serupêç

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  320 Dîtin
min kiław û serupêçê
mişkîyek û camaneyek
fêryan kirdim
çon xom le dewrî serî em
şax û kêwane bigêřim.
fêryan kirdim
yekem waney ’eşqî lûtke
le lay serî xawenî ewan, bixiwênim!
min kiław û serupêçê
mişkîyek û camaneyek
fêryan kirdim
wextê serim exene naw qefezewe
min tifengî bała bim û leser pê bim.
ezanin kam serupêç û kiław ełêm?!
ew kiław û serupêçey
ew camane û ew mişkîyey
ke şêx lenaw qefezewe
wek tifêkî êcgar gewre
kirdye sîma û
girtye tacî îngiltereCih!