wirtewrtê

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  528 Dîtin
êware bû, «ḧeme biçkol»y boyaxçî
serî mandûy daxsitibû!
le sûçêkî gořepane gewrekeda
le nawendî diłî «şamCih»da
leser kursîye nizmekey xoy danîştibû.
peyta peyta
wekû fiłçey nêwan destî
cestey leřî řa’ejenî.
«ḧeme biçkol»y aware, leberxowe
be wirtewrit, emey ewt:
- to bazirgan, qaçit danê!
to mamosta, qaçit danê!
to parêzer, qaçit danê!
efser, serbaz, casûs, cellad!
kuřî baş û herçîwperçî!
her hemûtan
yek le dway yek
qaçtan danên!.
kes nemawe
her xwa mawe!
lewew dinya, diłnyam ewîş enêrê
enêrê be şwên kurdêkda
pêławekey bo boyax ka
řenge ew kurdeyş her min bim!
ay daye gyan!
ewe ebê pêławî xwa çend gewre bê?
jimare çend le pê bika?!
ay daye gyan!
ey bo pare?
xwa çend eda
ebê çend ba?!