mîwandarî

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  458 Dîtin
mîwandarîy baranim kird
bo jûrekem,
wextê ke řoy
gułêkî bo becêhêştim.
mîwandarîy hetawim kird
bo jûrekem
wextê ke řoy
awêneyekî biçkoley bo cêhêştim.
mîwandarîy dirextim kird
bo jûrekem
katê ke řoy
şaneyekî bo cêhêştim.
bełam wextê ey kiçî cwan
to bûyte mîwanî jûrim
katê řoyştî
legeł xotda
guł û awêne û şanet bird
bełam dway xot
şî’rêkî êcgar nazdarit
bo cêhêştim.