min:
hemû çûne naw kunebay mêjûyekî bê binewe û nehatnewe.
hemû çûn bo koçî bîrçûnewey ew dîw xewn û nehatnewe
hemû kewtine naw wiłatî xołemêş û dûkełewe,
hemû bûn be jêr dest û pêy gaberd û kendełanewe,
hemû lenaw şewî xwênda win bûn.
çûne tabûtî limewe û
lafawî gulle birdinî û
giř daypoşîn.
ebê lenaw em tendûrî xwêne şête û
le berdemî em gerdawe çemûşeda, şî’ir
çî bikat?! ebê wişe biçê bo kwê û
bibê be çî û kam herêmî bûmelerze û
kam mełbendî mergî taze dałdey bidat?!
ebê şî’ir bibê be çî?
ebê wişe biçê bo kwê?
eger ebê be pepûle
her be haławê esûtê!
eger ebê be baxçeyek
her dûkeł çawî kwêr eka.
eger ebê be kanîyek her be teqeyek keř ebê.
eger ebê be bulbulê
her be girmeyek lał ebê
em pirşinge
eger eçête jurewe û
derga leser xoy da’exat
şewêk řengî heł’ebziřkê û
dûr le nîştimanî aso
leser cêgayekî şêdar
tenya emrê!
em xeyałe
eger xoy ekat be xełwet
bo asman û cirîwey dûr
ewsa tenha xwa eybîsê û
xełk naybîsê.
em sitrane
eger lêwî xoy bidûrê
lêwî qełbeze û
şepol û
demî deryaçeyş edûrê!
em azare,
eger têkeł be gił nebê
gułegenim çon bizanê janî ewe?!
em fiřîne
eger nebê be teterî xoşewîstî,
’eşq be çîda bizanê
bałî ewe?!
em awe ger
zewî le zimanî nega û
řeg neyewê û
daristan gwêy lê řanegrê û
berd be hajey hełnepeřê û
gijugya neyxiwênêtewe û
zîx û çew neynûsêtewe û
mêrgekanîş maçî neken
boçî bibê?!
le nêwanî şî’ir û şî’ir û, şî’ir û şaxda
le nêwanî şî’ir û şî’ir û, şî’ir û çawda
min ew xaçem
bałêkim wa lenaw hewra şeqjinêtî û
bałekey dîm leser zemîn kêwmał deka.
be bałêkma estêreyek şoř botewe û
bewî tirma cestey gundê.
le yek wexta min xewnîşim û be aga bûn.
le yek kata şepolekanî řûy awim û
gêjawî naw qûłayîşim.
min řûnbûnewey naw zeryam.
asanêkî dijwarim û
min ne şî’irim bo jûrêk û
ne bałindem bo baxêk û
ne zimanî hêroglîfîm bo taqmê û
ne zimanî tenkawîşim!
wa êstakeyş merg abłûqey awî dawe.
merg abłûqey baxî dawe.
çeqo abłûqey gerûm û
zîndan abłûqey fiřînim û
serbaz gemaroy serincim û
zincîr abłûqey mêjûm û
qenare abłûqey milim û
debabe abłûqey xewnî dawe û
fiřokeyş abłûqey mangim!
wa êstakeyş lem temî xwên û ẍubarî mirdineda
le seranserî cestemda,
lemserewe ta ewserî, le tewêłî xanîyewe
ta kełemustî pêy nalî, le birjangî ḧebîbewe
ta egate kakołî zîn, ne sewzegyayekî
çawim û ne penceyekî daykim û, ne lenceyekî
befirim û ne tiruskayîy cogeyek dyar nemawe.
řêga nebû,
min şî’irim kird be xiřkeberdî sengerê
ta mirdinê bigêřmewe û mang nekujrê.
řêga nebû,
min şî’irim kird be xiřkeberdî sengerê
ke lewêwe azadîşim
teqe le mirdin bikat û
serî tarîkîy hełgirê!
řêga nebû,
ebû îtir şî’ir bikem be metare û
şî’ir bikem be wirdenanî gîrfan û
şî’ir bikem be qumbeley ber kemerê.
řêga nebû, lewe zyatir
her le xam û cawî şî’ir dadiřim û
bîkem be kifnî girdołke û
her le dar û textey şî’ir dataşim û
bîkem be tabût bo deẍił û
bo cengawer be peykerê!
řêgem nebû, lewe zyatir
bo hawdengî legeł tenyayîy şehîda
şî’ir bikem be yawerê!
řêge nebû, ebû îtir
wişe bikem be qopçey berdînî pałtoy
kêwekan û wişe bikem be denûkî qaspey befir û
wişe bikem be balîfî gimey kotrî birîndar û
wişe bikem be jêy xwênawîy gîtarê!
řêga nebû, ebû îtir
şî’ir berme naw janewe, heta řengî nasor bigrê.
şî’ir berme naw giřewe, heta řengî sûtan bigrê.
şî’ir berme naw koçewe, ta řengî řagwêzan bigrê.
şî’ir berme naw xwênewe, ta řengî şehîdan bigrê.
řêgem nebû lewe zyatir,
min xaçekem lem dozexe tazeyeda biřwênmewe
heta ewîş řengî êwe û řengî mêjûy
peřagende û řengî xakî namo bigrê!
to henûke çawit buwe be bestênî gomî kujraw
hemû řojê lem kenare samdarewe
to tarmayîy tirsêkî pelupodarî, xot ebînî,
sam ebînî, destî peřîwî şepol û pencey zine û
kefejîlkey dwa henasey zê ebînî.
biłqî xwênî xot ebînî.
hemû řojê lem kenare samdarewe
wekû tîtrwaskî ẍemgîn le gwê deryaçekey «dûkan»
leser koterey yadgar heł’enîşî û
cestey ser’awkewtûy ladê û
cestey cwanûy swar nedîw û
cestey kêłgekan ejmêrî.
to lêrewe lem bestêne řeşpoşewe
wekû masîgrey ’aşiq le gwê gomî «derbendîxan»
hemû řojê bersingî xot edey le awe sûrekey
em devere û yekeyekeyş serî biřrawî małanî
naw «syar»e û qamîşełanî bêneway gyanî nalî û
deştî şarezûr ejmêrî.
to îstake leber pirjey «bafil»ekey çemî řêzan
hemû řojê gułehêroyekî ałî û bo asmanêkî misînî
piř fiřoke û piř napałim ser heł’ebřî.
to îstake hemû řojê serî tac û nûkî necme û
bizmarî postałekanî efserêkî şarî beẍda
«ze’îm sidîq» wekû telbendî ḧamîye û gwêzanî kul
be naw henawî daykita řet ebin û şî’ir û yar û û
mindałît û guł ser’ebiřn.
to henûke hemû katê, zirîkey şew, zirîkey řoj,
wekû dawe dezûy berbûy ser hełdêrê,
le dihokCihewe bo kerkûkCih be pencey koł řa’ekêşî û
le dengitewe ey’ałênê û legeł hemû kispeyekda
mêjûyekî etlêytewe û legeł hemû girmeyekda
gêjełûkey be çwardewrî nîştimanda exulêytewe û
legeł hemû diłope xwênêkda to xaçêkî carêkî
tir lenaw bêdengîy dinyada eřwêytewe!
dîsanewe êwareye û
em careyan şeqam be dengî berz egrîy.
dîsanewe êwareye û
xor be kewłêkî sûrewe hatote berdemî sera.
pênciřêyanî berdem sera
pênc qîjen û be yekewe heł’efiřn û
pêkîşewe eçnewe naw hêlanekey firmêskî xwa.
êwareye û leber derwazey serada
dû laşeyan fiřêdawe
dû laşey bax.
dû laşey şax.
dû parçe xor.
dû řezî mor.
dû dîwanî xanî û koyî
dû sirûdî řeng pemeyî
dû qesîdey fayeq bêkes
dû gilêney ḧisên ḧuznî
dû řûbaryan fiřêdawe.
dû espî řoj
dû berdenwêjî dersîm û
dû bahozî çyay cûdî û
dû beharyan fiřêdawe.
êwareye û leber derwazey serada
dû pêẍember pałkewtûn û xwênyan dawe be xoyanda û
seryan kirdote ser řanî kurdistan û
wek deryaçey nêw xorinşîn
herdû nustûn.
leserî goyjewe dû şerbe le şêwey
dû hewrî sûrbawda
bał egirin, ew wextey egene ser seryan
serewxiwar ewestin
ta qiłp qiłp
eřjên be mêrgî gułałey leşyanda.
«kanî ba» dû kizey qij sûrî awarey enêrê
egene layan û ewestin
penceyan exene naw řîşî teřyan û
be tałî xwênawîy kakołîş
dû zamî ser sîney hełebce ebestin.
çermawend tewarî sermahîy enêrê bo layan
ke tewar egate ser seryan
ewestê û be denûk dû diłop
le kanîy cesteyan heł’egrê û
eyanba bo ewey tînûyetî
dû berdî bişkênê!
«bêkes»yiş dû şî’rî dengisûrî enêrê bo layan
ke şî’ir egene berdemyan
ewestin kiławî nawnîşan da’egirin
leserxo, leserxo, dest eben
dû tał mû le biroy herdûkyan derdênin
tałekan exene naw şûşey ḧerfewe
tałekan exene naw nimey ḧerfewe
eyanben bo ewey
le taqî kazîwe û
le jûrî azadî û
le diłî mindałda daybinên!