le wiłatî minda

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  384 Dîtin
le wiłatî minda
řojname be lałî ledayk ebê.
le wiłatî minda
řadyo be keřî ledayk ebê.
le wiłatî minda
telefzyon be kwêrî ledayk ebê.
ewaney le wiłatî minîşda byanewê
ewane be saẍî ledayk bin
lałyan eken û eyankujin.
keřyan eken û eyankujin.
kwêryan eken û eyankujin.
le wiłatî minda!