wesêt

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  421 Dîtin
liqî darê wesêtî kird, her wextê mird
bîken be bêşkey mindałê.
bêşke wesêtî kird ke mird
bîken be piney berdemî
řîze çadir û dewarê.
pine wesêtî kird ke mird
bîken be kursî bo çiray
małe feqîr û hejarê.
kursîy wesêtî kird ke mird
bîken be serî merkaney
awî kerkûkCihy ẍembarê.
«ser»yiş wesêtî kird ke mird
bîken be çwarçêwey wêney
«badînanCih»y be azarê.
ewîş wesêtî kird ke mird
bîken be singî dîwarî
cilî pêşmergey nêw şarê.
singîş wesêtî kird ke mird
bîken be şaney diłdarê.
şaneyş wesêtî kird ke mird
bîsûtênin û le dwayîda
xołemêşî biken be ser
gułkoy qijî mindałêkî hełebceCihda!.