nenkim

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  425 Dîtin
em dirextane, hendêkyan řegekanyan
dirêj dirêj bûnetewe, tyayandaye
le ’erdewe derpeřîwin û bûn be řêga û
bûn be seko.
nazanim bo?
hemû carê wextê hengawî temaşam
eyangatê û be seryanda epeřnewe
ew řegane, bo? nazanim...
demarî şîn û dirêjî derpeřîwî
piştî destî, nenkimim bîr exenewe?
nazanim bo?