naw

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  478 Dîtin
hebûn, nebûn
dû askî ’aşiq hebûn.
şewêk, şewî mangeşewê
le mêrgî ber tirîfeda pał kewtibûn
basê lêre û basê lewê
ke hatne ser xoşewîstî
wityan: ba her yeke û «nawî»
yarekey xoy bo yadgar
leser şitê hełbikenê.
ba bizanîn nawî kamman
le dway xoman her emênê û
wek estêre ecrîwênê?!
yekemyan çuwe lay kewê
kewîş leser taşeberdê
be çend mangê
nawî yarekey bo hełkend.
bo heqdesîş, ke lê bowe
askî diłdar piř be kiławî beřûyek
miskî daye!
řoj hat û çû.
berdî ber baran û befir
leşî têk çû
şwênî hełkołîn saf bowe
«naw» çuwewe.
ewî tiryan
çuwe lay ḧacî leqleqê
leber demya xoy pał xist û
le çend cêwe
leser pêstî em diłdare
be denûke dirêjekey
nawî yare şîrînekey
be xał kutî.
ke lê bowe, emîşyan her le cêy heqdes
piř be gupî xunçe gułê, miskî daye.
řoj hat û çû
askî ’aşiq, řojê kujra
dway mirdinîş, ke gurûyan
pêstekeyan be qed dîwarda hełwasî
nawî kutraw, xał xałî şîn
her mabowe û her ejya û eycirîwan!