kost

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  340 Dîtin
le beyanîy ew kosteda
dest û meçek û bazûman
wek xoy mabû
bełam sard, sard
bełam siř, siř
wekû pêmanewe nebê wa bû.
le beyanîy ew kosteda
quřg û mełaşûman mabû
bełam dengiman wekû gulley çekekanman
ewîş hawarî çirûk û
jêy pisa bû!
desman, dengiman, le çî eçû?!
min xwênî xom girtibûmî
nemzanî biłêm wekû çî?!
daykim witî:
- wekû lûley yexsîr û zincîrkirawî
topekanî westa řeceb!