çawpêkewtinêkî edebî

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  341 Dîtin
em beyanîye be pele
«kiławkûře»y řojnamenûs
kiławekey kirde serî û
çû çinarêkî şa’îrî hawsêy bînî.
kiławkûřey řojnamenûs
tenha yek pirsyarî lê kird:
- çon û key û bo enûsî?
çinar wek xoy řabjenê wa bû.
tozê mat bû, le dwayîda kemê cûła û
înca witî:
- zistanan bîr ekemewe û hîç nanûsim!.
le seretay beharewe wişekanim
gopke, gopke, ser heł’eden,
heta ebin be hełbestî çił û geła.
le hawînda bîrkirdinewem bała ekat.
wek ezanin le kotayîy payîzîşda
çap ekirên û xezanîş dabeşyan ekat!.
be qełemî sewzîş nebê, min nanûsim.
be dem «sema»yişewe nebê
hîç şî’rêkim naxwênmewe!.
bo enûsim?!
ewey řastî bê bo ewey
dinyay ewîn řûnaktir bê û aw zortir bê
herçî bałindey ’aşiqe xoşyan bwêm
em dar û berdeyş têm bigen!