dû peyker

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  334 Dîtin
le bironzî se’atekanî řojgar û
le asnî şewî dirêj!
mêjûy peykertaşî êmeyş
her leser sekoy dwênê bû
bo mozexaney sibeynê
dû peykerî bo dataşîn
yekem peyker: eḧey kuřnû!
duwem peyker: melay xetê!
le kołînda neyşêwandin
kuřnû wek xoy
xetê wek xoy
bała bała û, çaw her çaw û
lût her lût û, biro, biro!
tenha aługořê nebê
pêławekey emî kirde serî ew û
mêzerekey
ewîşî bo qaçî emyan
kird be pêław!