wekû yek

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  357 Dîtin
em gomeyş ḧepis kirawe! ey nazanin?
em şepole bendikirawaneyş her wekû
kuřekanî êmey ew dîw dîwarekanî zîndanin!
tozêkî tir, werdyanî em seddeyeyş
ke dergakanî kirdewe
temaşa ken! çon şepolekanî em dîw
řa eken û
baweş eken be milî awî ew dîwda
bîbînin çon masîy em dîw
dem eben û
maçî masîy çaw giryawî ew dîw eken!
lêreyş emřo «mwacehe»y şepole zîndanîyekan û
dirextî dûr û nizîkî kesukarî
peşokaw û çaweřwane.
her tewaw wekû řojanî «mwacehe»y
şepolî yek le dway yekî
diłî dayk û kuřekanman.
wekû maçî awî tînûy
ême û řoxî gyanî sewzî kuřekanman!