sertaş

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  391 Dîtin
ew kejane demêke qij ehêłnewe
em hawîne hênde dirêj bûbûnewe
le wextî semakirdina, le ’erd exşan!
ewa îsteyş, le pencerey em jûrewe
çawim lêye
payîz be pêwe westawe û
wek sertaşêkî řeqełey pence dirêj
xêra xêra be miqestî tîjî «kanûn»
pirçî zerdî kejan ebřê
nawbenawîş «ba»y şagird dê û
be xawlyekey le piştewe
tûkeserî pişt milî kej etekênê û
eyanxate ew çemewe!