jyan

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  462 Dîtin
her kutumit
wekû sułtan
şêrî baxçey «babî ’alî»
ewîş geř bû
neřey nûsaw
gwêy tepkirdû
mêjû xwardî!
her kutumit
wek «firayzer»y hîndistanCih
piłingekey cenerałî
dûrgey řêwî
ewîş geř bû
gerûy nûsaw
gwêy tepkirdû
mêjû xwardî!
le cêy sułtan û cenerał
le cêy ew şêr û piłinge
ewey jya
ewey ejî
gwêdrêjekey «nalî»ye û
ewî tir biznekey «ẍandî»