pałto

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  386 Dîtin
em pałto kone gîrfanî ber baxełî û
em la û ew lay
çendîn sałî girmołe bû.
çendîn yadî hełwerîwyan lenawdaye.
her ke destyan pya egêřim
wa hest ekem
destim ber destî xawenî pêşûtrî
pencem ber pencey řaburdûy tir ekewê!.
kê ezanê?!
dîsan ke min firoştimewe
kam destî tir ber destekanim ekewn?!
kam pencey tir pencey yadî hełwerîwim
lew gîrfane konaneda
edoznewe?!